Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 cihên şûnwariyê…(3)

17/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 cihên şûnwariyê…(3)
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke. Ji van cihên şûnwariyê; Nebî Hûrî, Girê Moza û Keleha Sukerayê ye.

Nebî Hûrî
Ew bi navê bajarê Korş tê naskirin. Bi dûrahiya 45 kîlo mitreyan dikeve bakur û rojhilatê bajrê Efrînê. Ew ji Helebê 70 kîlo mitreyan dûr e. Çemê Sabûnê di rojhilatê wê re derbas dibe û li wî cihî keleha Nebî Hûrî cih digire. Ev cihê Şûnwarî xwedan çend navan e weke Nebî Hûrî yan jî Keleha Nebî Hûrî, lê navê vî bajarî yê Yûnanî Siros e. Bi navê bajarê Elqidîsîn Kozma û Dîmanos dihat naskirin (Îciyabolis). Li dora gora wan dêrek hat avakirin. Dêr bi destê Semian Elxeyûr hat avakirin û tê de jiyana xwe ji dest daye.

Girê Moza:
Ew cihekî şûnwarî yê nêzî bajarê Amûdê ye. Ew navê bajarê Orkêş ê niha ye. Orkêş di dawiya sedsala sêyem û destpêka sedsala duyem a berî zayînê de geş bûbû. Ev gir li başûrê rojhilatê bajarê Amûdê ye. Ew bi qasî 100 kîlo mitreyan  dûrî bajarê Hesekê ye. Di sala 3500’î yê berî zayînê de Orkêş navendeke olî ya mezin bû û tê de dika perestgehekê hebû ku 20 mitr ji deştê bilindtir bû. Di sala 2500’î de Tilberek (Naxara kevin) jî navendeke olî ya girîng bû. Dika koşka Orkêş a mezin li gel dîwarê bajêr ê mezin li ser dika kevin avakirî bû. Vî dîwarî 130 hektar dorpêç kiribû. Di wê demê de Girê Merdîx (Eblaya kevin) gihaştibû lutkeya hêza xwe.

Keleha Sokerayê
Dikeve başûrê rojavayê Hesekê û bi qaşî 35 kîlo metreyan dûrî Hesekê ye, li ser çiyayê Ebdulezîz dikeve. Keleha li ser heye, yek ji rêzeçiyayên bilind ê Çiyayê Ebdulezîz e û di riya Hesekê-Muxlûce re  mirov digihêje wê deverê. Li kêleka gir  bermahiyên vê kelehê li ser hene.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.