Hafiz Ahmet Turhalli
Sala 1984’an li Bakurê Kurdistanê li ser gelê Kurd xaka mirinê hatibû reşandin.
Bê destûra dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê pelê darê nediweşiya!
Dewletê karîbû bi du cendermêyên xwe, navçeyek birêve bibira.
Dewleta Tirk weke desthelatdar li ser her herêma Kurdistanê bi cîh bibû. Ne tenê li ser erdnîgariya Kurdistanê, xwe li ser mêjiyê her Kurdekî cîbicîh kiribû. Li gor dewletê Kurd tenê ji bo xizmet û leşkeriyê amade bûn. Kurd tune ye, Tirkê çiyayî ye. Belengaz e, nezan e, hêjar e, hov e û hemal e.
Kurd ji bo pariyekî nan bidest bixe, bixwîne, divê berê berê bibe Tirk û piştre karibe bijî.
Kurdekî ji bo debara xwe bike û gepke nan peyda bike, divê berê xwe bide Istanbol, Bûrsa û Îzmîrê. Ji bo li van bajaran karekî peyda bike, divê destpêkê Tirkî fêr bibe, piştre ji Kurdîtiyê û ji xwe bireve. Kesê biçe dibistanên wan divê berê bibe Tirk xwe înkar bike, da ku karibe xwendina xwe temem bike.
Li Bakurê Kurdîstanê, kesên dewlemend, xwedan qîmet parlementer, şaredar ya kesên hevkarê dewletê bûn, yan jî Tirkên Îzmîrê, Enqerê, Trabzonê ser navê bajarên Kurdan dibûn parlementer û di lîsteyên partiyan de dihatine nivîsandin. Û ew kesayet dibûn parlementrê bajarên Bakûrê Kurdîstanê. Li ba Kurdan jî Kurdistan û Kurdayetî hatibû tunekirin. Ji bo Kurd hemû karibin weke mirovan jiyanê berdewam bikin, divê despêkê bibin Tirk, milletê xwe biçûk û kêm bibînin, ji dê û bavên xwe jî şermê bikin, ji xwe û kesayet xwe jî birevin.
Li asîmana Xwedê xwedan gotinê bû, li rûyê erdê jî, dewlet xwedan gotinê bû. Her kesayetekî Kurd di mêjiyên xwe de bi hezaran qereqolên tirsa ji dewletê ava kiribû. Dewletê bixwe bawer digot; me bernameya Tirkbûnê temam kir û Kurd dawî lê hat.
Ji vir 41 sal berê, bizava netewî fîşeka destpêkê di 15 Tebaxê de teqand. Ev fîşek bû mucîzeyek û li çar hêlê Kurdistanê geriya. Di destpêkê de mêjiyê Kurd ê tevizandî de teqiya û dîwarên tirsa mêjî û dilê Kurd, bela wela kir. Lewre armanca wê fîşekê ne kuştina leşkerekî bû, armanca wê fîşekê, têkbirina tirsa dewletê ya bi darê zorê ava kiribû.
Ev fîşeka han bû mucîzeyek û li çar hêlê welatê me de deng da, bû cesaret û camêrî ji bo gel, bû tirs û têkçun ji bo dewletê.
Bû tovê Kurdê azad û tirsa Kurdê xwe firoş. Dengê vê fîşekê bû şîyariya Kurdê xewkirî, jiyana nû ji bo Kurdê mirî, herçû ev deng bû banga serxwebûn û azadiyê.
Kurdê tirsonek bû egîd û qehreman, Kurdê nezan bû jîr û zana. Di vê 41 salî de ev fîşek bû mucîze û Kurd kir pêşengê Rojhelata Navîn. Ji bo neyaran jî ev fîşek bû, tirs têkçûn û rizandin. Belê ev fîşek bû mucîze, milletêkî ji tunnebunê, kire pêşengê azadiyê.
Dewleta ku digot li beramber min kes nikare li piya bimîne, neha li pêşberî zarokekî Kurd,ev dewlet bi tanq, top û balafirên cengê tevdigere.
Mucîza fîşekê divê neha vegere mucîzeya sîyasî, civakî û aborî. Ger em Kurd, di dema pêşde karibin weke fîşekên 15 Tebaxê mucîzeyan pêşbixin, divê em pêşengîya sîyasî, civakî, zanistî û aborî zutirîn dem pêk bînin. Vê mucîzê, Kurd bi cîhanê da nasandin, mucîzeya duyem li benda me ye.





