Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêjîma Îranê ji bo tinekirina dengê mafparêz ên jinan şêwazê darvekirin bikar tîne û rêjeya darvekirinê li Îranê di asteke bilind de ye, di vê çarçoveyê de çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî ku di 4’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê lê birîbûn, di 13’ê Sibata 2025’an de hate erêkirin. Li hemberî vê yekê jî şermezarkirin û redkirina jinan derket pêş.
Komara Îranê ya Îslamî bi darvekirinan di rojevê de ye. Bi taybetî jî pîştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 16’ê Îlona 2022’an de pêk hat, darvekirina jinan zedetir bû. Rejîma Îranê di bin navê qanûnên şerîatê de mirovan darve dike. Desthilatdarê Îranê bi hişmendiya baviksalar ji bo ku jinan di her qadên jiyanê de bêdeng û bêbandor bikin, bi hincetên cur bi cur jinan darve dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norweçê ye di serê sala îsal de diyar kiribû ku di navbera salên 2010 û 2024’an de zêdeyî 241 jin hatine darvekirin. Li Îranê digel ku zextên rejîmê yê li ser jinan bi kûrbûnê didome, ji ber polîtîkayên tên meşandin jin bi qetilkirin û gefan re rû bi rû ne.
Cezayê darvekirinê amûrê zextê yê herî hêzdar ê rejîmê ye
Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) û ECPM’ê hat destnîşankirin ku ji sedî 90 darvekirin ji raya giştî re nayên ragihandin û hejmara rast dibe ku hîn zêdetir be. Herwiha hate diyarkirin ji ber ku çavkanî baş nehatine kontrolkirin 40 bûyerên darvekirinê li raporê nehatine zêdekirin. Rêveberê IHR’ê Mahmood Amiry-Moghaddam diyar kiribû ku li Îranê rojê 5 an 6 kes tên darvekirin û ev darvekirin parçeyek ji hewlên Komara Îslamî ye ji bo parastina desthilata xwe ye. Cezayê darvekirinê amûrê zextê yê herî hêzdar ê rejîmê ye.
Ji kesên hatin darvekirin 31 kes jin bûn
Li gor raporê, di sala 2024’an de ji 975 kesên hatine darvekirin 31 jê jin bûn û 4 ji wan li pêşiya gel hatin darvekirin. Her çiqas piraniya cezayên darvekirinê bi sûcên wekî tiryak, kuştin û destdirêjiyê bên têkildarkirin jî, tewanbariyên ne zelal ên wekî “serhildan”ê jî ji bo hedefgirtina mixalifan tên bikaranîn. Li gor raporê, rejîma Îranê girêdayî protestoyên “Jin, Jiyan, Azadî” yê ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirine, ji sala 2022’an ve zêdeyî 10 kes darve kirine.
Îşkenceya sîstematîk heye
Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku mehkûm rastî êşkenceyeke sîstematîk tên û mafê wan tê binpêkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku pirî caran hevdîtina mehkûman a bi parêzeran re tê astengkirin û mikurhatinên bi darê zorê hatine girtin, di dadgehan de wek delîl tên bikaranîn. Raporê bal kişand ser wê yekê ku hîn 13 aktîvîst hene ku bi cezayê darvekirinê tên darizandin û bi taybet parêzvanên mafên jinên Kurd Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî jî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.
Îran mafên jinan bi yasayan naparêze
Di qanûna Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo parastina jinan tu bend tuneye. Ev jî ji bo domandina serweriya baviksalar, mezinkirina çerxa cînayetên jinan, dibe bingeh.
Ji bo rewakirina sûcan pêkanîna şerîet hinceta her desthilatdarekî ye
Li Îranê jin di bin zext û tundiya Rêjîma Îranê de dijîn. Ji ber ku rêjîma Îranê her tiştî li gorî zagonên şerîatê dimeşîne, gelek mafên jinan ji destê wan hatiye girtin. Jin li dijî vê zext û zoriya hikûmeta Îranê ya li dijî xwe, her dem çalakî li dar xistine. Ji bo mafê xwe her dem têdikoşe. Jin li hinek cihan bi ser ketin, lê hin caran mixabin bêdeng man. Di heman demê de rêjîma Îranê heta niha bi sedan girtiyên siyasî darve kiriye. Li girtîgehan îşkenceyên gelek giran tê jiyîn. Li aliyê din ji derveyî farîsî zimanê din nayê qebûlkirin. Ji derveyî şiî, mezhebên din nayê qebûlkirin. Rêjîma Îranê li ser bingehê înkar, tepisandin, kuştin û qedexeyan, hebûna xwe berdewam dike. Herwiha li Îranê ne tenê kurd tên girtin û darvekirin, ji ber rêjîma Îranê çi hêz û kesayetek dijî rêjîmê tev digire bi cezayên herî giran rû bi rû dibe.
