Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin avakera zanistê ye

20/08/2025
in JIN
A A
Jin avakera zanistê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Dîrok û zanist bi xwe civak e, her tiştê der barê civakê de vedibêje. Ji ber ku civak jî bêyî jinan ava nabin, di vê demê de mirov dikare bibêje jin di avakirina hişmendiya dîrok û zanistê de xwedî risteke bingehîn e.

Di civaka xwezayî de jin pîroz di hat dîtin, ji ber ku ew avakerê dermanan û alavên cotkariyê bû. Di civaka xwezayî de ji ber pîrozbûn û girîngiya jinê bi navê “Jin-Dayîk” dihat bi navkirin. Ji civaka xwezayî de û heya roja me ya îro jin avaker û kedkar e. Lê bi derketina çanda desthilatdarî û baviksalariyê re hemû berhemên jinan ji wan hat standin û serdestî li ser jinana hat kirin. Jin ne koley e, dewltên desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe îsbat bikin, berhemên jinan jê standin û desthihatdarî li ser jinan pêkanîn.

‘Ji civaka xwezayî bigire dest haya roja me ya îro jin avaker û kedkar e’

Dema ku mirov li dîroka mirovahî û civakê vegere, dê ji mirov re xuya bike ku jinan civak avakiriye û bi hezarê salan beriya niha civak bi rê ve biriye, zarok ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine û civak serdem bi serdem, nifş bi nifş mezin û fireh kirine. Çi di milê xwedîkirina zarok û berpirsiyariya civakê de be û çi jî di milê avakirina derûniya civakê de be hemû xebat meşandine. Ev jî xuya dike ku jinan, di her gavên di pêvajoya civakê de xwe berpirsiyar dîtine û hewl dane ku rastiya her tiştî û her zanistê nas bikin.

Heger mirov li civaka xwezayî vegere dê ji mirov ve xuya û aşkere bibe ku jinan bi fedakirina giyana xwe hewl daye ku giyayên di xwezayê de ji bo zarokên xwe çêj bike, ka mirov dê pê bimire an na û piştre ji bo wan wek xwarinekê amade bike. Mirov dema li dîroka civaka kurd vegere dê bibîne ku jinan çand, ziman û wêjeya ku bi sedê salan di bin desthilatdariya dagirkeran de bû parastiye û ta roja me ya îro zindî kiriye. Ji ber ku jin dibistana civak û mirovahiyê ye ku zarokan bi rêya zar, ziman û wêjayê wan mezin dike.

Jin û dîrok

Dîrok çavkaniya hemû zanistan e, bi taybet di nava zanistên civakî de cihekî pir girîng digire. Dîrok ji bo mirov bîrgeh e. Pêdiviya mirov û civakê bi vê zanistê heye, li vir pirsek li cem me çêdibe. Gelo dîrok çawa ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe?

Dîrok bi xwe civak e, her tiştê der barê civakê de vedibêje. Ji ber ku civak jî bêyî jinan ava nabin, di vê demê de mirov dikare bibêje jin di avakirina hişmendiya dîrokê de xwedî risteke bingehîn e. Zarok di destpêkê ji dayik û bapîrên xwe fêrî dîrokê dibin. Bi rengekî hunerî hişmendiya dîrokê derbasî hişê zarokan dibe. Çîrok, gotin, sembol, çand, wêje û ziman bi rêya jinan derbasî civakan dibin. Heger em qala dîroka devokî û wêjeyê bikin dê ji me re xuya bike azarên jinan di derbasbûna serdeman de, ku bi şikandina hestên jinan dîrok hatiye xemilandin û temam kirin.

Jin û aborî

Aborî ji bo pêdiviyên jiyanê, kar û barên der barê civakê de ye. Wateya wê birêvebirina debara civekê ye. Di ked û debara malê de keda sereke ji hêla jinan ve tê dayîn. Kedkarên bingehîn ên aboriyê jin in. Jinan di milê aboriyê de gelek kar û xebat kirine, weke: kedîkirina lawiran, cotkarî û çandinî, tevnandin, rêsandin û hwd. Bi yekê jî pênaseya aboriyê di roja me ya îro de hatiye guhertin. Di dema civaka wekhev û li gel hev de civak û aborî cihek bûn, lê di roja me ya îro de ji hev du hatine dûrxistin û li ser bingeha keda jinan kedkar û avakirina wê ya ji aboriyê re bazirgantî û kargehên kar û bazirganiyê ava bûne.

Jin û tenduristî

Jinan di dîrokê de hewl daye ku ji xwezayê derman û rêbazên başkirina tenduristiyê de, hewl daye ku xwezayê têxe xizmeta tenduristiyê û bi pêş bixe, çi ji şînatiyan bigire dest û çi jî ji lawiran sûdên bijîşkiyê, bigire. Bingeha zanista tenduristiyê bi zanyarî û serboriyên jinan hatiye afirandin.

Jin û demografî

Demografî ji aliyê wateyê ve zanista hejmara şêniyan e û şêniyên dever û cihekî lêkolîn dike. Heger ku em anîna zarokan bigirin dest hebûna jinan bibandor e, ji ber ku jin zarokan tîne û dikare demografiyê biguhere, lê di dema me ya îro de mafê jinan hatiye xwarin û nifûsa zarokan di destê mêr deye û bi derketina dewlet û desthilatdariyê re mêr avaker e ji demografiyê re û ev hişmendî li hemû cîhanê bibandor e.

Di encamê de hemû zanistên civakî bi rêya jinan hatine bipêşxistin û avakirin û jin di wan de roleke sereke dilîzin. Lê di çanda desthilatdarî û dewletan de ev tişt veşartî ye û li berovajî wê mafê jinan hatiye bikaranîn. Di avakirina dewlet û desthilatdaran de jin weke amûreke ku di civekê de tê bikaranîn û tu girîngiya xwe tune ye. Di serweriya mêr de û bi derketina baviksalarî û zayendperestiyê de jinan tu girîngiya xwe di civakê de tune ye, nikare tu rolê bilîze, karkera malê ye û mêr wê wek makîna zarokan û karkera malê dibîne. Lê heger ku em li zanistê vegerin û baş lê mêze bikin dê ji me re xuya bike ku jin a ku zarokan tîne û dema ku ji dayîkbûna zarokan de, zarok jî bi civaka ku jinan ava kiriye mezin dibe. Heger em çiqasî keda jinan û li hemberî wê ked û azarên jinan vebêjin têrê nake lê bi gotineke balkêş, jin ew e ku zarokan bi rêya hestên xwe dilorîne û ew landika civakê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.