Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Branşan mamosteyên pispor diafrîne

17/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Branşan mamosteyên pispor diafrîne
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêvebera Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya Biranşên Kurdî Dilber Omer diyar kir ku armanca akademiyê amadekirina mamosteyên pispor e û wiha got: “Akademiya Şehîd Egîd Cîlo, ji bo mamosteyan derfeta pêşxyistinê diafrîne”

Di sala 2019`an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Ji bo pêşxistina asta perwedeyê, pisporiya branşên zanistî û wêjeyî, herwiha amadekirina mamosteyan ji bo dayîna perwerdeyê li dibistanan, Akademiya şehîd Egîd Cîlo ya Branşên Kurdî li bajarê Qamişlo û ya erebî li bajarê Hesekê vekir, herwiha bi dewamî dewreyên perwerdeyê yên mamosteyan li akademiyê bi rê ve diçe. Di çarçoveya kar û xebatên akademiyê de Rêvebera Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya biranşên Kurdî li bajarê Qamişlo Dilber Omer ji Rojnameya me re axivî.

Dilber Omer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Armanca vê akademiyê, bidestxistina agahiyên nû yên perwerdeyê, zêdekirin û pêşxistina jîriyên mamosteyan e. Herwiha fêrkirina awayên hînkirin û çawaniya danûstendina li gel xwendekaran e. Ji tevayiya navçeyên herêma Cizîrê mamoste tevlî perewrdeya li akademiyê dibin.”

‘Em dixwazin mamosteyên me xwe di her aliyê de pêş bixin’

Dilber Omer da zanîn ku du beşên akadimiya Şehîd Egîd Çêlo heye û wiha got: “Me ji bo pêkhateyên Ereb akadimî li Hesekê vekir û ji bo pêkhateyên Kurd jî li bajarê Qamşlo hat vekirin. Ekadimiya Şehîd Egîd Çêlo di sala 2019‘an de hat vekirin, mebesta sereke ya vê akadimiyê pêşxistina mamosteyan di aliyê lêkolîn û zanistê ye. Belê em di akadimiyê de biranşên dibistanan de bingeh nagirin, ji ber ku mamoste xwe di her alî de pêş bixin û di her aliyê biranşan de xwedî zanist be, da ku di nava qalibekî de nemînin. Her wiha komisyonên ku dersan didin mamosteyan xwedî pisporiyek mezinin. Em herî zêde dixwazin ku mamosteyên me ne tenê xwe di aliyê biranşên dibistanan de xwe pêş bixin, lê belê em dixwazin mamosteyên me di aliyê kesayetî, wijdanî û hwd pêş bikevin.”

‘Daxwaza me ew e ku xwendekar di hêla xwendinê de jîr bin’

Dilber Omer di nav axaftinên xwe de got ku perwerdeyên wan li ser asta 45 rojên girtî tên dîtin û wiha pêde çû: “Di destpêkê de em qonaxa seretayî perwerde dikin û qonaxa navî û amadeyî bi hev re tên perwerdekirin. Lê em herî zêde di perwerdeya beşa seretayî de em giringî didin rêbaz, ji ber ku zarok her dixwazin rebazê mamosteyan bi wan re xweş be da ku bikare bixwîne û ji xwendina xwe jî hez bike. Di temenekî biçûk de zarok mîne rûpelek sipî ye û mamoste çi binvîsê ne wê li ser wê rûpelê bimîne. Daxwaza me jî ew e ku zarok di hêla xwendinê de jîr bin û hezkirina xwendinê di dilê wan de were çandin. Di heman demê de em biranşên xwe ji hev dû cûda dikin, beşên me yê zanistî ji yê wêjeyî tê cûdakirin.”

‘Yek ji biranşên nûjen yê di nav biranşên me de ya Ol e’

Dilber di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber rewşek awerte perwerdeya biranşan hat sekinandin û wiha got: “Raste akademî ji ber rewşeke ewlehî hat sekinandin lê perwerdeya ziman û Jineolojî dewam kir. Ji ber ku zimanê Kurdî û Jineololê pir girînigin û her mamosteyek pêwîste van perwerdeyan bibînin. Piştî sekinandina perwerdeyan di demek dirêj de ev yekemîn perwerde di vê salê de hat destpêkirin. Yek ji biranşên ku nûjenin di nav biranşên me de ya Ol e.”

‘Ji bo serkeftinê perwerde pêwîst e’

Dilber Omer da zanîn ku sûdwergirtinek pir mezin ji akademiyê derdikeve û her mamosteyek di aliyê nirxandinên xwe de tê xuyakirin ku çiqasî pêşketî ye û wiha dewam kir: “Hemû mamosteyên me dema derbasî akademiyê dibin xwedî bingehin û bi armanca xurtkirina vê bingehê derbasî akademiyê dibin. Xwe bi îrade û xwestek di akademiyê de pêş dixin da ku vê pêşketinê li beramberî şagirtan bidin pêşkêşkirin. Hijmara mamosteyên ku derbasî akademiyê dibin, di salên berê de hijmara wan bilind bûn, dighiştin 80 mamoste. Lê belê di vê salê de hijmara mamosteyan pir kêmin, ev jî ji gelek sedemên şer û aboriyê tê. Pirsgirêka heyî ew e ku mamosteyên me xwe bi xwe pêşinyar nakin ev dibe kêmasiyek. Mamoste pêwîste her tim bixwe bawer be da ku bikaribe nifşê nû bi ronahiya zanistê xweşik bike. Em bi hêvî ne ku mamosteyên me vê tirsê ji dilê xwe rakin û bi serbilindahî derbasî akademiyê bibin. Em jî wek rêveberên Akadimiya Şehîd Egîd Çêlo pir alîkarin bi mamosteyên xwe re û dixwazin her dem em di nav pêşketin û zansitê de jiyan bikin da ku em civakek xwedî nifşê zîrek ava bikin. Akademiya Şehîd Egîd Cîlo, ji bo mamosteyan derfeta pêşxyistinê diafrîne. Di perwerdeya li akademiyê de amûrên nûjen tên bikaranîn. Herwiha ya girîng fêrbûna perwerdenasînê ye, ango mamoste çawa danûstendinê bi xwendekaran re bike û heskirina dibistanê li cem wan çêke. Mamosteyên ku dixwazin serkeftî bin, pêwîst e her dem tevlî perwerdeyê bibin.  Pêşketina akademî, yek ji bingehên sereke yên perwerdeya profesyonel a mamosteyan e. Nerxandina pêşketina akademîyê dikevin nav çarçoveya anîn û pêşniyar kirina stratejî yên bêhtir ji bo hêviyên pêşerojê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.