Dilîn Ehmed/Qamişlo
Di 4`mîn salvegera Şehîd Sosin Bîrhat de Xûşka wê Îlham Mihemed got ku; Fermandar Sosin hertim bi hêviyekî pir mezin li jiyanê mêyzedikir û wiha digot” Keda kar û xebatên me wê vala naçe, destkeftiyên ku me heta niha bi dest xistiye, vê yekê mîsoger dike”
Ji bo azadiya xaka xwe û jiyaneke bi rûmet, dîroka Kurdan bi berxwedan û têkoşîna dagirtî ye. Bi taybetî piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi pêşengiya jinê destpêkir, gelê Kurd dîrokeke nû bi xwîna keç û xortên xwe neqişand. Bi berxwedaneke bê hempa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd bi ked û têkoşîna xwe Şoreşa Rojava mîna derfeteke zêrîn dîtin da ku di jiyanê xwe de bibin xwedî maf. Encamê vê têkoşînê destkeftiyên pir mezin bi destxistin. Ji bo wê dewleta Tirk ya dagîrker dest bi êrişên xwe kir. Mixebin hin kes jî bi lîstokên wê yê li dijî mirovahiyê dihatin xapandin û dibûn Sîxorên wêç ji bo çend quriş pere dest, wan ket xuyna gelê kurd.
Di 4`mîn salvegera Şehîd Sosin Bîrhat de, Xwişka wê Îlham Mihemed li ser kesayet û tekoşîna Şehîd Sosin Bîrhat ji rojname ya me re axivî.

“Şehît Sosin Bîrhat kiye”
Bi hezara kesayetên navdar û yê di civakê de xwedî roleke girîng bû, dibûn armanca mîtan, yek jê jî Şehîda Sosin Bîrhat navekî ku li seranserê Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê navdar e. Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat) 1`ê Çileya 1976`an li gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê di nava 6 xwişkan de, çavên xwe li cihanê vedike. Sosin keça çaremîn ya malbatê bû. Malbata wê di sala 1986`an ve li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zarokên xwe mezin dike. Şehît Sosên jî wek jinekî zana û bi biryar tevlî nav xebatan dibe û di emrekî biêûk de bar digre ser mile xwe, Çanda ku ji malbatê digre û bi rihekî welatparêz tevlî xebatan dibe. Şehît Sosin Di 19`ê Tebaxa 2021’an bi desteka Mîtê bi 3 rêhevalên xwe re tevlî karvanê nemiran dibe
`Şehît Sosin di zaroktiya xwe de berpirsyarê girt ser mile xwe `
Îlham Mihemed ku ew jî li ser şopa xwîşaka xwe di Ofîsa Têkilên Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD weke endam cihê xwe digire li ser bîranîna Ş. Sosin Bîrhat, Îlham wiha axivî:“Sosin ji zaroktiyê de xwedî kesayetek berpirsiyar bû. Lewra ew ne tenê ji bo xwe jiyan dikir ew bi pirsgirêkên mirovên derdora xwe jî mijûl dibû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwe berpirsyar didît. Ne tenê di malê de her wiha li dibistanê jî pir ji hevalên xwe hezdikir miroveke fedekar bû. Di heman demê de jî mirovên derdora wê jî pir ji rihê wê yê hevaltiyê hez dikirin. Lewra dixwest her kes di aramiyê de bijî. Mirov dikare bêje ji zaroktiya wê de kesayetek ku rihekî wî yê berpirsiyartiyê tê de hebû.”
Ji bo pêkanîna biryara xwe bi îsrar bû
Îlham wiha behsa kar û xebatên Şehîd Sosin kur û Wiha anî ziman” Şehîd Sosin di 12 saliya xwe de tevlî Koma Agirî ya govendê dibe, piştî çend salan ji bo lidarxistina şahiya 15`ê Tebaxê weke koma govendê berê xwe dide Lubnanê. Li wê derê biryar xwe ya tevêîbûna rêxistinê dide, lê Rêber Abdullah Ocalan ji komê re civîneke li dar dixe û têde ji bo biryara wê wiha dibêje: “Temenê we biçûke divê hûn biçin dibistanê xwendina xwe berdewam bike lewra di pêşeroja me de xwendevan ji me re pêwîstin.” Şehîda Sosin vedigere malê û xwendina xwe heta bekelorya berdewam dike û ji malbata xwe û rêxistinê re wiha dibêje: Niha temenê min mezin bû, ti kes nikare li pêşiya biryara min bisekine.” Şehîd Sosin hem erkê xwe yê di nava koma Agirî de pêk tîne, hem jî li Şêx Mexsûd de di nava gel de kar dikir. Herwiha ji bo rengê jinê teybet hebe Ş. Sosin komeke govendê ya xweser avakir. Di sala 1995`an tevlî rêxsitinê dibe piştî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan sala 1998 derbasî çiya dibe.
