Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc çalakirina komîteyên xizmetguzarî û civakî ye’

17/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanc çalakirina komîteyên xizmetguzarî û civakî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêvebera Meclisa Giştî ya bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed û hevserokê Komîna Şehîd Cesûr li Taxa Enteriyê Ehmed Amûdê diyar kirin ku armanca wan ji civînên berdewam ên meclis û komînan, çalakirina komîteyên xizmetguzarî û civakî di nava komînan de ye, herwiha zêdebûna beşdariya gel di xebatên komînan de.

Meclisa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28’ê Hezîranê de li ser karê komîn û meclisan civînek li dar xist. Biryar hat dayîn ku karê komîn û meclisan ji nû ve were nirxandin, ji bo pêkanîna sîstema civakî bi awayekî baştir, zêdetir xebat were kirin. Ev biryar roja pêncşemê wekî rojeke taybet ji bo paqijiyê û roja şemiyê jî wekî rojeke ji bo beşdarbûna di xebatên komînan de, hat destnîşankirin.

Di vê çarçoveyê de, di hemû bajar û gundên herêmê de, di nav de Qamişlo, civînên komînan tên lidar xistin.

Girêdayî vê mijarê Rêvebera Meclisa Giştî ya Bajara Qamişlo Hêvî Ehmed û hevserokê Komîna Şehîd Cesûr a taxa Enteriyê Ehmed Amûdê ji Rojnameya me re axivîn.

Rêvebera Meclisa Giştî ya bajara Qamişlo Hêvî Ehmed diyar kir ku pêwîst e komîteyên bingehîn di komînan de ji nû ve werin çalakirin û wiha domand: “Em dixwazin sîstems nû bixin nav komîteyên ku di komînan de hene, ji ber vê yekê em civînên giştî bi hevkarên xwe yên rêveber û endamên komînan lidar dixin. Herwiha em ê serdanên di nava gel de zêde bikin da ku em fikir û rewşa wan bizanibin û wan di pergala rêxistinê de beşdar bikin. Astên destpêkê rêxistinî ye, em ê çalakirina komîteyên xizmetî bigrin dest, ji ber ku ev xebat bingeha têkiliya rojane ya bi gel re ye. Planên me hene ji bo belavkirina  erkên xuyayî li ser komîteyan. Em ê bi komîteyên xizmetî û tenduristiyê dest pê bikin û heta civakî û perwerdehiyê dewam bikin. Nebûna têkiliyan di navbera wan de yek ji sedemên bingehîn yên kêmasiyan bû. Em dixwazin ku komîn ne tenê şeklî be, divê ew çalak û pêşketî be û bi erkê xwe rabe berî ku pirsgirêk mezin bibe.”

Hêvî Ehmed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rola gel û wiha got: “Bê beşdariya gel em ê serkeftinan qezenc nekin. Ji ber vê yekê em li ser mekanîzma têkiliyên rasterast bi wan re dixebitin, an jî bi civînên girseyî an serdanên malan. Em dixwazin nêrînên wan bibînin û wan di stendina biryaran de beşdar bikin, da ku hîz bikin dengê wan tê bihîstin û ew beşek ji çêkirina biryaran in. Civîn di 9’ê Tebaxê de dest pê kirin û li gorî plana heyî ê wê berdewam bikin û piştre wê konferansa giştî li Qamişlo bê lidarxistin.”

Avakirina ewlehiyê di navbera komîn û qada wê de

Hevserokê Komîna Şehîd Cesûr li taxa Enteriyê Ehmed Amûdê anî ziman ku ev civîn derfeteke ji bo sererastkirina rêya xebatên komînan û wiha got: “Di mehên borî de em têgihiştin ku çalakiya hin komîteyên taybetî yên komînan, bi taybetî yên xizmetî, lawaz bûn û ev li ser peydakirina pêdiviyên gel zext kir. Hin kes ji komînan bê bawerî bûne. Ev yek jî ji ber derengbûna çareserkirina pirsgirêkan bû. Ji ber vê yekê, ev civîn destpêkeke nû ye ku beşdariya rastîn a hemû kesan di xebatan de hebe. Armanca me ew e ku baweriya di navbera civak û komînê de ji nû ve were avakirin û her kes hîz bike ku rola wî di rêveberina qada wî de heye.

Ahmed Amûda axaftina xwe wiha qedand: “Di Qonaxa duyemîn de wê li hemû herêman konferansê giştî bên lidarxistin û destûr bê dayîn ku her kes beşdar bibe û kêmasiyan bîne ziman. Herwiha di dawiyê de rêyên çareseriyê bên dîtin. Ev konferans mînake rast ya demokrasiyê ye ku her kes wê cihê xwe lê bigre û pêşinyarên xwe bîne ziman. Niha jî di çarçoveya berfirehkirin û sererastkirina komîn û meclîsan de  komîteyên taybet li hemû bajarok û gundên Herêma Cizîrê serdan dikin. Li vir diyalogên vekirî di navbera xebatkarên komîn, endamên meclis û gelên herêmî pêk anîn, da ku ne tenê rêbazên heyî baştir bikin lê herweha hevkariya civakî zêde bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.