Esma Mistefa/Qamişlo
Partiya Nûjen û Demokratîk li Qamişlo ji bo zarokan xebatekî perwerdekirina zarokan ji wênexêziyê re ku 3 heyvan dirêj kiribû, dabûn destpêkirin. Ev xebat bi pêşengehekê ji berhemên zarokan bidawî bû.
Ji aliyî Partiya Nûjen û Demokratîk ve li bajarê Qamişlo pêşengehek ji bo zarokan hat lidarxistin. Ev xebat bi betlaneya dibistanan re hatibû destpêkirin û nêzî 3 heyvan berdewam kir. Ev xebat bi armanca pêşxistina zarokan di aliyê wênexêziyê de û bikaranîna dema wan di betlaneyê de hatibû destpêkirin. Her wiha di 17’ê Tebexê de bi pêşengehekê hat bidawî kirin.
Têkildarî naveroka vê xebatê û pêşengehê Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfe Mehmûd ji rojnameya me re axivî û got: “Ev bû demeke bi betlaneya dibistanan re me xwest em xebatekê ji bo zarokan pêş bixînin. Bi taybet me xwest xebatê perwerdekirina zarokan li ser wênexêziyê bidin avakirin, di vê
xebatê de zarokên 7 salî heyanî 12 salî ku nêzî 30 zarokî cihê xwe tê de girtin û ji aliyê mamosteyên taybet ve nêzî 3 heyvan hatin perwerdekirin. Piştî bidawîbûna perwerdeyê me xwest pêşveçûnên û berhemên wan bi rêya pêşengehekê pêşkêş bikin û di dawiyê de li ser du astan baş û herî baş warin xelatkirin. Ji bo wê yekê îro ev pêşengeh bi beşdarbûna zarok, mamoste û malbatên wan hat lidarxistin”.
‘Avakirina mejiyekê azad a zarokan’
Heyfa wiha axaftina xwe berdewam kir: “Armanca Partiyê bi giştî ji ber rewşa ku di Sûriyê de tê jiyankirin, hinekî ne hatiye asta aramiyê û aştiyê em hîn di rewşeke ne istiqrarê de jiyan dikin. Her wiha ji bo zarokan hê cihekî aram ku tê de xwe rihet bibînin û berhemên xwe tê de derxînin nehatiye dîtin ku bi taybet di demsala havînê de dibistan betlane dibin, ev zarok cihekî nabînin ku vê enerjiya xwe tê de vala bikin. Me xwest bi vê xebastê em van zarokan bihewînin û tiştên li gel xwe di rêya tablo û wênexêziyê de derxînin. Em bi vê yekê gelekî kêfxweşin. Bi malbat û mamosteyên wan re ev xebat dihat kirin ku me dît çiqasî zarok bi hev ve hatin girêdan û tiştên nû di xwe de didîtin. Di aliyê din de me didît ku di Sûriyê de sîstemek zordar dihat meşandin ku rê ji derketina fikirên azad a zarokan re venedikir, bi zihniyeta xwe her tişt li gor wan dihat meşandin.
A din zarok kengî azad xwe hîs dike; di navbera xwe, pênûs û firşeya xwe de, xwe azad û serbest dibîne. Avakirina mejiyekî azad ji zarokan re gelek girînge û divê em jî piştgiriya wê bikin. Helbet ev çalakî ne têrkerin, lê divê em di van mijaran de hîn zêdetir xebatên ji bo pêşxistina zarokan pêş bixînin”.





