Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Entegrebûnê pêş dixin an qirkirinê?

17/08/2025
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan

Entegrasyon ji pêvajoya anîna pergal, komnivîs, an jî pêvajoyên cûda yên bi hev re da ku ew bi hev re bixebitin tê gotin. Weke tê zanin di 10’ê Adara 2025’an de di navbera QSD û hikumeta Şamê ya vegûhez de peymanek hat imzekirin. Li gorî xalen wê peymanê yek ji şertên HTŞ ev bû ku QSD bi artêşa Şamê re bibe yek. Ev hevok an ji têgîne di pêvajoyên dawî ye taybet li Sûriyê ji bona QSD’ê pir tê bikaranîn! Gelo artêşek entegre bi artêşeke din re bibe yek çi dibe? Ev dibin hêzên hevpar ku her du hêz ji bona welatê ku te de têkoşînî dimeşînin dibin hêzên xurt. Lê rewşa ku ji bona QSD’ê tê qalkirin ne bi heman şêwazî ye. Weke tê zanin piştî desthiladariya Rejîma Baasê ya bi salan zilm û zordarî gotin bi cih de be mirov dikare bêje “paşayê nû, yê berê da gerandin’ dikare bê gotin. Ji ber ku ev desthilata ku niha Şamê de amade ye çekdarên DAÎŞ’ê û komên çete yen girêdayî dewleta Tirk in. Bi navê HTŞ’ê xwe rêxistinkirin û di nav demekê pir kurt de hema bêje li ser bajarên Başûrê Sûriyê serwer bûn. Ew ne bêxebera hîn welatan bû û di nav wê de Tirkiye jî cih digire. Veca bi kurtahî té gotin pêwist e QSD’ê entegre yanî tevlî wê artêşa ku bi piraniyên wan komên çekdar yên çete ne, bibe yek gelo. Ew tê wateya ku ev qetliam û qirkirinên wan komên çete yên li hemberî gelên Elewî û Durzî hatiye pêkanîn bê deng bimînin û bên pejirandin. Lê ew entegrebûna wê şert û mercên ji aliyê fermandarê QSD Mazlûm Ebdî re bi zimanekî tund hat redkirin.

QSD: ev entegrebûna ku hikûmeta Şamê û rayedarên Tirk dibêjin radestî ye

Li ser mijara entegrebûna artêşa HTŞ’ê fermandar û berpirsên QSD axivîn û hem destwerdana dewleta Tirk ya di karê Hindirîn yê Sûrîyê de rexne kirin û di heman demê de jî ku entegrebûn hebe ji çawa pêk were hat gotin.

Fermandarê QSD Mazlûm Ebdî di hevpeyvîna bi ANHA’yê re got:

“Entegrasyon hevkariyek radestîbûn e. Sûriyekî nû hatiye sazkirin, dê li ser hevkariyeke nû di navbera hemû pêkhateyên Sûrî de were avakirin. Ev yek bi zorê nayê kirin. Gelê Dêrazore û Reqayê dixwaze xwe bi xwe birêve bibe”

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo jî diyar kir ku ew ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî şer dikin û got, “Ji bo me ne gengaz e ku em bipejirînin ku hin mafên takekesî wekî ‘alîkarî’ têne pêşkêş kirin. Ew qet ji bo ‘gef’ çênebûne û got ku eger “aliyek ji ya din re bêje, ‘Were tevlî min bibe û her tiştê wê wekî berê be.’ ew ê ti carî entegrasyonê qebûl nekin.”

Balyozê Amerîkayê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê DYA ji bo Sûriyê Thomas Barrack dibêje: “Pevajoya li Tirkiyê bandorê li rewşa Sûriyê dike û ev gav diviyabû pir zûtir bihata avêtin. Ez kêfxweş im ku dibînim li Tirkiyê çi diqewime. Ev gaveke mezin e û tiştê ku em dibînin ev e ku tevahiya herêmê diguhere. Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (QSD) hevkarê sereke yê hikûmeta DYA  û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine. Em rêzê li wan digirin û ew dikarin tevlî hikumeta Sûriyê û  artêşê bibin.”

Yanî mirov dikare bi zelalî wan peyaman fêm bike ku Kurd ti caran nazivirin beriya 2011’an û ji bona qirkirina gelan destûr nadin. Lê mixabin, weke pêşengên şoreşê ji anî bûn li ser ziman hikumeta Şamê ya veguhêz entegre bûne weke radestîbûna Kurdan digir e dest. Ev helwest û hişmendiya faşîst ji aliyê welatparêz û têkoşerên kurdan ve nayê pejirandin. Gelo gelên Sûrîyê tevlî artêşa xwe bibin rast e, lê tenê bi siwana  yek netew  û hişmendiya olperest ve pêk bê? Her ol û netew dê bikare bi azad xwe rêve bib e û biparêze? Rewşa ku niha xuya dike, ev nîne û metirsiyê ava dike? Ji ber welatekê ku nikare xwe bi civaka xwe rêve bibe, aqil bi hindek din rêve biçe, ev ne dibe artêş, ne dibe welat..

Ji ber wê teqez e, hikumeta Sûriyê ya veguhez hişmendî û nêrînên tund, hemberî baweriyên cuda biguherîne û xwe bike gelêrî û rêvebiriyeke demokratîk. Wisa nebe li Sûriyê aramî nabe  û pêncê qirkirin û komkujiyan xelas nabe…

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.