Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çareseriya hemû pirsgirêkan pêkanîna demokrasiyê ye’

19/08/2025
in NÛÇE
A A
‘Çareseriya hemû pirsgirêkan pêkanîna demokrasiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Nûnerê Partiya Yêkîtiya Demokratîk PYD’ê li Iskendenafyayê Dara Ehmed diyar kir di dîrokê de pirsgirêka herî mezin di Rojhilatê Navîn de, pirsgirêka gelê Kurd e û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û hemû pirsgirêkan, bi pêkanîna demokrasiyê pêkan e.”

Di sedsala bûrî de, li Rojhilata Navîn di navbrera hêzên desthilatdar de gelek peyman hatine imzekirin, bi van peymanan xwestin gelên Rojhilata Navîn ji maf û nasnameya wan pêpar bihêlin. Gelê herî zêde ku ziyan dît û ji tevahî mafê xwe hat bêpar kirin, gelê Kurd bû. Li hemberî wê jî gelê Kurd dest bi têkoşînê kir û qurbaniyên mezin dan.

Di vê çarçoveyê de Nûnerê Partiya Yêkîtiya Demokratîk PYD’ê li  Iskendenafyayê Dara Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Dozekî navendî çar dewletan digire nava xwe’

Dara Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Weke dozekî navendî çar dewletan herêmê; Sûriyê, Îraq, Tirkiye û Îran digre nava xwe, çareseriya vê pirsgirêkê girêdayî pêkanîna demokrasiyê di Rojhilatê Navîn de ye, bi taybet di van dewletên ku Kurdistanê dagir dikin, lêgerîna çareseriyê nehatiye kirin û pirsgirêkê dewam kiriye. Ev yek bi têkiliyên hêzên herêmî û hêzên navneteweyî dewam kiriye.

Di sedsala bûrî de gelek peyman di Rojhilata Navîn de hatine imzekirin wekî; Saykispîko, Lozan û Sêrvirê. Van peyaman bandorek mezin a neyînî li ser tevahî cîhanê kir û bi taybet li ser gelê Kurd. Pirsgirêka gelê Kurd derket pêş û hewaldanên çareseriyê nehatin kirin. Li  beramberî vê yekê gelek serhildan, raperîn û şoreşên  Kurdan hatin lidarxistin. Gelê kurd nerazîbûna xwe li hemberî van peymanan û li hemberî zordariya van dewletên dagirker nîşan dan. Li ser vê bingehê şoreşa gelê Kurd ku bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê bû. PKK’ê wekî tevgereke şoreşgerî, civakî, netewî û enternasiyonal hat damezrandin. Ew bû hêza çareseriya pirsgirêka Kurd û di nav de pirsgirêkên netewên din yên li herêmê jî, di heman demê de bû hêza çareseriya pirsgirêka xwezaya sîstemên dektator, nejadperest û şofînî yên di Rojhilata Navîn de desthilatdarin. Wekî sîstema Baas li Sûriyê. Rêber Apo û PKK’ê paradîgma û projeyên çareseriyê dane nîşandan, li ser vî esasî têkoşîneke bêhempa û birumet dane meşandin. PKK’ê piştî biryara xwe ji nûve avakirinê û merasîma şewitandina çekan bû rêya çareseriyê û aştiyê.”

‘Rêber Apo sazkarê paradîgma azadî û aştiyê ye’

