Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kişka Ronahî.. Pira raghandinê û zanînê

17/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kişka Ronahî.. Pira raghandinê û zanînê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Kişka Ronahî ya belavkariya rojnameyan weke xaleke hevdîtina rasterast di navbera raghandin û civakê de ye, herwiha ew derfeteke ji bo nasîna bûyer, geşdanên siyasî û çandî ye di heman demê de platformeke ji bo beşdariya civakê di raya giştî de ye.

Li nêzî çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo kişeke biçûk bala mirov dikşîne, tê de rojname û pirtûkên siyasî û çandî têne firotin bi armanca belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de ku bi taybet kategoriya ciwanan hedef digre. Mîna vê kişkê li hemû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene weke hewildaneke herêmî ji bo belavkirina zanistê û şopandina bûyeran, xwendevanên rojnameyan rojane ji bo naskirina guhertinên li ser rûyê vê erdnîgariyê çêdibin berê xwe didin kişkê weke ciheke baweriyê ji wan re hatiye tesbît kirin.

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji bajarê Kobanê sala 2012’an dest pê kir, preojeyeke demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û damezirandina Rêveberiya Xweser berhmek ji têkoşîna gelê herêmê hate nîşandan, ku armanca wê avakirina civakeke azad e û civak xwe bi xwe rêve bibe. Di nava vê şoreşê de pêwistiya dengê raghandinê hebû ku dengê şoreşê derxîne cîhanê û guhertinên civakî û siyasî belge bike herwiha çanda pirrengî û hevjiyana azad xurt bike. Gelek saziyên raghandinê hatin avakirin di nav de Saziya Ronahî ya Belavkariyê ku berhemên saziyên din weke rojname, kovar û pirtûkan pêşandan dike di riya avakirina kişkan de.

 Kişk bûye qadeke zanînê

Saziya Ronahî ya Belavkariyê kişkên firotina pirtûk û rojnameyan avakir li piraniya bajaran weke Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrikê û Kobanê.

Di van kişkan de jin û mêr tê de xebat dikin, çaxê sibeha dewameke û piştî nîvro dewameke din e, tê de pirtûkên çandî, siyasî, rojname û kovar herwiha pêwistiyên dibistanê têne firotin. Herwiha ew bûye weke qadek ji bo naskirina pêşketin û geşdanên siyasî û guhertinên ku di seranserî Sûriyê de çêdibin.

Tevî alternatîfên nû rojname hîn jî diaxivin

Derbarê vê mijarê xebatkara di kişka belavkariyê de kar dike Hemrîn Osman ji me re axivî û wiha got: “Gelek xwendevanên rojnameyan serdana kişka me dikin û pirsa hejmarên nû dikin. Herî zêde kesên bi temen mezin tên ji bo kirîna rojnameyan ji ber ku hîn çanda xwendinê ya kevin bi wan re heye, rêjeya xwendina ciwanan jî başe lê ne zêde ye, belê ji ber ku piraniya ciwana di serdema nû de berê xwe didin medya dîcîtal. Gelek kesên ku serdana kişkê dikin ji bo rojnameyan caranan li me vedgerin û pirsa hin gotar an jî mijarên di nava rojnameyên dikin. Bi rastî ev yek kêfxweşiyê bi me re çêdike ji ber ku tê nîşan ku hîn jî kes hene girêdana wan bi xwendinê re heye. Di kişkê de rojnameyên Serxwebûn, Rojava, Ronahi û Sûrî tên pêşandan. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.