Esma Mistefa/Qamişlo
Xeteriya darvekirinê li ser sê jinên Kurd; Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî rûxmî hemû helwest, kampanya û bangên navdewletî, lê hikumeta Îranê hê jî gefên darvekirinê bidawî nekiriye û di meha tîrmehê de 20 kes darvekirine.
Her çiqas cezayê darvekirinê li gelek welatên cîhanê hatibe betalkirin jî, dîktatoriya olî ya li Îranê wê ne tenê wek cezayek dibîne; lê belê, ew weke amûrek stratejîk ji bo hebûna xwe biparêze, bikar tîne.
Hikumeta Îranê yek ji welatên herî zêde ku cezayên darvekirinê bêktîne ye. Vê yekê di bin nav, tewan, û cûcên cuda de pêk tîne. Sîstema Miletî a Îranê nefes li hemwelatî, pêkhate û gelan di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de qutkiriye. Îran darvekirinê weke rêbaza herî normal a cezaxwarinê dibêne û dide. Li gor hişmendiya Îranê dikare bi va cezayê giran rê li pêşiya civakê, sûc, şaştî, serhildan û xwepêşandanên li hember dewletê bigre.
Di sala 2024’an de 34 jin hatin darvekirin
Li gorî amarên ku ji aliyê Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ve hatine berhevkirin, ji sala 2007’an vir ve herî kêm 263 jin li Îranê hatine darvekirin.
Di navbera salên 2013 û 2020’an de ku heyamek heşt salan e, herî kêm 120 jin li Îranê hatine darvekirin, bi kêmanî salane 15 darvekirin dihatin kirin. Lêbelê, di sala 2024’an de tenê 34 jin hatine darvekirin ku ev hejmar du qat zêde bûye.
Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê
Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê ragihand ku xeterî heye cezayê darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bê pêkanîn.
Pêngava Bidawîkirina Darvekirinê li ser rewşa girtiyên jin ên siyasî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku xeteriya darvekirina 15 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranê ku herî pêşçav Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî ne heye.
Hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê nîşaneya tirs û lewaziya dîktatoriya serdest a li hemberî serhildanên girseyî, berxwedana çalakvan û şervanên azadiyê ye û ev hatiye gotin: “Îran dixwaze bi rêya darvekirinê û serkutkirinê hebûna xwe mîsoger bike.” her wiha axwaz ji saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û çalakvan kirin ku li dijî darvekirinê bibin xwedî helwest.
Kampanya ‘Sêşema Na ji Cazayên Darvekirinê re’ Di Tîrmehê de 20 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 79an de, daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê Rejîma Îranê hefteya borî 20 kes li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê darve kir. Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku di saleke serdema serokkomariya Mesûd Pizîşkiyan de, hejmara kesên hatine darvekirin gihişt hezar û 477 kesan. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku hefteya borî bi fermana berpirsê girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerec ya Îranê û cîgirên wî yên bi navê Hesen Qubadî û Îsmaîl Ferec Nejad, zêdetirî 100 pasewanên çekdar yên girtîgehê û hêzên îstîxbaratê, avêtine ser hola girtiyên siyasî û çar girtiyan avêtine hûcreyên takekesî.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di dewama daxuyaniya xwe de got; “Hefteya borî cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Yequb Direxşan bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ hatiye birîn. Dijî biryarê girtiyên li girtîgehên Qerçek û Tahrana Mezin nerazîbûn nîşandane û bê navber dirûşme avêtin. Serokê Dadweriya Îranê Hisên Muhsînî di daxuyaniyek çapemeniyê bi awayek eşkere ragihand ku ewê welatiyan bêdeng bikin.” Kampanyayê da zanîn ku di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkiriin. Herî dawî Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li azadîxwazan, çalakvanan, xizmên girtiyên siyasî, rêxistinên navnetewî û her kesê kir ku dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.
Hêjayî gotinêye ku Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ di 9’ê Çileya 2023’an de wek nerazîbûna li dijî cezayê darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate damezrandin. Her heftiyê roja sêşemê endamên rêxistinê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Di dema ragihanina kampanyayê de girtiyan wiha gotin: “Ji bo ku dengê me were bihîstin, em ê her Sêşemê bikevin greva birçîbûnê. Me Sêşemê hilbijart ji ber ku ew pir caran roja dawî ya jiyana hevkarên me ye ku herî zêde ew roj dibe roja vegyheztina hucreyên yekkesî.”
Komîteya Dîtina Rastiya a Neteweyên Yekbûyî
Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala borî de Komîteya Dîtina Rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê cezayên darvekirinê yên li Îranê de daxuyaniyek da bûn. Di wir de li ser rewşa Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî jî hat îşaretkirin ku tê de wiha gotibûn: “Werîşe Muradî piştî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî sêyem jine ku ji ber çalakiyên xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her çi qas cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî di cotmeha 2024an de hatibe betalkirin jî, lê hîna metirsiya darvekirinê li ser heye.”
Her wiha di wir de bang li Îranê hat kirin ku demildest cezayên darvekirinê bi dawî bike ku komîteyê diyar kiribû desthilata Îranê cezayê darvekirinê ji bo rûbirûbûn û bêdengkirina çalakvanên jin bi kar tîne.