`Ji bo jiyaneke azad rêya têkoşînê hilbijart`
Îlham Mihemed destnîşan kir ku, tişta ku hişt Ş. Sosin vê rêyê bipejirînin, ji bo zindîkirina nasnameyê gelê Kurd bû. Û got; “Di jiyana me de hemû hêz li dijî nasnameya gelê Kurd bûn, lewra Sosin ji bo doza gelê xwe ev rê hilbijart. Dixwest dîrok û çanda gel ji qirkirinê biparêze. Herwiha tişta ku hişt Sosin tevlî têkoşînê bibe ewe ku, weke jin bide diyar kirin ku ew jî di civakê de xwedî roleke girînge û dikare bi kar û xebata xwe li dijî desthiladaran serî rake. Lewra ew aşiqê jiyaneke bi rûmet û wekhev bû.”
Di hevdîtina dawî de wiha dibêje
Beriya ku Şehîd Sosin Bîrhat bighêje asta şehadetê, xwîşka wê Îlham wê dibîne. Îlham wiha behsa hevdîtina xwe ya dawî dike: “Sosin bi hêviyeke pir mezin li pêşerojê dinêrî û ji min re wiha got, “Keda karê ku niha em dikin vala naçe, destkeftiyên ku me bi dest xistî vê yekê misoger dike. Heriwha jiyana biratiyê ya dinavbera pêkhateyan jî, encama projeya netewa demokratîk e” lê hêviyên Sosin yê mezin rizgarkirina bajarê Efrîn bû. Çunkî dema me behsê Efrîn dikir bi hesret wê jî behsê dikir. Dixwest ku mîna berxwedana ku li Heleb û Şêx Meqsûd e kir, xeyalên wê ew bû ku di rizgarkirina Efrîn de jî berxwedanê bike.”
`Bi saya şehîdên me di tevahiya Sûriyê de, tenê cihê me aram maye`
Îlham got; Ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, ji bo parastina wan destkeftiyan erkê tevahiya mirovahiyê ye. Lewra keç û xurtên me ji bo ku em azad û bi rehatî jiyan bikin canê xwe feda kirin. Divê em jî ji bo pêkanîna xeyalên wan li ser şopa wan bi îsrarbin. Ya girîng û pêwîst ewe ku, em ji projeya rêveberiya xwe bawer bin, çunkî pirojeyeke demokratîk e. Ji bo wê jî eger em bibînin ku niha cihê herî aram di tevahiya Sûriyê de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”
Şehît Sosin bi destê mîtê Şehîd bû
Li ser bandora şehadeta Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed hest û daxwaziyên xwe wiha anî ziman: “Şehadeta Sosin weke kesayet pir bandor li min kir, bi taybetî ji ber ku bi destê xayînan şehîd bû. Lewra hîn jî Sosin xewn û xeyalên xwe yên ji bo rizgarkirina Efrînê pêk ne anî bû. Wê jî û me jî dixwest ku hîn bêtir kar û xebat bike. Ji bo wê li ser navê malbata Ş. Sosin û navê tevahiya gelê Baku û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd, bangewaziya min ji dewletyên navneteweyî re ew e ku, destekên bidin sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin. Vê projeyê weke nimûne ji bo tevhiya Sûriyê bigirin dest. Lewra yê ku van nakokiyên heyî ji holê rake ev projeye.”
`Pêkanîna xeyalên şehîdan erkê nifşên nû ye`
Îlham Mihemed axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di dema me ye dawî de nifşên me yê nû dibin ermanca lîstokên dijmin ku dihêlin bi teknolojiyayê re zêdetir mijûl bibe û ji jiyana xweser dûr bikevin. Ji bo vê yekê ez bang li wan dikim û dibêjim, yê ku tola şehîdan rake hûnin divê hûn zêdetir bi rêxistinbûyînê mijûl bibin. Ji bo azadiyê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşê, ya pêwîst ewe ku di nav refên xweparastinê de cihê xwe bigirin. Ji bo rê li ber kiryarên dasthiladaran were girtin ku careke din xaka me dagîr nekin, ev yek gereke.”






