Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Edebiyatê De Jin

17/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Di Edebiyatê De Jin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji destpêka mirovahiyê ve edebiyatê wekî beşek hunerî tim bi awayekî giştî civak kiriye mijara xwe ya sereke. Dema em ji vê şibakê lê meze bikin, bingeha edebiyatê mirov e. Objeya sereke ya vê hunerê rasterast mirov e.

Her ku mirov e, wê demê mijar jî gelek berfireh e. Ji gelek aliyan ve rê heye ku were nirxandin. Civak yan jî yên ku civakê pêk tînin jin û mêr in.

Wekî gelek mijarên sereke yên hunerî, ku di edebiyatê de jî rewşa zayendî ya civakî, li hemû dinyayê bûye mijarek girîng.

Di berhemên edebî de jî, wekî nasnameya jinê û mîsyona jinê ya ku nîvê civakê ye bi sed salan tim hatiye qalkirin. Di berhemên edebî de jin her tim bûye mijar. Gelek caran bi destê mêran mîna objeyeke zayendî hatiye bikaranîn. Vê bikaranînê rê li ber gelek nîqaş û alozîyan jî vekiriye. Bi qasî bi navê “Rexneya Femînîst” pêlekê rake nerazîbûn çêbûye.

jinan bi navê mêran berhem çapkirin

Heta demekê ji ber helwesta mêrane ya civakê, em karekterên ji bidin aliyekî tew nivîskarên jin jî ji ber gelek sebeban bi navê mêran an jî bi navekî anonîm berhemên ku nivîsandine dane çapkirin û belavkirin. Gelek mînakên wiha li her devera dinyayê hene. Bi taybetî di sedsala 18 û 19’an de, ji ber edebiyat di bin hukmê mêran de bû jin bi navên gelek awayan hatine çewisandin, çavtirsî bûne yan jî rê li ber wan hatiye girtin. Nivîskara navdar Virginia Wolf jî di romana xwe ya bi navê “Odeyek Ji Bo Xwe” de tim balê dikşîne ser jin û nivîskariyê. Di eynî pirtûkê de îdîakirin ku hemû navên anonîm ên nivîskarên jin in. Dibe ku ev îdîa were nîqaşkirin, lê hemû dinya bi rastîyek rê ji nîqaşê re nahêle dizane êdî. Charlotte, Emily, Anne Bronte ku xwişkên hev in û bi navên mêran (Currer, Ellis, Acton Bell) nivîs û berhem belavkirine. Berhemên xwe yên hê jî li hemû dinayê tên xwendin Jane Eyre û Girên Bi Gumînî jî bi navê mêran dane çapkirin. Mînak gelek in, pir dûr ji vê serdemê em lê mêze bikin; Nivîskara “Harry Poter” gelek ji me tenê navê wê “J.K.Rowlin” dizane. Ji ber weşangerê wê jê re dibêje; “Xortên ciwan, belkî nexwazin pirtûka nivîskarek jin bixwînin” jê dixwaze tenê tîpên pêşî yên navê xwe bikar bîne dike. Gelek mînakên bi vî rengî bi rehetî peyda dibin.

Yek ji sebeba vê a sereke jî rola jinê ku ji aliyê civaka mêrane ve hatibû diyarkirin. Jin encax di malê de, wekî jinekê bijî.

Nasnameyeke sînorkirî

Civakê ji huner û edebiyatê wêdetir, di jiyana rojane de cih li jinê teng kiriye, tim dîwar lêkirine û sînor jê re daniye. Norm û qeîdeyên jiyana rojane ku mêran ji bo desthilatdariya wan li ser piyan bimîne danîne, rê tim li ber jinê girtiye. Encama wê jî di huner û hemû qadên jiyanê de nasnameyek sînorkirî û çewisandî derxistine pêş.

Jinbûn û mêrbûn, ne taybetiyek ji zayînê tê, nasnameyek ji hêla civakê ve hatiye afirandin e. Civaka ku bedenê wekî zayenda jin û mêr kod dike û diafirîne, bedenê beralî dike, kontrol dike û ji nû ve diafirîne (Bayhan, 2013, rp. 147-164). Îjar hewce ye em bifikirin, civakek wilo bike, ew ê bi çavên civakeke mêrane çi nekin êdî?

