Stêrk Mihemed/Qamişlo
Berdevka Kongre Star a Libnanê Leyla Mihemed da zanîn ku beşeke mezin ji welatiyên Libnanî piştgiriyê didin banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Beşeke mezin ji welatiyên Libnanî hezkirin û piştgiriya Rêber Apo dikin, ramanê Rêber Apo bandor li gelek kesan kiriye.”
Fikir û ramanê Rêber Apo ne tenê bandor li gelê Kurd kiriye, lê belê li tevahî cîhanê gelek kes pê bandor bûne. Rêber Apo bi bîrdozî û felsefeya xwe bala tevahî aştîxwazên cîhanê kişan. Gelek welatiyên Libnanê jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûne . Rêber Apo di sala 1979’an de derbasî Libnanê bû, li Libnanê gelek kar û xebat kiriye. Rêber Apo û PKK’ê dema ku derbasî Libnanê bûn û xwe li wir bicih kirin, gelê li wê derê gelek bi fikir û ramanê Rêber Apo bandor bûn, herwiha ji dema derbasbûna Rêber Apo ji Libnanê re heya roja îro badora Rêber Apo gelekî li ser gel heye û ev bandor heyanî roja îro hîn didome, Rêber Apo karîbû cihekî xwe yê taybet di dil û mejiyê gel de çêbike.
Di vê çarçoveyê de Berdevka Kongre Star ya Libnanê Leyle Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
‘Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’
Leyle Mihemed destnîşa kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê kurd li Libnanê her roj li ser piyaye û wiha got: “Li Libnanê hemû kar û xebatên me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rêve dimeşin. Herwiha ji bona belavkirina ramanê Rêber Apo di nava civakê de komcivîn, semîner û perwerde têne dayîn, ev yek bi mebesta naskirina fikir û ramanê Rêber Apo û belavbûna wê di nava gel de tê kirin. Di nava civakê de li ser pirtûkên Rêber Apo hertim perwerde tên dayîn, ji milekî din ve jî gelek çalakiyên cûr be cûr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne lidarxistin.”
‘Ramanê Rêber Apo bandor li gelê Libnanê kiriye’
Leyle Mihemed wiha domand: “Beşek mezin ji gelê Libnanê hezkirinên xwe ji Rêber Apo re nîşan didin. Beşek ji welatiyên Libnanî bi ramanê Rêber Apo bandor bûne, bi teybet ji ber ku Rêber Apo derbasî Libnanê bûye û li wê derê gelek kar û xebat daye meşandin. Di 27’ê Sibatê de banga Rêber Apo ya Aştî û civaka demokratîk hate raghandin, li Libnanê ev bang bi awayekî erênî, hat pêşwazîkirin. Di Libnanê de fikir û ramanê Rêber Apo hatiye belavkirin, ji bo wê jî gelê ereb, xiristiyan û kurd hezkirin û minetdariya xwe ji Rêber Apo re diyar dikin, bi taybet kesên ku Rêber Apo ji nêz ve dîtine; bi Rêber Apo gelek bandor bûne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kar û xebatê dikin.”
‘Banga Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahî gelên azadîxwaz e’
Berdevka Kongre Star ya Libnanê Leyle Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Banga Rêber Apo li tevahî cîhanê dengvedanek dîrokî çêkir, hemû kes, civak, netew, dewlet bi vê bangê û girîngiya wê bandor bûn û bi rengekî êrênî nirxandin.
Ji ber ku her kes baş dizane rêya Rêber Apo rêya çareserî û demokratiyê ye; ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahî gelên azadîxwaz e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo serlêdana ji bo rêxistinên mafê mirovan tê kirin, daxwazên gel tê ragihandin, xebatên me tu carî nehatiye rawestandin, hertim çalakî û danasînên ramanê Rêber Apo ji bo civakê tên vegotin û wê hertim berdewam bikin.”






