Mihemed ŞAHÎN
Wekî ku tê zanîn komara tirk li ser hişmendiya îtîhat terakî ya nîjadperest a yek netew, yek ziman û yek çandî esas digire hatiye damezirandin. Xeynî tirk û tirkperestiyê mafê jiyanê nade civakên din. Çewisandin û tinekirina hemû civakên din ji bo wan xala esasî ye.
Bê guma tinekirina civakan bi teslîm girtina vîna civakan dest pê dike. Hewldanên komara tirk ên teslîm girtina vîna kurdê azad ji salên destpêka avabûna komarê 1922’an de bi M.Kemal dest pê dikin û hêjî berdewam in. Lewre dîroka komara tirk a sed salî dîroka teslîm girtin û tinekirina vîna kurdê azad e.
Dema ku nîqaşên peymana Lozanê dest pê dikin di bin pêşengiya Yusuf Ziya Beg ê Mebûsê Bedlîsê de wekîlên Kurd nerazîbûna xwe ya li dijî pêknehatina Mîsak-î Milî nîşan didin. Ji M. Kemal re dibêjin; ‘te soz û bext dabû kurdan, erdnîgariya ku kurd û tirk têde dijîn ji bo me Mîsak-î Mîlî ye, hetanî ew erdnîgarî hemû rizgar nebe wê şerê me yê azadiyê berdewam bike. Em dixwazin ew soz pêk were. Hetanî hemû Erdnîgariya Kurdistanê azad nebe em destnîşankirina peymana Lozan qebûl nakin.’
Ew vîna kurdê azadîparêz M.Kemal dike nav tirs û fikaran. M.Kemal demildest ji bo tasfiyekirina wekîlên kurd ên azadîparêz meclîsê fesih dike. Di hilbijartinên pêşwext de ew bi xwe ji kurdan re wekîlan tayin dike. Hinek ji wan wekîlan ne kurd bûn, hinek ji wan jî kurdên ku vîna xwe radestê wan kiribûn. Bi kurtahî tasfiyekirina vîna kurd pêkhatibû.
Ji wê rojê vir ve ye tehamula hişmendiya Îtîhat Terakî ji vîna kurdê azad re tune ye. Vîna kurdê azad ji bo serweriya xwe xeternakeke herî mezin dibîne. Naxwaze kurd xwediyên vîna azad bin, naxwaze kurd ji bo xwe hebin, ji bo xwe bijîn û ji bo xwe têbikoşin. An ji hêla fizîkî be, an ji hêla hişmendiyê be, armanca wan afirandina kurdê miriye.
Lewre, ji bo tinekirina vîna kurdê azad ji destpêka avabûna komarê hetanî niha, Kurdistan derveyî makeqanûnê, her tim bi rewşa awarte û bi qanûnên taybet hatiye birêvebirin. Di bin navê plansaziyên awarte yên wekî ‘Islehkirina Şerqê’, yên wekî ‘Tedîp û Tenkîlê’ yên wekî ‘Takrîr-î Sikûn’ û ‘Rewşa Awarte’ de bi pergalên derveyî makeqanûnê Kurdistan hatiye birêvebirin. Bi kurtahî, di bin navê walî û mufetîşan de ji bo rêvebirina Kurdistanê her tim qral hatine tayînkirin.
Ji sala 1922’an hetanî 1946’an di pêvajoya rêze serhildanan de, navê Qralên Kurdistanê ‘Mufetîşên Umûmî’ bûn. Makeqanûn, qanûn, exlaq, pîvan hemû li Kurdistanê bêwate bûn. Gotin û biryarên qralan qanûn bûn. Erka wan a sereke teslîm girtin û tunekirina vîna kurd bû. Ji bo pêk anîna wê erka xwe jî tu pîvan û exlaq nasnedikirin. Dardekirin, qetilkirin û mişextkirina kurdan karên wanên herî rewa bûn.
Ji sala 1960’an şûn ve di pêvajoya rêze darbeyan de navê qralên Kurdistanê kirin ‘Waliyên Super’. Navê pergalê jî kirin ‘Rewşa Awarte. Erka wan û rol û mîsyona wan ji ya qaralên beriya wan ‘Mufetîşên Umûmî’ yan kêmtir nebû. Ji bo wan jî makaqanûn, qanûn, nirx, pîvan û exlaq derbasdar nebû. Wê serdemê jî hetanî sala 2002’an dewam kir.
AKP di sala 2002’yan de qaşo bi redkirina hişmendiya Îtîhat Terakî ya qirker hatibû ser kar lê wê jî wekî yên beriya xwe dest ji teslîm girtina vîna kurdê azad berneda. Hişmendî heman hişmendî bû, tenê reng guherî bû.
Hikûmeta AKP’ê dît ku hêza yek qralî têrî teslîmgirtina vîna kurdê azad nake. Di bin navê rakirina ‘Super Walî’ yê ‘Rewşa Awarte’ de hemû waliyên Kurdistanê kirin ‘Super Walî’ û ‘Rewşa Awarte’ li Kurdistanê kir mayinde. Êdî li Kurdistanê di şûna qralekî de bi dehan qral û qralok hene.
Li gel hemû cureyên qirkirinên xwe yên fizikî, siyasî û spî qral û qralokên AKP’ê jî wekî yên beriya xwe nekarîn encam bigrin. Vîna kurdê azad roj bi roj xurt bû. Ew xurtbûn di bi ser şaredariyan de gihîşt asta xwerêvebirinê. Xwerêvebirina civaka kurd dihat wateya sînorkirin û bêbandorkirina qralên wanên tayinkirî.
Qebûlkirina vaya ji bo hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest nepêkan bû. Lewre di 19’ê tebaxê de li dijî vîna kurd darbe pêkanîn. Qralên nû yên bi navê qayûman tayin kirin. Wekî her carî bi vî darbeya xwe dixwazin vîna kurdê azad tasfiye bikin û zordariya qralên xwe li ser vîna kurd ferz bikin.
Ji sala 1922’an vir ve 97 sale, heman rêbaz bi dehan caran hatiye ceribandin. Lê her carî bi têkçûyinê re rûbirû maye. Bê guma dê aqûbeta vê darbeyê jî ji aqûbeta yên berê ne cuda be. Berxedana ku 10 roje bênavber berdewam dike ji niha ve encam diyar kiriye. Qralên parazvanên hişmendiya Îtîhat Terakî têk çûne û vîna kurdê azad biserketiye.
Feylozofê Alman Albert Einstein dibêje, ‘Kesên ku her carî heman rêbazî bikar bînin û li benda encamên cuda bin ahmeqin’






