Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Canoyê 12 salî dildarê muzîk û hunera Kurdî ye

17/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Canoyê 12 salî dildarê muzîk û hunera Kurdî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Caniyar Bedir zarokekî Kurd e. Ji ber ku ew dildarê muzîk û hunera Kurdî ye, sê amûrên muzîkê anîne û hewl dide bibe muzîkjenekî binavûdeng. Caniyar anî ziman ku hêviya wî ew e ku asta hunera xwe li pêş bixe û Beşa Muzîkê li Peymangeha Bilind a Hunerê bixwîne.

Caniyar dixwîne û xwe hînî muzîkê jî dike

Cano an jî Caniyar Bedir zarokekî 12 salî ye, li gundê Nisran ê girêdayî bajarê Tirbespiyê di dawiya sala 2013’an de hatiye duniyayê. Li gundekî biçûk û malbateke ku ji 7 kesan pêk tê çavê xwe vekir, 3 bira û xwişkeke wî hene, ew kurê herî biçûk e. Caniyar li dibistana gundê xwe dixwîne, ew ê refê 7’an bixwîne, Cano di xwendina xwe de cêhatî ye û her tim pileyên bilind bi dest dixe. Ev nêzî çar salan e ku dest bi hînbûna muzîkê kiriye. Apê wî Ebdilcelîl Bedir jî muzîkjeneke û carcaran stranên folklorî dibêje, ji ber wê jî Cano bi hunera wî bandor bûye û daxwaza fêrbûna tembûrê li apê xwe kiriye.

Ji hunera Mihemed Şêxo û Şivan Perwer hez dike

Di bîr, hiş û sewdanê her zarokekî de armanc û xwestekek heye, hem jî ji qadeke taybet hez dike. Caniyar Bedir jî yek zarokên Kurdan e ku bi çanda Kurdî ve hatiye girêdan û ji hunera hunermendên kevnar hez kiriye. Cano bi taybet ji hunera hunermend Mihemed Şêxo û Şivan Perwer hez dike. Ji ber heskirina wî ji van herdu hunermendan re, Cano parçeyên stranên wan di ramanên xwe de meyandiye û bi hestê xwe dibêje, çendîn hinek lawazî di lêdana tembûrê û dengê wî de hebe jî, lê ruhê fêrbûna amûrên muzîkê û zanista stranbêjiyê li cem wî peyda dibe.

Sê amûrên wî yên muzîkê hene

Ji ber heskirina Cano ji muzîkê re û hewldana wî ji bo fêrbûna hunera muzîkjeniyê, wî def, tembûr û org li cem xwe kom kirine. Hêjayî gotinê ye ku hunermend Ratib Şêxmûs tembûrek diyarî Cano kiriye. Ew gav bi gav xwe fêrî her sê amûran dike. Cano bi armanca fêrkirina alava tembûrê, diçe li gel lawê apê xwe Ehmed Ebdilcelîl Bedir, Ehmed jî ciwaneke ku xwe hînî sazkirina tembûrê kiriye. Cano di dema xwe ya vala de diçe li gel Ehmed û xwe fêrî lêdana tembûrê dike.

Hêviya wî Peymangeha Bilind a Hunerê bixwîne

Di dilê her zarokekî/ê de hêvî, daxwaz û xeyalek heye, di qonaxa zaroktiyê de jî zarok bi siberoja xwe dihizire. Caniyar jî yek ji wan zarokên xwedî hêvî ye. Cano diyar kir ku hêviya wî ew e ku xwe li pêş bixe da ku Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojava bixwîne û wiha got: “ Ez niha di destpêka temenê xwe de me, xwendina xwe didomînim. Di nav xwendinê de metriyala herî şêrîn li ber dilê min a muzîkê û metriyala zimanê Kurdî ye. Li dibistana gundê me guhdana mamosteyan bi metriyala muzîkê heye. Di waneyên muzîkê de ez û keça apê xwe Sîdra bi hev re stranan dibêjin, ew stranan dibêje û ez jî pê re tembûrê dijenînim. Armanca min ew e ku di siberojê de ez beşa muzîkê li Peymangeha Bilind a Hunerê bixwînim, lê ji beriya wê divê ez xwe baş di warê muzîkê de li pêş bixim û derbasî perwerdeyên muzîkê bibim.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.