Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Şanda Kurdî Perwîn Yûsif destnîşan kir ku ew weke Şanda Kurdî a Hevbeş heya niha hevdîtin bi hikumeta Şamê ya veguhêz re nekirin e û wiha got: “Dema ku lihevkirinek girêdayî mafê gelê kurd di çarçoveya lihevkirina 10’ê Adarê de bi şanda Rêveberiya Xweser pêk bê, em ê dest bi diyalogê bikin.”
Di 26’ê Nîsana 2025’an de Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hate li dar xistin, bi armanca pêkanîna danûstandin û diyalogê bi Şamê re ji bo doza Kurdî, di encamê de şandeyeke hevbeş ya kurdî hate avakirin ji bo diyalogê bi hikumeta veguhêz, aliyên navdewletî û Kurdistanî bikin. Di 4’ê Pûşberê de yekemîn civîna damezrîner hate li dar xistin bi beşadriya fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê û Rohilat Efrîn û dîwana konferasnê Îlham Ehmed.
Civînên asayî yê Şanda Hevbeş ya Kurdî
Şanda Hevbeş a Kurdî di 5’ê Tebaxê de li navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî lidar xist.
Di civînê de mekenîzmeya ku bibe bingeh ji bo rêxistinkirina kar û xebata di navbera endaman de hate nîqaşkirin, herwiha nêrînên hevbeş hatin gutûbêjkirin.
Di civînê de hate tekez kirin li ser wê yekê ku dê civîn bi awayekî rêkûpêk bêne berdewamkirin ji bo temamkirina nîqaşên ku wê xizmeta daxwazên gelê Kurd bikin.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Şanda Kurdî ya Hevbeş Perwîn Yûsif ji rojnameya me re axivî û destnîşan kir ku civînên wan di asta çawaniya danûstendinên bi hikumeta Şamê re bikin ji bo karibin bi nêrîneke hevbeş rastiya gelê kurd ji pêkhateyên Sûriyê re bidin naskirin û wiha got: “Di civînê de nîqaş li ser encamnameya konferansê hat kirin, çawa karibin di pêşerojê de van mijaran destbigrin û bi hikumeta Şamê ya veguhêz re gotubêj bikin.” Hevseroka Şanda Kurdî Perwîn Yûsif wiha got:“Em dixwazin hevsengiyekê di navbera Şanda Rêveberiya Xweser û ya Kurdî de çêbikin, em li hêviyê ne ku Şanda Rêveberiya Xweser bi hikumeta Şamê re ku li ser hin xalên sereke li hev bikin di çarçoveya lihevkirina peymana 10’ê Adarê de, da ku li ser erdê bê pêkanîn bi taybet xalên girêdayî maf û hebûna gelê kurd, êdî weke Şanda Kurdî ya Hevbeş em ê dest bi hevdîtinan bikin.” Perwîn Yûsif destnîşan kir ku heya niha Şanda Kurdî ya Hevbeş tu hevdîtin bi Şamê re nekirin e, lê di bernameya wan de ye û amadekarî jê re têne kirin Hevseroka Şanda Kurdî Perwîn Yûsif tekez kir ku diyalog û danûstendin wê ne hêsan bin, lê bi israr wê bikaribin çareseriyê bi diyalog û danûstendê pêk bînin û wiha bidawî kir: “Hikumeta Şamê ya veguhêz heya niha kiryaran li dijî hebûna gelê kurd û pêkhateyên din pêk tîne, helwesta wan neynî bû ji bo konferansa kurdî û encamên wê, herwiha zimanê dijber û tundiyê li ser gelê kurd û herêmê bi giştî dimeşîne. Herwiha bi riya diyalogan em hêvî dikin ku em helwestên hev baştir nasbikin û bighêjin çareseriya ku xizmeta gel bike.”






