Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên Suryanî dan diyar kirin ku pergala ne navendî modeleke guncave ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û misogerkirina mafê hemû pêkhateyan ku li ser xaka Sûriyê dijî.
Piştî salên dûrûdirêj ji zilm û paşguhakirina pêkhateyan, îro Sûriyê dikeve qonaxeke nû ji avakirin ê, hêviya pêkhateyan di guhertinê de hebû, lê hikumeta veguhêz dîsa heman fikir û hişmendiya rêjîma Baas ya berê dimeşîne ku li ser bingeha paşguhkirin û dûrxistina pêkhatyan û jinê xwe ava dike. Sîstema herî pêşketî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û parastina xaka wê ji dabeşkirinê pergala ne navendî ye ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina vê ezmûnî hat teqez kirin. Hikumeta veguhêz dîsa hêviyên gelan dişkîne û li ser navendiya Sûriyê teqez dike ku berovajî berjewendiyên gel tê.
Di 17’meha Tîrmehê de Kongreya Jina Surayto li bajarê Qamişlo hate li dar xistin, yekemîn kongreya jinên ji gelê Sûryanî, Aşûrî, Kildanî ji bo yekkirina nêrînên xwe di dozên nasname, maf û têkoşîna jinan di nava civakê de.
Bi rêya vê konferansê jinan xwestin dengê xwe bigihînin hêzên mezin, saziyên navneteweyî, herêmî û rêxistinên mafên mirovan ku ew berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û dîrokî li hember gelê Suryanî-Asûrî, ku bi dehan salan e ji koçberî, zilm, cudakarî, qirkirin û komkujiyan dikişîne, bi cih bînin. Herwiha denê xwe li dijî bêdengiya navdewletî bilind kirin ku hebûna wan dixe xeteriyê.
Ji aliyekî din ve ji kongireya jinên Sûryanî ji rojnameya me re li ser mijara giringiya pêkanîna sîstema nenavendîbûnê ji bo Sûriya giştî axivîn.
Berpirsa Yekîtiya Jinên Sûryan li Sûriyê Corcêt Bersomo diyar kir Sûriye di qonaxeke dîrokî de piştî hilweşandina
rêjîma Baas’ê derbas dibe û wiha got: “Piştî hatina hikûmeta veguhêz li ser dashilatdariyê hêviya me ew bû ku sîstemeke ku xizmeta gel bike bê avakirin, weke sîstema ne navendî li herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyên entîkî, olî û mezhebî misoger dike, lê rêya vê qûnaxê ber bi nezelalbûn û ne aramiyê ve diçe; tê xuyakirin.”
‘Ezmûna Rêveberiya Xweser serkeftina pergala ne navendî teqez dike’
Corcêt Bersomo derbarê serkeftina sîstema ne navendî di riya ezmûnên Rêveberiya Xweser wiha dewam kir: “Ezmûna Rêveberiya Xweser ku ev zêdetirî 13 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêm tê birêvebirin tecrûbeyek bêhempa ye û ji baştirîn ezmûnên ji bo avakirina Sûriyekî nû ye, dê sîstema serkeftina ne navendbûnê îsbat dike. Ev pergal amade ye û li ser xakê hatiye xebat kirin, piştgiriya gelê herêmê û navdewletî jî jê re heye. Em bi hêvî ne ku vekirin û pejirandinekî ji hêla hikumeta veguhêz hebe, ev proje destkeftiyeke ji bo şêniyên herêmê, gelek qurbanî û fedayî hatin dayîn da ku em gihaştin vê Ezmûna herî serkeftî.”
‘Sîstema ne navendî herî adil e’
Corcêt Bersomo behsa pêwistiya hebûna jinê di nava destûra nû de kir û wiha anî ziman: “Bi saya sîstema ne navendî li herêma Bakur û Rojhatê Sûriyê û avabûna Rêveberiya Xweser, pêşengtiya jinê ji vê projeyê derket pêş û li gel mêr di rêveberiyê de cihê xwe di hemû waran de girt herwiha pêşketin û gavên pir mezin da pêş, temsîla xwe di hemû waran de kir ji leşkerê, siyas, civakî û hwd.. em dixwazin ku ev tecrûbe ji bo giştî Sûriyê bibe nimûne, di nava saziyên hikumetê de cih bigre bêyî paşguhkirin û dûrxistina wê ku tenê rola wê di hin saziyan de sînordar be.”
Berpirsa Yekîtiya Jinên Sûryan li Sûriyê Corcêt Bersomo di qedandina gotinên xwe de destnîşan kir ku pir zehmete piştî gav û pêşketinan vegerin xala destpêkê û wiha got: “Pir zehmete piştî van gav û pêşketinên mezin ku jinan bi îradeya xwe bidestxistin herwiha gihaştina jinan asta şehadetê di şoreşê de, da ku em bi ewle bijîn ku em vegerin gava destpêkê. Sîstema nenavendî ew Ezmûna herî adile ku mafê her kesî misoger dike û dihêle ku jin rola xwe bi hêzeke mezin bilîze di nava saziyan de.
Jina kurd, Suriyan û ereb û hwd.. li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê .. bi hev re bûn çirûsk ji bo hemû jinên cîhanê, bi hev re bi yek dengî û vînê li dijî şerê taybet ku li ser wê dihat kirin sekinî, herwiha em ji bîr nekin, xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê ku jinan karîbû şerê wan bikin û wan bişkînin, hevkarî û peywendiyên xurt yên jinan gihaştin asta ku ew kare bi xwe bibe cihê çêkirina biryarê û mafê xwe bidest bixe.”
‘Hikumeta veguhêz heman hişmendiya rêjîma Baas’ê ye’
Endama Yekîtiya Jinên Suriyanî Sebah Şabo destnîşan kir ku hikumeta veguhêz ya ku hatiye ji bo birêvebirina kar
û barê dewletê heman hişmendî û fikrê Baas’ê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Dîsa jî pêkhateyên dîtir di nava hikumetê hatin dûrxistin û paşguh kirin ev yek di nivîsandina destûra nû de hate nîşandan, bi taybet rola jinê bi awayekî giştî ku ev yek me dît çawa tenê yek jin hate tayîn kirin di nava 23 zilaman de, ev ji mezintirîn awayê paşguhkirina jinan e.”
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13 salan ve sîstemeke cuda tê meşandin, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha Hevpeyamana Civakî hate avakirin, li ser prensîba dayîna mafê hemû pêkhateyan li herêmê, ev projeke xelaskiri ye û amade ne, piştgiriya wê dikin, em dixwazin sîstema nenavendî bê avakirin ji bo giştî Sûriyê ku her nûnerê herêmekê rêveberiya xwe bike. Eger Sûriya nû li ser rêya vê projeyê bê avakirin wê pêşerojeke serkeftî bê bidest xistin, ji ber ku projeyeke demokratîk e û beşdariyeke berfireh a pêkhateyan misoger dike. Herwiha banga azadiya mafê jinê dike ku ew jî bibe beşek di cihê çêkirina biryar de. Îro di nava Rêveberiya Xweser de bûye hevserok di saziyan û cihê rêveberiyê de û bi awayek wekhev kar û xebatan dike, ev yek wekhevî û edaletê nîşan dide.”






