Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Hevrê Tekîn Goyî têkoşîneke herî esîl a Apoyî meşand

19/08/2025
in ROJEV
A A
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Hevrê Tekîn Goyî têkoşîneke herî esîl a Apoyî meşand
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser şahadeta gazî û yek jî kedkarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Tekîn Goyî yê ku di dema li ser erka xwe bû, bi êrîşekê dewleta Tirk ya balafirên bêmirov de, 19’ê Tebaxa 2024’an de şehîd bibû di salvegera şahadeta wî de bi daxuyanîyekê nivîskî bibîranî.

Naveroka daxuyanîyê wisa bû:

Ji raya giştî û çapemeniyê re

“Em hevalê xwe gaziyê şer Tekîn Goyî yê 19’ê Tebaxa 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, di yekemîn salvegera şehadeta wî de bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Heval Tekîn weke şoreşgerekî her tim rastiya heqîqeta mirovatiyê ya bingehîn diparast jiya û têkoşîn kir. Li hemberî neheqiyan û dijminên mirovatiyê têkoşîna rûmeta mezin a mirovatiyê pêş xist. Di her kêliya jiyana xwe de sekn, helwest û têkoşîneke ber bi azadiyê ve ya herî esîl a layiqî Apocîtiyê nîşan da.

Hevrê Tekîn şoreşgerî dildarê gelan bû û qezenckirina mirovan ji xwe re kiribû yek ji prensîbên jiyanê. Her tim ji gelê xwe bawer bû û nêzîkatiya rast a ji nirxan re ji bo xwe kir bingeh. Pêşeng û serkêş Tekîn Goyî li Botana li dilê têkoşîna Tevgera Azadiyê ye, ji eşîra Goyî ye, ya bi welatparêzî û dilsoziya xwe bi xaka xwe tê naskirin. Hevalê Tekîn çanda Botanê ya mîna dîrokê qedîm e her tim parast û di kesayeta xwe de bi serbilindî da jiyandin.

Hevrê Tekîn di meşa xwe ya azadiyê ya zêdetirî 30 salî de bi perwerdeya ji Rêber Apo wergirtibû, li her qada welat, di pêvajoyên herî zor û zehmet de şoreşgerên Apoyî divê çawa têkoşîn bikin nîşanî dost û dijminan de. Ji bo soza dabû Rêbertî, şehîdan, hevalan û gelê xwe bêkêmasî pêk bîne pir baldar û hişyar bû. Li gor gotina xwe ya, “Ya mirov nebe şoreşger yan jî dema bibe şoreşger jî teqez divê mirov li gorî wê soza xwe be û bare şoreşê ji dil hilgire” di nav refên berxwedana azadiyê de cih girt.

Heval Tekîn dizanîbû ji bo parastin û pêşxistina xeta Tevgera Azadiyê û nirxên hatine avakirin, Rêber Apo berpirsiyartiyeke mezin daye ber gaziyên şer. Heval Tekîn ji bo gelê xwe û şoreşa azadiyê lingekî winda kiribû. Bi zanebûna “Gazî pîroz in, divê li gor wê pîroziyê tevbigerin” sekneke herî mînak a milîtantiya fedaî ya Apoyî nîşan dida. Bi her kar û xebata têkoşîna gelan ve radibû, lewma mezin difikirî û berpirsiyartiyên her kes nikarîbû ji bin derkeve bi serbilindî bi encam dikir

Em jî weke gaziyên şer ên hevalên fermandar Tekîn Goyî heya dawiyê em ê di rêya hevrê Tekîn û tevahî şehîdên azadiyê ji me re rohnî kirine de bimeşin.

Li ser vî esasî di şexsê fermandar Tekîn Goyî de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Ji bo Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya kedeke pir mezin a heval Tekîn jî têde heye, bêhtir pêş bikeve bi hêz û îradeya me ji Rêbertiya xwe û şehîdên xwe girtiye em ê weke her tim bi rola xwe rabin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.