Îranê rêjîma lidarvekirinê ye
Îran yek ji welatên ku herî zêde lidarvekirin lê çêdibin e. Li Îranê îdam bi darizandinên derhiqûqî pêk tên. Di heman demê de mafên jinan li Îranê bi ol, siyaset û çandê ve girêdayî ye. Ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve, rewşa jinan bi awayekî berbiçav guheriye û mafên wan mijara nîqaşeke berfireh a navxweyî û navneteweyî ne.
Sergirtina jinan ferzkirine
Li Îranê li ser hemû jinan tevî jinên biyanî tê ferzkirin ku sergirtî bin. Jin neçar in ku li cihên giştî sergirtî bin û yên ku vê yekê nekin tên girtin, bi caza û şîdetê rû bi rû dimînin. Dema ku jin derkeve derveyî Îranê jî dibê bi destûra bav an jî hevjînê xwe be. Di heman demê de hêzek polîsên exlaqê heye ku tevgera jinan dişopîn e. Destûra jinan heye ku bixebitin, lê karê wê sînorkirî ye ku hin kar ji bo jinan girtî ne.
Rewşa Giştî ya Darvekirinan li Îranê
Îran bi gelemperî piştî Çînê di hejmara darvekirinan de di rêza duyemîn de ye. Di salên dawî de 2022 û 2024’an de darvekirinên zêde pêk tên. Gelek darvekirin jî bi dizî têne kirin û bi fermî nayên ragihandin.
Erêkirina darvekirina Şerîfe Mihemedî
Di vê çarçoveyê de yek ji Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî erêkirina darvekirina wê hate eşkerekirin. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’an de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Şaxa 39’emîn a Dadgeha Bilind a rêjîma Îranê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kiriye. Dadgeh bêyî ku kêmahiyan li ber çavan bigire cezayê darvekirinê erê kiriye.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiyê ye û li bajarê Reşt niştecih dijîya. Şerîfe Mihemedî, di Kanuna 2023’an de bi hinceta “Propagandaya li dijî dewletê” kiriye hatibû binçavkirin. Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê di 4’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê lê birîbû. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Lê careke din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa 2’yan a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.
Bertek, şermezarkirin û redkirina jinan li dijî dadgehkirina Şerîfe Mihemedî
Parlamenterên Jinên Kurd têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî û girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew bi fikar û hêrseke mezin rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dişopînin û got ku piştî qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” rastî zextên giran, tundî, îşkence û girtinên sîstematîk tên. Ev polîtîkayên li dijî daxwazên jinên ji bo wekhevî, azadî û jiyanek bi rûmet têne meşandin û ev ne tenê êrişek li ser jinê ye, lê belê êrişeke aşkere li ser mafên bingehîn ên tevahiya civakê ye. rêjîma Îranê bi armanca bêdengkirin û şikandina têkoşîna jinên, beden û hewldanên wan dike hedef, lê em bi bawer in ku ev zextên hovane nikarin li hember daxwazên mafdar ên jinên serkevin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji mînakên herî giran ên vê zordariyê jiyana Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemed e ku bûne sembolên têkoşîna azadiyê. Ev biryar ne tenê tehdîdeke bêqanûnî li ser jiyana wê ye, lê belê nîşaneyeke eşkere ya şîdeta sîstematîk û polîtîkayên zordar ên rêjîmê li dijî jinê ye. Tehdîda darvekirinê ku ji bo tinekirina dengê mafparêz ên jinên tê bikaranîn û li dijî qanûnên navneteweyî, peymanên mafên mirovan û nirxên mirovî yên bingehîn e. Herwiha bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên mafên mirovan, tevgerên jin û hemû saziyên civaka demokratîk kir ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin û bila hemû girtiyên jin ên siyasî demildest bên berdan.






