Idrîs Henan
Dewleta Tirk a dagirker bi destwerdan û daxuyaniyên xwe yên li ser Sûriyê, hewl dide siyaseta hikûmeta HTŞ’ê xêz bike ku li gorî berjewendiya wê be. Lewre jî him li Sûriyê û him jî li herêmê bûye girêka kor û kaniya pirsgirêk û aloziyan. Ji bona tekûzkirina wê siyasetê jî, bi awayên sorkirin û nefretê gelan tîne beramberî hev û li pey şerekî navxweyî yê mezhebperest, etnîkî û olperest e ku zemîna parçekirina axa Sûriyê diafirîne. Çende xwe weke berketiyê Sûriyê jî nîşan bide, lê di cewherê azweriyên wê de kaos kûrkirin e. Ji ber vê jî HTŞ û pozisyona wê ya desthilatdariya li Şamê bikar tîne û bi rêbazên zirlihevkirinan hewl dide raya giştî bixapîne û weke otorîteyeke rewa pêşkêş bike.
Tirkiyê bi koordîna û perspektîfên endazyarê Sayks – Bico, Birîtanya, ku herdu jî bi rola şêwirmendiyê ji hikûmeta Colanî ya HTŞ’ê re radibin, li pey guhertina fîgura DAIŞ`a nû ne û dixwazin di şiklê desthilata nû ya li Şamê xwe daye ferzkirin de, terora DAIŞ kamfûlaj bikin û sûcên wê jî, bi rewakirina HTŞ’ê re, binixumînin.
Tişta berê veşartî û îro eşkere bûye ew e ku bi hemû hêza xwe hewld didin hêza rizgariya gelan a QSD’ê bixin bin kontrola xwe û bi vî awayî teslîm bigirin û tekane statuya demokratîk li Sûriyê ji nav bibin. Her wiha hemû têkoşîna azadî û demokrasiyê li herêm û cihanê, bi rêbaza xweradestkirin, entegreyî bloka radîkal a terora Elqayîde bikin. Wisa jî dixwazin hegemoniya xwe ji nû ve dîzayin bikin, bi amûrên terora global hêz û vîna xwe ferz bikin û herêmê ji bo sedaleke din binexişînin.
Lihevketin û nakokiya perjewendiyên hêzên hegemoniyê li tevayî dunyayê, bandor li hevkariya wan kiriye û rêyek nefesê daye tevgerên rizgariyê ku di heyamekî wisa ewqas faşîst de karibin rêxistinbûna xwe bi awayekî xweser ava bikin. Nakokiyên bi vî rengî avantajek daye hêzên demokrasiyê ku bi îradeya xwe ya cewherî li dora aşîtî û demokrasiyê kom bibin û veguherin tekane hêza xwedî projeya çareseriyê.
Bi qasî ku rejîmek weke ya Tirkiyê li pey eznavendîbûnê bû, îroj bê hevkar maye ku nekariye bi stratejiya xwe ya “Sifir Pirsgirêk” siyasetek xort li Sûriyê bide avakirin. Lewre berê Colanî da Mosko ku bi hêza rojavayî, Siûdî Erebistan û Îsraîlê re belansekî li herêmê û Sûriyê ava bike. Ji xwe li gorî ragihandinê, wezîrê derve yê hikûmeta veguhêz a Colanî ji Rûsya xwestiya; rê li ber destwerdanên Îsraîlê bigire, girêkên bi Durzî û Elewiyan re çareser bike, çekan bide milîs û girûpên HTŞ’ê ku navê artêşê li xwe kirine, li NY piştgiriyê bide rakirina navên HTŞ û Colanî ji lîsteya terorê, ya girîng jî piştgiriyê bide êrişa Tirkiyê û HTŞ’ê ya li dijî QSD’ê. Ango sînaryoyên rejîma Baas dubarekirin e. Bê guman gelek daxwazên Rûsya yên hebûna wê li Sûriyê mayînde dikin jî hebûn.
Tevî vê jî hikûmeta HTŞ ku navbera berjewendiyên hêzên otorîter de pêşbaziya beza bêdawî dike, naxwaze fêm bike ku çareserî bi nexşeriyeke neteweyî re pêkan dibe. Ancax çareseriya guncaw ew be ku; li ser esasê diyalogeka netewî ya rasteqîn ku hemû pêkhate û heyînên Sûriyê bihewîne nav xwe, destûrekî temsîla îradeya gelên Sûriyê bike, sîstemekî siyasî karibe belansê bixe navbera hewcedariyên navendî û nenavendîbûnê ku hemû cudahiyên welat bixe nava xwe.
Weke encam; hikûmeta veguhêz a HTŞ ku li Şamê hatiye bicihkirin, beramberî du rêyên sereke ye. Yan wê di hişmendiya dûvik a Tirkiyê de bi îsrar be, yan jî wê bi diyalog û qebûlkirin nenavendîbûnê û pirrengiya siyasî re pirsgirêka welat çareser bike.





