Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şehadeta Mam Zekî bû destpêka berxwedaneke nû’

17/08/2025
in ROJEV
A A
‘Şehadeta Mam Zekî bû destpêka berxwedaneke nû’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Rojnamevan Argêş Şengalî diyar kir ku Mam Zekî mîna çemê ku di nav zinarên hişk re diherike, di dilê her Êzidiyekî de cîhê xwe çêkir û wiha got: “Mam Zekî,  mamê her Êzidîyekî ye ku dixwaze di nav azadî û rûmetê de bijî.”

Di nav her dilopa xwîna ku li ser axê Şengalê rijiyaye de, çîrokek heye. Çîrokek berxwedanê, êşê, û soza ku qet naye jibîrkirin. Lê çîroka herî mezin û bi rûmet, çîroka Mam Zekî ye, mîna stêrkek geş ku di tariya fermanan de rêya civaka Êzidî ronî kir.

Kurtejiyana Mam Zekî

Di 28’ê Kanûna sala 1952’an de, li gundê Şimzê yê Êlihê, çavê xwe li cîhanê vedike. Lê ji ber zilma dewleta Tirk, mîna gelek Êzidiyan, ew jî mecbûr dimîne ku bi malbata xwe re koçî Ewropayê bike. Di sala 1979’an de, ew bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dikeve têkiliyê. Ew di rêxistinkirina civaka Êzidî ya li Ewropayê de dibe xwedî rolek sereke. Di sala 1989’an de, bi fermî beşdarî nava tevgera azadiyê dibe. Piştî girtina wî ya ji aliyê dewleta Elman ve, ew hîn bi hêztir û bi biryartir vedigere  xebata xwe. Wî tevî malbata xwe, bi hemû hêza xwe ji bo civaka Êzidî û azadiya Kurdistanê xebat meşand. Di rêya pîroz de, kurê wî Qasim Ozden (Sîpan) û kurê xwîşka wî Xanê Demîr jî şehîd bûn. Ev êş, wî hîn zêdetir bi têkoşînê ve girê da.

Di sala 1999’an de, biryar dide ku  vegere welatê xwe. Ew vegera welat, ne tenê vegera cîh bû, lê vegera ruh bû. Bi têkoşîn û xebata xwe, bandorek mezin çêkir. Ew bû Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK). Mam Zekî, bi taybetî ji bo yekîtiya civaka Êzidî têkoşîn kir. Ji ber ku wî qet Kurdistan perçe nedît, timî ji bo yekîtiya neteweyî kar kir. Wî pêşengiya civînên ji bo kongreya neteweyî kir, hewl da ku nakokiyên navbera aliyan bi dawî bike. Lê mixabin, xêrnexwazan nehiştin ev hewildan bigihîje armanca xwe.

Derbarê jiyan û kesayeta têkoşerê Kurd Mam Zekî Şengalî, rojnamevan Argêş Şengalî ji Rojnameya me re axivî.

‘Mam Zekî ne tenê navek bû, ew ruhê Şengalê bû’

Argêş Şengalî diyar kir ku wî di sala 2011’an de Mam Zekî nas kir û wiha anî ziman:  ” Axaftinên me yên bi wî re, ne tenê nûçe bûn, ne jî tenê nîqaş bûn. Ew, sohbetên ji dil bûn, mîna ku du hevalên hev li ser derd û kulên xwe yên herî kûr diaxivin. Wî her gav bi dil û can, bi fikarên mezin li ser civaka Êzidî diaxivî, bi taybetî jî li ser Şengala ku her gav di bin gefên mezin de bû. Di bername û hevpeyvînên me yên taybet de, wî ronahî dida ser rewşa civaka me û riya derketina ji tarîtiyê nîşan dida. Dema min bihîst ku Mam Zekî şehîd bûye, dilê min perçe perçe bû, qedemên min şkestin. Mîna ku daristanek di nava şevê de bi yekcarî bête şewitandin.  Mam Zekî, ne tenê navek bû, ew ruhê Şengalê bû

‘Mam Zekî di rêxistinkirina civaka Êzîdi de Rolek sereke leyîst’

Argêş wiha wiha domand: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, Mam Zekî jî berê xwe da Êzidxanê. Wî pêşengiya berxwedanê kir. Ji bo birêxistinkirina Êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser, ew bi şev û roj xebitî. Ji ber vê xebata wî, ew di nava civaka Êzidî de bû mîna efsaneyek. Ew ji aliyê gelê Êzidî ve wekî “Mamê Zekî” hate pênasekirinû ev nav di dilê her Êzidî de cih girt.

Parastina Êzidxanê, bû qada ku Mam Zekî pêşengî lê kir. Wî pêşengiya avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê kir. Bi xebat û fedakariya wî, hêzên parastinê mezin bûn û herêm ji DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Lê xêrnexwazên ku li ser Êzidxanê hesabên wan ên tarî hebûn, ev rola wî dît û ew kirin hedef.

‘Şahadeta Mam Zekî ne dawiya çîrokê bû’

Rojnamevan Argêş Şengalî di dawiyê de balkişand  ser şahadet Mam Zekî û wiha pêde çû: “Di 15’ê Tebaxa 2018’an de, piştî ku tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço bû, Mam Zekî berê xwe da Şengalê. Dema wesayîta wî gihişte Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta Tirk bombebaran kirin. Di encama vê êrîşa hovane de, Mam Zekî şehîd ket. Cenazeyê wî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li pakrawangeha  Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxirkirin. Lê Şehadeta wî, ne dawiya çîrokê bû. Berevajî, ew bû destpêka berxwedaneke nû. Li ser şopa wî, gelê Êzidî îradeya xwe hîn xurt kir. Li cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdkirin, bîrdariyek hate avakirin û bû cihê ziyaretê. Êrîşa li ser Mam Zekî, ne ya yekem bû û ne ya dawî jî. Piştî rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê, gelê Êzidî êdî zanî ku ger ne ew bi xwe xwe rêve bibin, wê her roj di fermanan re derbas bibin. Ji ber vê, wan biryar da ku sîstema Rêveberiya Xweser ava bikin. Ev sîstem, bû hedefa dewleta Tirk û hevkarên wê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.