Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi desteka şaredariyê û gel wê çanda paqijiyê pêşbikeve

17/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi desteka şaredariyê û gel wê çanda paqijiyê pêşbikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Ciwan Hesen diyar kir ku şaredarî hertim di nav kar û xebatê de ye, lê pêwîstî heye ku gel jî bi erkê xwe rabe û destekê bide karmendên şaredariyê.

Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê rojane di nav kar û xebatê deye û hemû hewildanên xwe dike ku pirojeyên sala 2025’an pêk bîne û pirsgirêkên heyî hemûyan çareser bike. Niha jî him kolanên bajêr têne zifit kirin, him jî xetên avê ji taxên pêwîst re têne çêkirin, herwiha kar û xebatên firehkirina taxa Cûdî tê kirin.

Di derbarê kar û xebatên Şaredariyê û pêkanîna pirojeyan hevserokê şaredariya gel a bajarê Dêrikê Ciwan Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî erkê şaredariyê ye‘

Ciwan Hesen da zanîn Şaredarî salane pirojeyên nû datîne pêşiya xwe û wiha got:” Di derbarê pirojeyên me yên sala 2025’an ên mûwazenê bi destekdanyîna kampaniyan pêk tên. Ev piroje li ser çar beşan hatin belavkirin, pirojeya me ya kenelisyonê ji bo taxa şehîd Xebat û li hin taxên din yên pêwîst, me li gor wê pirojeyên xwe ragihandine û me dest bi kar kiriye. Di heman demê de pirojeya ronîkirina riyên sereke yên çûn û hatinê di bajar de û di bazara bajar de jî niha dest pê kiriye. Pireke Bîtonî li pişt nexweşxaneya bajar ew jî niha hatiye dest pê kirin. Her wiha pirojeyên zivtikirinê jî hene, ev piroje li ser sê qonaxan dabeş kirî ye qonaxa yekê 10 hezar m2 li riyên cûn û hatinê di bajar de bidawîbû, ji bo qonaxa duyem wê nêzî 20 rojên din dest pê bike ji ber ku kampaniya Cûdî niha bajarê Çil axa, Tilkoçer û Girkê legê çêdike, piştî bidawîbûna van cihan wê dest bi bajarê Dêrikê bikin. Qonaxa sêyem jî wek her sal binavê karê civakî tê naskirin, hîn diyar nebûye ku wê çiqas zift pêwîst be ji me re, ji ber ku heya niha jî gel daxwazên xwe dighînin me ji bona pirsgirêkên ku li taxên wan têne jiyan kirin.”

‘Şaredarî her di nav bername û pirojeyên nû de ye’

Hesen diyar kir ku hin pirojeyên heyî yên şaredariyê bixwene û ew li gorî derfetên xwe pêk tînin û wiha got: “Pirojeyên me yên giring hebûn, ev yek bi biryarên Meclisa Şaredariyê ve girêdayîne, armanca bingehîn têde çareseriya pirisgirêkane, yek ji wan taxa Cûdî ku bi taxa xêrikan tên naskirin, ji nûve bi rêxistinkirina wê taxê. Di heman demê de derxistina xanên sewalan ji nav wê taxê da ku tax were rêxistin kirin. Dema ev tax were bi rêxistin kirin wê ji nûve xetên avê werin çêkirin, kenelisyon jî ji bo taxê werin danîn û wê li ser qonaxan tax were zifitkirin. Ev 15 rojên ev piroje dest pê kiriye û tax tê rêxistin kirin, ji niha heya serê mehê wê bidawî bibe û em ê dest bi sererastkirina taxê bikin.”

Hesen axaftinên xwe domand û wiha got: “Ji bo paqijkirinê me hin alav kirîn, bi taybet melkesê otomatîk ji ber ku di bajar de bernameye paqijiyê hatiye danîn û di heftiyê de carekî riyên sereke û bazar tê melkes kirin û di mehê carekî hemû tax tên melkes kirin. Di heman demê de beşê ekolojî sê parik wek istismar dane, parka Jîn jî hazirî têde tên kirin da ku were vekirin. Hin pirojeyên kevirê hûr li pêşiya me heye û tê pêkanîn, riya ku  ji geracê diçe heye nexweşxanê hat sererast kirin, riya ku diçe qada cejna Newrozê niha kevirê hûr jêre tê danîn da ku sala bê were zifitkirin. Şaredarî her di nav bername û pirojeyên nû de ye. Di heman demê de heftiya bê civîna me ya nîva salê de em ê ji gelê xwe re karê ku hatî kirin û pilanzasiyên ku wê di dema pêş de jî werin meşandin vebêjin. Herwiha em ê li gel jî guhdar bikin ka çi rexne û nêrînên wan hene, da ku karê me deha serkeftî derbas bibe û sala 2025‘an bibe saleke dagirtî kar û xebatên bi encam û serkeftî.”

Astengiyên li pêşiya kar û xebatên şaredariyê

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Tevî ku derfetên di destên me de kêmin jî, lê tevî wila jî em hewil didin bi van derfetan xizmeta gelê xwe bikin. Astengiyên ku derdikeve pêşiya me di milê serifkirina ava zêde di bajar de ye. Ji ber ku dabînkirina avê ji bajarê Dêrikê re û di demsala havînê ya germ de heyanî astekî zor û zehmet e. Lê tevî wiha jî me karî ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û rê nedin ku mîna deverên din ku pirsgirêkên kêmbûna avê dereng bikevin. Lê li beramberî vê yekê beşek ji civakê bi me re nabe alîkar di vî warî de û di heman demê de gel ji bona paqijkirina nava bajêr û li ber mala xwe pir nealîkare û çanda paqijiyê jî di nava gel de lawaze. Ji ber vê yekê heger gel û şaredarî bi hev re nebin alîkar, çiqasî karmendên paqijiyê hebin jî têra paqijiya nava bajar nakin. Hêviya me ewe ku gelê me jî destekê bide me da ku bajarê me her tim pajiq û xweşikbe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.