Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amedekariyên pêşengiha Şehîd Herekol a 9’emîn

19/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Amedekariyên pêşengiha Şehîd Herekol a 9’emîn

JINHAGENCY

Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê TEV-ÇAND’ê û endamê komîteya amedekar a 9’mîn pêşengiha şehîd Herekol Xelîl Tehlo diyar kir ku ew bi coşeke mezin amedekariyên 9’emîn Pêşengiha Şehîd Herekol dikin û got,“ Em hewl didin ku îsal 9’emîn Pêşengiha Şehîd Herekol li ser asta cîhanî were lidarxistin.”

Gelek amedekarî ji aliyê Desteya Çandê, Yekîtiya Rewşenbîran û TEV-ÇAND’ê ve ji bo lidarxistina Pêşengiha Şehîd Herekol tên kirin. Herwiha wê pêşengeh di 15’ê Cotmehê de li parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Di derbarê amedekariyên 9’emîn Pêşengiha Şehîd Herekol de hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo ji Rojnameya me re axivî.

‘Em bi coşeke mezin amedekariya pêşengehê dikin’

Xelîl Tehlo di destpêka axaftina xwe de wiha got:“ Em îsal bi coşeke mezin amedekariyên 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol dikin û heta astekê baş hazirtî tên kirin. Herwiha wê pêşengeh di 15’ê Cotmehê de, li parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Me hemahengî bi kampaniya Şemal re kirî ye da ku ew sîstema pêşengihê birêve bibe. Em hewl didin bi hemû weşanxan, çapxane û pirtûkxaneyan re alîkarbin. Di heman demê de, çi kesên ku derfetên wan kêmbin û werin pirtûkan bigirin, em ê bi wan re jî alîkar bin.”

‘Em hewl didin ku pêşengeh li ser asta cîhanî were lidarxistin û şopandin’

Xelîl Tehlo da zanîn ku wê îsal zêdetirî 100 çapxaneyên xwecihî û navnetewî tevlî pêşengehê bibin û wiha got:“ Me niha dest bi ragihandina tevlîbûna weşanxaneyan kirî ye, ev ragihandin jî li ser asta cîhanê ye. Berî niha pêşengeha Şehîd Herekol li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihate lidarxistin. Lê em hewl didin ku îsal 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol li ser asta cîhanê were lidarxistin, da ku pêşengeha Şehîd Herekol bibe pêşengeheke cîhanî. Em dixwazin ku pêşengeh li ser asta cîhê were lidarxistin. Da ku hemû kes tevlî pêşengehê bibe, ji bo vê yekê em gelek hewldanên xwe dikin.”

‘Daxwaza me ew e, ku weşanxaneyên cîhanî jî tevlî pêşengehê bibin’

Tehlo anî ziman ku ew dixwazin bi sîstemeke nû têkilyên xwe berferhtir bikin û wiha pêde çû:“ Em li gorî derfetên xwe amedekariyên 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol dikin. Di heman demê de, em dixwazin ku cihê 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol fireh û mezin be, hem bazar, pirtûkxane, tiştên girêdayî bi pirtûkan û tiştên kevnar yên ku bi desta tên çêkirin lê hebin. Lê ya herî girîng em dixwazin ku weşanxaneyên cîhanî jî tevîl 9’emîn pêşengeha Şehîd Herekol bibin, ji welatên mîna Kendava Erebî, Misir, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Bakur Kurdistanê û heta di asat navnetewî de jî armanca me ew e, ku tevlîbûn çêbibe.”

Hevserokê TEV- ÇAND’ê Xelîl Tehlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me niha komîteyek avakirî ye, ev komîte jî ji Desteya Çandê, Yekîtiya Rewşenbîran, TEV- ÇAND’ê pêk tê. Em bi giştî li hev dicivin û biryaran li ser pêşengihê distînin. Niha Sûriyê di nava aloziyeke mezin de jiyan dike û rewş ne aram e. Ji ber vê yekê weşanxaneyên ji Şamê, Heleb û bajarên din yên Sûriyê nikarin tevlî pêşengehê bibin, ev yek jî dibe astengî li pêşiya karê me. Herwiha em bi hêvî ne ku ji Başûr û Rojhilatê kurdisatanê jî cihê xwe di pêşengihê de bigrin.”

 

 

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.