Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Anahîd Qesabîyan diyar kir ku lidarxistina Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan ji bo raya giştî peyamek bû. Hemû pêkhateyên ku beşdarî konferansê bûn helwesta xwe ya aşîtî, wekeviyê û demokrasiyê nîşandan.”
Di 8’ê Tebaxê de konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Ev Konferansa pêkhateyan li Sûriyê û tevahiya cîhanê deng veda û pêkhateyên herêmê tekezkirin ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê misogeriya çareseriya pirsgirkên ku li Sûriyê jiyan dikin û hembêzkirina hemû gelan e. Di derbarê girîngiya Konferansa Yekhelwesta pêkhateyan, Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Anahîd Qesabîyan ji Rojnameya me re axivî.
‘Giringiya lidarxistina konferansa pêkhateyan’

Anehîta Qesmîyan anî ziman ku lidarxistina Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan di vê demê de xwedî girîngiyeke mezin bû û wiha got:“Konferansê pêkhateyan yê ku tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê beşdarbûn, nameya aşîtî û wekheviyê bû. Herwiha hemû pêkhateyên ku beşdarî konferansê bûn helwesta xwe ya aşîtî, wekhevî û demokrasiyê nîşandan. Di heman demê de, pêkhateyan gotin ku em Sûriyeke ne navendî û Demokratîk dixwazin. Ya herî girîng ku di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan de dengê hemû pêkhateyan hate dayîn û gotin ku yekîtiya pêkhateyan riyeke ber bi Sûriyeke azad û Demokartîk e.”
‘Lidarxistina konferansa Pêkhateyan bingehe ji bona Sûriya pêşerojê’
Anahîd axaftina xwe wiha berdewam kir:“ Lidarxistina Konferansa Yekhelwestiya pêkhateyan bingehekê ji bo Sûriyeke nû ava dike. Di heman demê de, em dibînin ku rojane li Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve komkujî li dijî gelên Sûriyê tên kirin. Herwiha heta vê kêliyê jî komkujî li dijî civaka Elewî û Durziyan berdewam dikin, gelek ji civaka Elewî û Durzî li ser destê hikumeta veguhêz a Şamê hatin kuştin. Ev kiryarên hikumeta veguhêz a Şamê Sûriyê ber bi parçebûne ve dibe û ev hikumet tenê yek alî û yek rengî tê meşandin. Lewma ji dema ku hikumeta veguhêz a Şamê hatiye li ser desthilatdariya, alûziyên li Sûriyê hîn hûrtirbûne. Ji ber vê yekê ev hikumet bi vî rengî bi tu awayî nikare nasnameya hemû pêkhateyan hembêz bike. Lê ev konferansa Yekhelwesta pêkhateyan bû bersivek ji bo van komkujiyên ku li Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve tên kirin.”
‘Pêkhateyên herêmê bi xwesteka xwe beşdarî konferansê bûn’
Anahîd Qesabîyan da zanîn ku pêkhateyên ku tevlî konferansê bûn ne hatibûn ku tenê qada civînê bi reng bikin an jî wêneya siyasî bi temam bikin û wiha pê de çû:“ Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîn û xwesteka xwe beşdarî konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan bûn. Di heman demê de, helwesta pêkhateyan giştî bi hest û berpirsiyariyeke dagirtî bû.”
‘Li darxistina konferansa pêkhateyan ji bo raya giştî peyamek bû’
Anahîd Qesabîyan eşker kir ku lidarxistina konferansa Yekhelwesta pêkhateyan ji bo raya giştî nameyek bû û wiha domanid:“ Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan ku di 8’ê Tebaxê de hate lidarxistin di tevahiya cîhanê de deng veda û konferans ji bo raya giştî peyamek bû. Herwiha piştî konferansa Pêkhateyan bi dawî bû yekser ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve reşkirina konfiransê hate destpêkirin û kesên ku di konfiransê de amede bi parçebûna Sûriyê hatin tewanbarkirin. Reşkirina konfiransa pêkhateyan di serî de ji milê dewleta tirk ve hate kirin û herwiha fişar li hikumeta Sûriyê ji milê dewleta tirk ve hate kirin ji bona ku beşdarî civîna parîsê nebe.
Dewleta tirk ji hemû milî ve naxwaze ku li Sûriyê aramî û aştî pêkwere û ji bona vê yekê hemû rê û rêbazan ji bona pêkanîna vê yekê dike.
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen, Anahîd Qesabîyan axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Pêwîst e pêkhateyên li herêmê ji hişmediya niha xilas bibin, heriwha pêwîst e ku em zanibin ku rûmeta her pêkhateyekî beşek ji rûmeta me ya giştî ye. Di heman demê de, ji bo Sûriyeke Demokratîk û wekhev were avakirin, pêwîst e pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re yek dest bin û xebatê ji bo vê yekê bidin meşandin.”






