Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Planên Tirkiyê têk diçin!

17/08/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Piştî komkujiyên ku li Siwêdayê bi destê komên ser bi Colanî ve pêk hatin, çavê hemû gelê Sûriyê ji bilî tunderew û derdorên wê, li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Her kes bendewariya gavên rêveberiyê bû ku pêşî li van komkujiyan bigre an jî cihên ku destê wê dighêje, barê xelkê Sûriyê hinekî sivik bike. Beriya Siwêdayê li Beravê jî komkujî pêk hatin û dîsa Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe seferber kirin û xistin xizmeta Sûriyên Elewî û vê carê jî destê alîkariyê dirêj kir û bi hemû awayî xwest ku ev komkujî rawestin.

Li aliyê din, ya ku herî zêde ji vê rola ku Bakurê Sûriyê girt ser milê xwe aciz, dewleta Tirk bû. Ji ber dît ku hevalbendên wan yên li Şamê her roj rûyê wan tê reşkirin û hêza QSD’ê roj bi roj nav û dengê wê li nava tevahî Sûriyê bilind dibe. Elewî dibêjin ew QSD qebûl dikin da ewlehî hebe û Siwêdayî jî bang dike da ku hêza bi pêşengiya Kurdan bibe benda li pêş çete û barbarên ser bi Colanî ve ku xelkê Sûriyê dikujin. Vê helwestê di qada navdewletî de jî şewqa QSD’ê ku bibe bingeh ji bo ewlehiya tevahî Sûriyê bilind kir. Dewleta Tirk a ku dît destê hevalbendên wê li hember Kurdan kin dibe, wezîrê Karê derve yê Tirkiiyê Hekan Fîdan bi lez çû Şamê û ji wan re got hemû danûstandinên bi QSD’ê re rawestînin.

Hemwextî vê tevgera dewleta Tirk û hin aliyên ku Colanî di bin kontrola wan de ya xweşkirina rûyê desthilata Şamê qaşo dixwazin Sûriya demokrat bikin û ne ew in ku komkujî pêk anîn e, li bajarê Hesekê konferansa hemû pêkhateyên Sûriyê hat lidarxistin. Di vê konferansê de ev cara yekem bû ku dengên Sûriyan bi hemû rengên xwe tê bilind kirin.  Ji Siwêdayê Durzî û ji Beravê Elewî, ji Cezîrê Kurd û Ereb û ji nava Sûriyê mirovên qedirbilind beşdar bûn. Vê yekê sewiya Rêveberiya Xweser hîne bilind kir ku ji herkesî re raber kir ew dikare hemû pêkhateyan li hev bicivîne û ji aliyên dijber re jî eşkere kir ku wê bi mejiyê şovenî û tundrewiyê ev welat ava nebe.

Herwiha ev rewşa li Sûriyê jî yekser bi pêvajoya ku di navber dewleta Tirk û rêber Apo de dimeşe ve girêdayî ye. Desthilata Tirk wiha difikire ku dema ew bi Abdullah Ocalan re danûstandinê bikin, ew ê Rojava lewaz bikin û bihêlin QSD’ê çekên xwe radestî Şamê bike. Bi vî awayî jî siyaseta qirkirinê ya li hember gelê Kurd li Rojava meşand û nekarî bighîne serî, ew ê bi riya vê pêvajoyê pêk bîne; ango Kurd çekan radest bikin û wiha werin daqurtandin. Lê Konferasa li Hesekê planên hemûyan daqurtandin. Dîtin ew nikarin Kurdan di Sûriyê de bêbandor bikin, vê carê wezîrê karê derve QSD’ê bi astengkirina danûstandinan tewanbar kir û di bin re zext li Şamê kir da li Parîsê bi Rêveberiya Xweser û Fermandarê QSD’ê re hevdîtinê neke.

Dîsa di hemwextî gurkirina xîtaba kuştina Kurdan li Şamê, dewleta Tirk dezgehên Ragihandinê yên ku li Hewlêrê bi zimanê Kurdî jî weşanê dikin xistin dewrê û li ser navê qaşo serokên Eşîrên Ereb û siyasetmedarên Kurd kes derxistin ser ekranan û dev avêtin QSD’ê. Di vir de, divê desthilata li Başûr a ku naxwaze Kurd bê maf bimînin, van çavkaniyên xirabiyê bêdeng bike. Ji ber siyaseta ku dewleta Tirk bi salaye dimeşîne, îro bûye sebeb ku roj bi roj dor lê teng bibe û encamên wê têkçûn be. Bakurê Sûriyê bûye hêz û ev hêz hêdî hêdî mezintir dibe û baweriya hemû xelkê herêmê jî distîne. Yê dijminatiya wê jî bike ew ê ti çarenûseke wî ya bi xêr nebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.