Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanc bihêzkirina jin di aliyê perwerde û aborî de ye

20/08/2025
in JIN
A A
Armanc bihêzkirina jin di aliyê perwerde û aborî de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji 2014’an ve hatiye avakirin û di pêşxistina jinan de xwedî misyoneke bi heybet e. Rêvebera Projeyên Weqfa Jina Azad Viyan Elî da zanîn ku xebat û projeyên wan li ser bingeha bihêzkirina aliyê perwerde û aboriya jin tên meşandin.   

Yek ji destkeftiyên ku Şoreşa Jin di Rojavayê Kurdistanê de avakiriye, pêşxistina jin di hemû aliyên jiyan û civakê de ye. Weqfa Jina Azad a Sûriyê di gihandina vê mîrasê de xwedî roleke diyarker bû. Têkildarî xebata ku ji aliyê wan ve hatine meşandin, Rêvebera Projeyên Weqfa Jina Azad a Sûriyê Viyan Elî bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Waqfa Jina Azad kengî hat avakirin, sîstema wê çawa ye û we çima pêwîstî dît ku avabikin?

Weqfa Jina Azad di sala 2014’an bi deh jinan hat avakirin û dest bi kar kir. Ev xebat ne girêdayî tu aliya ye, weke xebateke serbixwe di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi armanca pêşxistina jin di hemû aliyan de, karê xwe dide meşandin. Ev xebata ku bi deh jinan hatiye destpêkirin, niha zêdetirî 150’î jinî cihê xwe tê de digre û bi sedan jin cihê xwe di proje û xebatên di nava civakê de têne kirin, digrin.

Weqfa Jina Azad xwe di asta hemû herêman de birêxistinkiriye, û di her herêmekê de navendeke fermî heye, her wiha di herêma Cizîrê de li her bajarekî navendeke me hatiye avakirin. Xebatê me bi awayê komîteyan tê meşandin komîteyên me jî ev in: Dîplomasî, Civakî, Tenduristî, Spor, Perwerde, Maliye û Komîteya Projeyan. Ev komîte di hemû herêman de hatine vekirin û li gor wê xebatê jin di hundir Waqfê de tê birêvebirin. Hêjayî gotinê ye ku hemû komîte ji xwe re perwerdeyên bîrdozî esas digrin û li gor wê kar tê meşandin. Mînak komîteya tenduristiyê li kêleka xebatên pratîkî perwerdeyên ji bo têgiştina jin di aliyê tenduristî de dide û li gor rojevê perwerde tên meşandin.

Pêwîstiya me bi avakirina vê xebatê bi taybet bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek girîng bû. Jina di demên berê de her bi tirs û bê îrade nêz xwe dibû, diviyabû ev hişmendî êdî di asta yekemîn de ji serê jinê û ya din ji nava civakê bihatiba rakirin. Me didît ku jin di Sûriyê de çawa jiyan dikir û ji derveyî sînora malê tu mafekî wê yê rewa nîn bû. Li kêlek gelek tevger, sazî û aliyên ku bi jinê re mijûl dibûn, me jî xebateke bi vî rengî da destpêkirin da ku em bi hev re li ser yek armancê ku jin zincîrên hişmendiyên kevneşop yên ku ser hatine ferzkirin bişkîne û mafê jinê di civakê û tevahî cîhanê de misoger bibe.

Xebatên ku hûn didin meşandin di kîjan çarçoveyê de ne, çiqas bandor kiriye û ji bo jin çiqas bûye cihê sûdweriyê?

Me da zanîn ku di aliyê perwerdê de gelek xebatên berfireh di komîn, meclis û malbatan de tên meşandin. Hin ji xebatên me jî; cihê sporê yên taybet bi jin hene, navendeke me a xwedîderketina li zarokên sêwî li Kobanê heye, cihê çavdêriya zarokan (Hedanê) li hemû herêman hatine avakirin da ku jinên  ku kar dikin bi rihetî derbasî nava karê xwe bibe, her wiha otomobêla me a gerok ya tenduristiyê heye, ev jî bi taybet li herêmên ser sînor  digere,  û di nava komîteya me a tenduristiyê de dayîna dermanan bê pere ye. Yek ji xalên girîng jî em giranî didin jin û jinên ciwan yên ku nikarên bixwînin, em hewil didin ji van jinan re bibin cihê alîkariyê û nefesek bin da ku rola xwe di nava civakê de bigrin û bibin xwediyê hêza xwe.

Yek ji xebatên herî girîng jî avakirina projeya ye. Pirojeyên me yên dirûnê, karê destan weke çêkirina sof, kuafêra ye her wiha pêşengehan vedikin. Di nava van projeyan de jin li gor xwestekên xwe di beşa ku dixwazin de tên perwerdekirin. Armanca me a yekemîn xurtkirina jin di aliyê perwerde û aborî de ye da ku jin bêyî ku destê xwe ji kesî re veke aboriya xwe pêşbixîne.

Di xala qebûlkirin û bandora vê xebatê li ser jin; Bi rêya xurtkirina xebatê me di nava civakî de em dibînin ku banoreke erênî li ser hemû jinan kiriye. Bi rêya Weqfa Jin, jin cihê xwe di nava xebatan de digrin, cihên xwe yên tayebet vedikin, di sazî û cihên ku pêwîstiya wan bi jin heye kar dikin. Ev hemû jî qebûlkirinekê dide avakirin her wiha dibe cihê sûdweriyê di aliyê birêvebirina malbat û civakê de.

Proje û xebatên ku we di sala 2025’an de dane meşandin çi bûn?

Li kêlek xebatên ku em dimeşînin de, di sala 2025’an de bi taybet  xebatên gelek girêng di aliyê koçberan de hatin meşandin. Bi jin û zarokên ku mecbûr mane koçber bibin re, em gelek bûn alîkar. Her wiha di vê salê de me gelek kargehên dirûnê vekirin, bi taybet li Reqayê em amedekariya vekirina kargeheke mezin a jin dikin. û aktîvîstên ku  ji bo zarokan me lidarxistin hene.

Zehmetî û astengiyên li beramber we û jinan derdikevin çi ne? Gelo fikrandineke we heye ku di tavahî Sûriyê de ev xebat bê meşandin?

Ez dikarim bêjim ku heyanî astekê zehmetiyên ku di destpêka avakirina Weqfê de derdiketin pêşberî me niha hatine rakirin. di dema ku ev xebat hatiye destpêkirin de me gelek astengî ji aliyê kişandina jin ber bi perwerdê û vegirtina wê di nava xebatê de didît. Tam ew asta ku niha hatiye avakirin wê demê nîn bû, ev jî tiştekî asayî ye, ji ber jinan maf û erkên xwe nasnedikir. Ê niha em dibînin ku jin bi xwe derbasî gel me dibin û dibêjin divê em perwerde bibînin. Helbet asta ku em niha gihiştinê xwe dispêre ked û hevgirtineke mezin a jinan.

Armanca me ne tenê em jinên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de birêxistin bikine. Em dixwazin hemû jinên di Sûriyê de bibin xwedî hêz û îrade çi aliyê hişmendî û aborî de dibe. Lê belê ev yek jî li gorî rewşa ewlehî û siyasî a Sûriyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.