Remezan Olçen
Dema ku bi Lozanê Kurd û Kurdistan hatin parçekirin û bêstatu hat hiştin, ji bo Kurdan ji sedsalên bihurî dijwartir sedsaleke xwînî jî dest pê kir. Serkêşiya vê siyaseta înkar û îmhayê jî Komara Tirk kir. Komara Tirk ji dema hatiye damezrandin û vir ve weke aşekî netewe û etnîteyan, bîr û bawerî hêraye. Ev çîrokeke bi êş e û gelê Kurd bi rastiya vê çîrokê heta hestiyên xwe hesiyaye. Serokê partiya faşîst Alparslan Turkeş di bernameyeke televîzyona dewletê de li hemberî gotina; Tirkiye mozayîk e derdiket. Wî digot; Na, Tirkiye weke mermerê ye yekpare ye. Ev zîhniyeta tekperest ku îro roj jî li ser postê desthilatê rûniştiye, lê di encama têkoşîna Apoyî ev zîhniyet êdî nikare bibêje ‘yekpare mermer e’ êdî behsa Tifaqa Kurd û Tirk dike. Behsa tifaqa gelan dike. Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û bi deh hezaran şehîdên dozê hebûna Kurd îspat kirin.
Îro roj êdî kes nikare înkar bike; heke ku rabûna Rêber Apo nebûna, heke Tevgera Azadiya Kurdistan nebûna wê hîn di salên 1970-80’yî de qirkirina neteweya kurd temam bikirana. Kurdan wê xwe înkar bikirana û wê gotina; “Em tirkên çiyayî ne, dema zivistanan em li ser berfê meşiyan û dengên qert û qurt ji bin nigê me derketiye ji lewma ji me re dibêjin kurd.” Û wê çîrok biqediya. Lê bi rabûna Rêber Apo. Bi fehm û feraseta wî hem li zindana Amedê hem li çiyayên Kurdistanê li dijî vê meşa dîroka serdest a bêbext Kurdan li rastî û heqîqeta xwe vegeriyan.
Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê li dijî siyaseta qirker a dewleta Tirk a mêtinger û qirker şerê çekdarî yê domdirêj da destpêkirin. “Fîşeka Yekem” di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê hat teqandin. Ew fîşek bi xwe re gelê Kurd hişyar kir. Ew gelê ku li ber çerxa qirkirina her cureyî bû, ji bo rizgariya xwe şerê hebûnê da destpêkirin. Şerê PKK’ê bi xwe re hiqûqa ji bo kurdan anî. Navê Kurd û Kurdistanê bû kirdeya siyastê. Vê siyasetê daw û doza xwe, nav û nasnama xwe, çand û zimanê xwe û welatê xwe yê azad kir û hej dike.
Fîşeka Yekem bi referansa ku ez ê ji Frantz Fanon bigirim û li ser qewlê Jean Paul Sartre; bi fîşekekê hem serdest û hem jî bindest ji hole rakir. Gotineke di nav gelê kurd de heye, dibêje; mirî bi xwe nizane ku miriye. Lê dema millet ji ser gora wî belav dibe, ew jî dike bide dû wan û rabe biçe. Lê sere wî li kevirê qebrê dikeve. Hingê dizane û dibêje; wey li min ê mirî ez bûm. Bindest bi saya Fîşeka Yekem bi xwe hesiya, sere wî li kevirê hedê/qebrê ket. Qonaxa jiyanê jî wisa weke rewşeke paradoks ji vê derê derket û geş bû. Şer li Kurdistanê bû navê jiyanê, bû nave azadiyê.
Kurd ev 41 sal in bê rawestan ku di dîroka nêz a Kurdistanê de rabûneke wisa û domdar tine, di oxira azadiyê de şer dikin. Bedêlan didin lê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve nasekinînin. Ev bi xwe re hemû hevsengiyên li ser tinebûn, înkar, pişaftin, qirkirinê guhert. Di encama têkoşîna 41 salan de kurdan fikr û felsefeyeke nû pêşkêşî cîhan û mirovahiyê kir. Felsefeya Jin Jiyan Azadî êdî bûye pusulaya jiyana nû. Çawa ku dirûşma Azadî, xwişk/biratî û wekhevî 250 salan, bû pusulayan têkoşîna ji do azadî û demokrasiyê, ji bo edaletê îro roj Jin Jiyan Azadî heyecaneke wisa çêkiriye û bûye pusule ji mirovahiyê re.
Di sala 42’yan de Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê fikr û felsefeya Aştî û Civaka Demokratîk li pusulaya Jin Jiyan Azadî jî hembêz dike û li Rojhilata Navîn derî li ronesanseke mezin Ii vejîneke mezin vedike. Bi saya ked û xebata Rêber Apo û şehîdan ev gel Cejna Vejînê îro roj hîn bi coştir pîroz dike û heqîqeta xwe tê de dibîne. Cejna Vejînê pîroz be.