Ehmed diyar kir ku pêvajoya Rojhilata Navîn a nû weke siloganekê xwaş tê dîtin, lê wek naverok ji aliyê kê ve hatiye lidarxistin? kî dixwaze wê saz bike?  û wiha domand: “Tê naskirin ku Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê birêvebirin, li beramberî wê Rêber Apo û PKK’ê pêvajoya Rojhilata Navîn a demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê bi aştî bi hevre bijîn dan pêş. Beramberî wê jî hêzên herêmî hene ku îro di hundirê herêmê de ne û pirsgirêka kurd têkildarî  bi wan ve girêdayî ye weke  Tirkiyê û Îran. Ew pêvajoya di hundirê Îraqê de hatiye rûdan û herêmekê Kurd a fîderal hatiye avakirin. Sûriyê derbasî rewşeke nû bûye, bi taybet piştî 14 salan ji şerê navxweyî û hilweşandina rejîma Baas guhertinên mezin pêk hatin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiyek Xweser hatiye avakirin, hemû pêkhate di wê herêmê de bi rengekî aştî, demokratîk û komînal di bin silogana netewa demokratîk de jiyan dikin. Netewa demokratîk eltirnatîfa sîstema yek netew weke li Tirkiyê her kesî Tirk dibîne, li Sûriyê di dema Bassê de her kes Ereb didîn, herwiha di Îranê de jî ew sîstem bû. Ji ber vê yekê di hundirê pêvajoya nû de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya netewa demokratîk hat belavkirin  ku hemû pêkhate di hundirê wê de rêveberiyeke xwe ya xweser ava bikin. Ev hêza nû hêza çareseriyê ye ku Rêber Apo pêşniyar kirî wek proje û peredîgma ku hemû pêkhateyan hembêz dike. Lê dewleta Tirk bi rengekî cûda nêz bû. Lê di dema dawî de pêşketin û guhertinên mezin di hundirê herêmê de çêbûn, bi taybet piştî şerê Xezayê û heya roja îro ew rûdana pêvajoya Rojhilata Navîn a nû ji aliyên hêzên herêmî ku girêdayî hêzên hegemonîkin, tê xwendin û li hemberî wê tedbîran dikin.  Ev veguhertin jî wê dewletên herêmê jî bigire nava xwe bi taybet îran, Tirkiyê û di hundirê van dewletan de pir pêkhate wê hebin, ev veguhertin wê sîstema nexşeya dîmografî ya nû bidê,  rewşa pêkhateyên wê cûda be, bi taybet gelê Kurd ji ber ku ew bûye hêzeke sereke di milê dîmografî, siyasî  û îdolojî de û di heman demê de bûye hêza veguhertinê û hêzeke ku dikare di Rojhilata Navîn de dengeyan çêbike, li ser wî esasî dewleta veşartî, ev proje baş xwend û bi îradeya xwe xwest ku derbasî vê pêvajoyê bibe û bi Kurdan re bikeve dîyalogê. Rêber Apo ji bo vê gavê gelek erênî nêzîk bû, ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav kir, ev sê peyvin ku wateyên xwe yê pir kûr hene. Deshilatdatên ku di hundirê herêmê de tevahî û di nava wan de Tirkiye rê nadin ku civakeke demokratîk were avakirin, civaka Tirkiyê ji berî 100 salî ve li ser nijadperestiyê, ne qebûlkirinê, înkarê û ne razêbûnê hatine perwerdekirin.”

‘Hikumeta veguhêz a Şamê xîtaba kîn û nefretê balav dike, lê li beramberî wê Rêber Apo zemînê aştiyê da avakirin’

Nûnerê Partiya Yêkîtiya Demokratîk PYD’ê li Iskendenafyayê Dara Ehmed axaftian xwe wiha bi dawî kir : “Di dema niha de hikumeta veguhêz a Şamê xîtaba kîn û nefretê di nava civakê de belav dike. Lê li hemberî zihniyeta desthilatdarî, qirkirin û neqebûlkirinê, Rêber Apo û PKK’ê zemîneke ji aştî û civaka demokratîk re didin avakirin. Civakên ku bi sadê salan li ser esasê nijadperestiyê hatine avakirin pir zehmete ku li ser esasê aştî û netewa demokratîk ji nû ve werin sazkirin, lê Rêber Apo bi fikrê xwe ev zemîn da pêş û mînaka wê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku hemû pêkhate li ser esasê biratiya gelan, azadî û wekheviyê jiyan dikin. Rêber Apo gelek gav avêtin û xwe da pêş, gava yekemîn jî kongra fesixkirina PKK’ê bû, PKK’ê danasîna nasnameya gelê Kurd e. Îro belavbûna nasnameya Kurd di asta cîhanî de bi saya fikir û keda Rêber Apo û PKK’ê ye.

Ji bo Rêber Apo azadiya wî ne astenge, lê belê xwasteka wê azadiya gelan e, ji ber vê yekî jî pêwîst e hemû sazî û dezgeh rabin ser piyan , kar û xebat bikin, herwiha hemû gelên şoreşger ji bo vê pêvajoyê berxwedanî û têkoşîna bêhempa bikin. Li Ewropayê hemû xwendekar û kesên xwedî bîr û bawerî pirtûkên Rêber Apo dixwinin û li ser vê pêvajoyê dimeşim. Herwiha danasîna Rêber Apo li Ewropayê tê dayîn, pir kêsên ku ji vê derê û Ewropayê bi rê ketin û çûn Tirkiyê ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.