Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêveberê Klînîkên Gel li bajarê Qamişlo Firas Hesen anî ziman ku Ji bo kêmkirina barê lêçûnên bijîşkî li serwelatiyan, Klînîkên Gel ên li Qamişlo xizmetên bijîşkî bi bihayên sembolîk pêşkêş dikin û wiha got: “Klînîkên gel bi hemû beşên xwe (lênerîn, labrotwar û dermanxane) xizmeteke bijîşkî ya baş ji bo gel pêşkêş dike.”
Klînîkên Gel ku di sala 2021”an de di meha Adar de li bajarê Qamişlo ji aliyê saziyên civaka sivîl hate vekirin, barê lêçûnên bijîşkî li ser welatiyan sivik kir.
Derbarê kar û xebatên Klînîkên Gel li bajarê Qamişlo Rêveberê Klînîkên Gel li bajarê Qamişlo Firas Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Klînîkên Gel 10 beşan di nava xwe de dihewîne ’
Firas Hesen destnîşan kir ku klînîkên Gel 10 beşan di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Klînîkên Gel li Qamişlo deh beşan dihwîne ew jî ev in: Beşa Hundirîn, Beşa Jin, Beşa Sinirî, Beşa Zarokan, Beşa Guh û Poz û Qirik, Beşa Gurçikan, Beşa Mîzok, Beşa Hestî, Beşa Nûjdariya Giştî û Beşa Diran. Di klînîkan de 54 bijîşk, rêveber û karmend dixebitin. Herwiha her beşek bijîşkên wê yên tayebt hene. Di beşa diranan de 6 bijîşk hene nebetê dikin. Di heman demê de 45 bijîşk xizmeta gundewarî hene ku tên alîkariyê bi me re dikin û hem jî bêhrtir fêrî kar dibin, di beşên din de jî em hewil didin ku di heftiyê de sê roj bijîşkên van beşan hazir bin. Klînîkên gel li Qamişlo xizmetên bijîşkî yên berfireh pêşkêşî welatiyan dikin, gelek nexweşan bêpere derman dikin. Mesrefa dermankirinê li gorî klînîkên taybet sembolîk tê hesibandin. Klînîkên Gel ku bi rêxistinên civaka sivîl ên li Qamişlo ve girêdayî ne, ji sala 2021”an vir ve xebata xwe berdewam dikin, rojane xizmetên bijîşkî ji nişteciyan re peyda dikin. Ew nexweşan ji saet 8’ê sibê ve û heta 2 piştî nîvro pêşwazî dikin pêşwazî dikin, tenê roja înê betlaneye.”
‘Di mehekê de derdora 7 hezar nexweş serî li van klînîkan didin’
Firas Hesen diyar kir ku buhayê lênerîna bijîşkî li klînîkên bijîşkî yên gel ji sedî 60 ji klînîkên bijîşkî yên taybet kêmtir e û wiha got: “Lêçûna lênerîna bijîşkî ya taybet li cem hin bijîşkan gihîştiye zêdetirî 75 hezar lîreyên Sûrî, lê li klînîkên gel 15 hezar lîreyên Sûrî ye. Dermanxaneya wê dermanan bi bihayên ku ji yên dermanxaneyên din erzantir in. Di heman demê de gelek rewş bêpere jî têne dermankirin. Di mehekê de derdora 7 hezar nexweş serî li van klînîkan didin.”
Rêveberê Klînîkên Gel Firas Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêxistinên têkildar destekê nadin, amûra endoskopiya xwarinê û wênekişandina panoramaya diranan tune ye, herwiha cihê me li gorî nexweşên ku serdana me dikin biçûke, cihekî mezintir ji me re pêwîst dike û di demên pêş de ev pirojeya me ye ku em cihê xwe mezintir bikin. Ger çi giliyek li ser kîjan bijîşkî hat, wê demê rêveberî çareyekê ji vê pirsgirêkê re dibînie. Em rewşa aborî ya nexweşxan jî dizanin û piranî nexweş bê pere tên dermankirin.”





