Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya bajarê Dêrikê civîna xwe ya nîva salê li darxist

17/08/2025
in NÛÇE
A A
Şaredariya bajarê Dêrikê civîna xwe ya nîva salê li darxist
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şanredariya Bajarê Dêrikê civîna xwe ya nîva salê li darxist, têde pirojeyên xwe yên ku pêk anîn ji gel re şîrove kirin û pirojeyên nû ragihandin.

Şaredariya Bajarê Dêrikê li çand û hunera Dicle ji gel re civîna xwe ya 6 mehan li darxist, têde pirojeyên xwe yên ku pêk anîn şîrove kirin û pirojeyên nû ragihandin. Bi amadebûna hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser û hevserokê komînên taxan ev civîn li dar ket.

Di destpêka civînê de hemû hazir xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê ji bo nirxandina rewşa siyasî Siyabend axivî û anî ziman ku li seranserî cîhanê şer pêk tên û rojev ber bi guhertinê ne û pêwîstî heye bi hevgirtina gelan û gel dev ji pirojeya netewa demokratîk bernede.

Di heman demê de şaredariyê rapora xwe ya 6 mehan ku kar û xebatên di bajar de dayîn meşandin bi sinîfiszonekî ji gel re pêşkêş kirin. Paşê hevserokê şaredariyê Ciwan Hesen rapora xwe ya aborî ji haziran re xwend û pirojeyên ku wê pêk bînin bi awayekî zelal da diyar kirin. Her wiha anî ziman ku pirojeya wan a ronîkirina taxan wê di dema pêş de berdewam bibe, taxên ku hewceyî zifitkirinê wê çêbibin. Di heman demê de wê di demake nêz de gerac ji bo erebeyên mezin were vekirin da ku riyên bingehîn di bajar de xira nebin û wê ji bo erebeyên di nava bazara bajar de wê gerac jêre were çêkirin. Her wiha ji niha û serê salê pêwîste xanên sewalan û kargeh ji bajar derkevin û taxa cûdî were berfireh kirin. Pirojeya avakirina dikanîn pêşezayê wê berdewam bibe.

Her wiha şaredariyê derfet da gel ku rexne û pêşinyarên xwe bînin ziman, di derbarê kar û xebatên ku şaredariyê dayîn meşandin. Di heman demê dehaziran anîn ziman ku ji ber kêmbûna baranê ava bajar ber bi ziwahiyê ve diçe pêwîstî heye Şaredarî di demeke nêz de bikaribe alêkariya bajar bike di milê peyda kirina avê. Her wiha diyar kirin ku her cihek di bajar de bûye istismar pêwîste rê li pêşiya vê yekê were girtin da ku bajar vegere wek berê û gelek kesan zeviyên çandinyê kirine cihê avakirinê ev yek dihêle taybetmendiya çandiniyê di bajar de nemîne.

Di dawiya civînê de jî şaredariyê hemû nîqaş û nêrînên gel girtin ser milê xwe da ku bi yek destî li gor rewşa heyî van pirsgirêkan çareser bikin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.