Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji destpêka hatina desthilata nû ya Şamê û heya niha komkujî li Sûriyê nehatine rawestandin, bi taybet li perava Sûriyê û Siwêdayê. Li kêleka komkujiyên mirovî xweza jî tê qirkirin, di kêmî salekê de piraniya daristanên Sûriyê hatin şewitandin û sûcdarên van kiryaran jî nayên cezakirin.
Ji dema hatina HTŞ’ê li ser desthilata Sûriyê komkujî, kuştin, kiryarên dijmirovî û talankirina mal û milkên pêkhateyên herêmê heya roja îro jî îro berdewam e. Di destpêkê de komkujî li dijî pêkhateya Elewî ji hêla komên biyanî ku girêdayî hikumeta nû ya veguhêz pêk hat, bi hezaran kes hatin kuştin û gelek jin hatin revandin û li dijî wan destdirêjî hat kirin.
Di dema dawî de jî li dijî li Swêdayê li dijî Durziyan komkujî pêk hatin, lê vê carê bi navê eşîreyan şer dan destpêkirin da ku şereke navxweyî di navbera pêkhateyan de derxînin. Heya niha li dijî bajarê Siwêdayê ambargo heye.
Xweza jî ji qirkirinê bêpar nema
Komkujî û qirkirin ne tenê li ser mirovan hate pêkanîn, lê belê xweza jî para wê di van kiryarên hovane de hebû. Berî niha agireke mezin li berava Sûriyê rûda û lêpirsîn nehate kirin di encamê de sûcdar derfeteke din dîtin da ku careke din van kiryaran bikin.
Ev zêdetirî 5 rojan e agir bi daristanên berava Sûriyê û hineke cih ji bajarê Hemayê ketiye, rêjeyeke mezin ji daristanan hatine şewitandin, heta niha hikumeta Şamê tu daxuyanî an jî lêpirsîn venekiriye.
Alîkariya Rêveberiya Xweser ji bo vemirandina şewatên daristanan
Di 15’ê Tebaxê de, Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêveberiya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a herêmê dest bi amadekariyan kir da ku tîmên agirkujiyê ji bajar û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişînin deverên beravê, da ku beşdarî hewldanên vemirandina agirên li wir bibin.
Ev gav berdewamiya hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji bo dabînkirina alîkarî û piştgiriya xizmetguzarî ji herêmên Sûriyeyê yên bandordar re ye, berî niha jî di tîrmehê de tîmên agirkujiyê yên wê beşdarî vemirandina agirên bi heman rengî yên ku li beravê qewimîn bûn.
Hevseroka şandeya Rêveberiya Xweser ji bo danûstendina bi hikumeta Sûriyê ya veguhêz re Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê “X” tekez kir li ser pêwistiya hevgirtinê ji bo parastina daristanan, herwiha destnîşan kir li ser giringiya naskirina sedema dûbarekirina van agiran.
Foza Yûsif şewitandina dar û daristanan weke “Sûc” wesif kir ku divê berpirsyarên wê bêne cezakirin.
Di roja 3’emîn de tîmên agirkujê li hêviya bersiva hikumeta veguhêz in
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî beşek ji erkê xwe yê mirovî û bi ruhê hevgirtina civakî, karwanek piştgiriyê ji tîmên agirkujiê yên bi tevahî amûrên pêwîst şand ji bo destekdayîna vemirandina agirê li deverên berava Sûriyê û Hemayê bike.
Tevî ragihandina amadebûna piştgiriyê, tîmên agirkujê li hêviya bersiveke fermî ji hikumeta veguhêz a Sûriyê ne, ku ev yek rê li ber şandina wan bo agirên ku li herêmê diqewimin digire.





