Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parlamenterên Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê rawestînin

19/08/2025
in NÛÇE
A A
Parlamenterên Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê rawestînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî da û xwest ku Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan.

Parlamenterên Jinên Kurd têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî û girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyniyê de hate diyarkirin ku ew bi fikar û hêrseke mezin rewşa jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dişopînin û got, “Piştî qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” rastî zextên giran, tundî, îşkence û girtinên sîstematîk tên. Ev polîtîkayên li dijî daxwazên jinên ji bo wekhevî, azadî û jiyanek bi rûmet têne meşandin, ne tenê êrîşek li ser jinê ye, lê belê êrîşeke aşkere li ser mafên bingehîn ên tevahiya civakê ye. Rejîma Îranê bi armanca bêdengkirin û şikandina têkoşîna jinê, beden û hewldanên wan dike hedef, lê em bi bawer in ku ev zextên hovane nikarin li hember daxwazên mafdar ên jinê serkevin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji mînakên herî giran ên vê zordariyê jiyana Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemed e ku bûne sembolên têkoşîna azadiyê û bi bîr xist ku Şerîfe Mihemedî ji sala 2023’an ve di girtîgehê de ye û piştî ku di sala 2024’an de biryara darvekirinê li ser wê hate dayîn û wiha domand: “Her çendî ev biryar di 12’ê Cotmeha 2024’an de hat betalkirin jî, di van demên dawî de careke din hate pejirandin. Ev biryar ne tenê tehdîdeke bêqanûnî li ser jiyana wê ye, lê belê nîşaneyeke eşkere ya şideta sîstematîk û polîtîkayên zordar ên rejîmê li dijî jinê ye. Tehdîda darvekirinê ku ji bo tinekirina dengê mafparêzên jinê tê bikaranîn, li dijî qanûnên navneteweyî, peymanên mafên mirovan û nirxên mirovî yên bingehîn e.”

Parlamenterên Jinên Kurd bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên mafên mirovan, tevgerên jin û hemû saziyên civaka demokratîk kir ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin û wih pêde çû: “Bêdengiya li hember van kiryarên neadil, biryarên darvekirinê û girtinên bêbingeh dê rê li ber zilmên bêtir veke. Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî tavilê bikeve nav liv û tevgerê da ku mafê jiyanê yê Şerîfe Mihemed û hemû jinên di bin tehdîdê de ne biparêze, û ji bo rawestandina polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê li dijî jinê, gavên bandorker bavêje.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Têkoşîna azadiya jinê mafdar e. Em li kêleka jinên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê Îranê ne û em piştgiriyê didin dengê wan ên li dijî zordariyê. Em daxwaz dikin ku Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan û her cûre tundî, zext û tehdîdên darvekirinê yên li ser wan bên rawestandin. Em mekanîzmayên navneteweyî vedixwînin ku erka xwe bi cih bînin, ji ber ku em baş dizanin ku bêyî azadiya jinê, tu civak nikare bi rastî azad bijî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.