Em ji kîjan hêlê ve li jiyanê binêrin, desthilatdar tim “yên din” ji nedîtî ve tên, wan kêm dikin, rê li ber wan digrin, rêka wan dirêjtir dikin û nahêlin bi temamî derkevin derî normên civakê. Ji alîyê civakê ve ev yek normalîze bûye, loma jî bi dehan nivîskarên jin serî li heman rêbazên li banî min qal kiriye dane.

Em bixwazin an nexwazin ev yek wê wekî nîqaşeke sereke der dixe pêşiya me.

Bi saya vê nîqaşê, gelek meseleyên bi vî rengî yên di qada edebiyatê de û bi saya tevgerek xurt a jinan, a femînîst êdî hîç nebe di edebiyatê de ev problem kêmtir bûye. Di metnên nivîskaran de ku çi jin çi jî mêr, li dijî hemû qeîde û pêkutiyên hişk ên baviksalarî jî rewş ber bi wekhevî yan jî hinekî demokratîze bûye êdî.

Mînara jinên Yewnanan

Dema em qala rola jinan an jî rewşa jinan a di edebiyatê de dikin, sedî sed ev seranserî cîhanê ye û hemû dişibin hev. Wekî mînak ku em yek bi yek li ciavaka grekiyan (yewnanan) binêrin, ku wekî civakeke pêşketî em zanin û di dîrokê de jî ev rastiyek e çi ji aliyê zanînê ve çi ji aliyê civakî ve; Lê em li destanek wan a gelekî navdar ku bi navê Odysseia de dibînin, di civakê de jin di gelek waran de wekî kesên li paş sînorekî çêkirî dijîn.

Bêguman jinên serdest li her civakê hene, di ya wan de jî. Lê ev yek rê li ber rewşa hemû jinan venake û wan dîsa li paş wan sînoran hepiskirî dihêle. Ev mînaka civaka grekiyan belkî ji bo hemû mînakeke baştir be ji bo têgihandinek dîrokî.

Di destana gilgamêş de rola jinê

Di ser van hemûyan re dema em bala xwe bidin serboriya jinê ya di edebiyatê de gelek çîrok û tecrubeyên bi êş dertên pêşîya me. Mînaka herî ronî destana Gilgamêş e: Di vê destanê de, her çiqas Înnana, Stêr/Star (Îştar) wekî xwedawendan bin jî, di vê destana dîrokî/mîtolojîk de, li paş perdeyê rola jinê wekî jirêderxistina mêr hatiye diyarkirin. Gilgamêş wiha dibêje; “Tolê sîng û berê xwe vekir ji bo zewqê bide wî, ji nefesgirtina wî nereviya, keçikê cilên xwe ji xwe şeqitand, wî jî xwe li ser keçikê dirêj kir, keçikê jinbûna xwe bi wî hovî da hîskirin, êrîşa wî ya bi şewhet keçik bi mêşinî rapêça.” Welhesil ji bilî vê destanê, di metnên destpêkê yên nivîskî de jî em ê lê rast werin ku jin çawa wekî objeyek, pêlîstokek cinsî û amûrek cinsî hatine bikaranîn. Gilgamêş tenê mînak e.

Tevgera cidî ya jinê

Di metnên îro de heger ev yek kêm bûbe, wekî li banî jî hatiye diyarkirin, bi saya tevgereke cidî ya jinan e. Ev meseleya ku hemû civakê esîr dike tim kiriye nîqaşek sereke.

Di vê atmosfera ku JIN JIYAN AZADÎ wekî mottoyeke kurdistanî li hemû dinyayê belav bûye de, belkî jî rê li ber gelek tiştên ne li rê were girtin û rêka azadiya huner û edebiyatê jî sekantir bibe.

Ji bilî van agahiyên ku li banî hatine nivîsandin, di metneke edebî de her çi qas nirxandin û rexneyên derbarê nasnameyên zayendî de bi awayekî objektîf were nivîsandin û mafê zayenda mêr û jin bi awayê xwezayî were dayîn, ew yek wê rê li ber azadiyê veke: Azadiya edebiyatê, azadiya civakê û azadîya jinê. Ev rêbaz rêbaza herî rasyonel a civakî ye di eynî demê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.