Ronahî Sadûn/Qamişlo
Berpirsê Beşê Peywendiyan yê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk D. Luqman Ebdullah diyar kir ku sîstema navendî ji bo Sûriyê nabe, Sûriyê ji gelek netewan pêk tê û ev sîstem demokrasiyê nagire nav xwe; ji bo wê sîstema nenavendîbûna siyasî sîstema herî guncav ku pirsgirêkên Sûriyê pê çareser bibin.
Derbarê nenavendîbûna îdarî û nenavendîbûna siyasî, Berpirsê Beşê Peywendiyan yê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Bijîşk Luqman Ebdullah bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Sîstemên bi dirêjiya dîrokê li Sûriyê hatine meşandin çine?

Di sala 1920’an de, dema ku Sûriyê hate avakirin ne bi rengê sistemê dewletê bû, û sînorên wê nehatibûn destnîşankirin. Lê piştî 1920’an dewleta Sûriyê di bin serweriya intîdaba Ferensayê de hat avakirin û bi sistemekê navendî hate birêve birin. Gelek mijar ji bo Sûriyê dihatin gotin wek nenavendî û hwd…lê sîstema Sûriyê bû navendî. Hikumê Sûriyê heta salên 1960’î de jî hukmekî gelerî û perlemanî bû ku desthilatdariya serokkomar ewqasî lê nebû. Herwiha tevî ku navendî bû jî, lê asoyên demokrasiyê tê de dihat meşandin, destûra wê jî destûreke baş bû, ji ber gelek xal di nava xwe de digirt mîna nenavendiya herêmî. Piştî serxwebûnê di sala 47’an de Sûriyê ji bin serweriya intîdaba Ferensayê rizgarbû.
Ji bo wê gelek serok hatin ser desthilatdariyê. Di wê demê de jî veguhestina desthilatdariyê baş bû, lewma ew dihat erêkirin; gelek serokên Sûriyê hatin guhertin, piraniya wan Kurd bûn. Sistemê ku li Sûriyê di wê demê de dihate meşandin bi gel re her tim danûstandiandebû û vîna gel li ber çav digirt. Lê piştî ku rejîma Baas hat ser desthilatdariyê di salên 60 û 63’an de, wê demê Sûriyê kete nava sistemekê navendî û teng de ku demokrasî û azadî bi carekê li holê nema. Angu giranî bi şêwazekî ewlehî û siyasî sistem bi rêve dihate meşandin. Bi ketina rejîma Baas di 8’ê Kanûna 2024’an de li ser destê hikumeta veguhêz a niha li Şamê serweriya xwe dide meşandin, li holê tu sistemekê xuya nake, lê hikumeta Sûriyê ya veguhêz dixwaze bi rengekî navendî Sûriyê bi rêve bibe.
Sîstem bixwe tê çi wateyê û çi cudahî di navbera desthilatdarî û rêveberiyê de heye?
Sîstem; ew rêya ku karûbarê her welat û dewletekê pê tê meşandin, di heman demê de mekanîzma ku karê gel di sînorekî diyarkirî de tê meşandin, jê re sîstem tê gotin. Herwiha sîstem awayên xwe jî hene ku ji wan sîstemên qiralî, navendî û nenavendî ne. Sîstem jî li gorî destûrekî tê nivîsandin, ji bo wê dema cihê em behsê dikin dewlet an qiralî be, gelên wê li hev dicivin û destûrekî dinivsînin, ew destûr jî li gorî pîvanên navnetewî yên ku mirov pê jiyan dikin wekî aborî, siyasî, leşkerî û hwd… danasî dike û li ser rûyê erdê pêk tîne.
Cudahî di navbera desthilatdarî û rêveberiyê de heye. Desthilatdarî ji dema Someran û heya niha li ser civakê hatiye ferzikirin û kesên ku berjewendiyên xwe yên şexsî bikar tînin ew desthilatdarî ne, ev heya derketina netew-dewletê jî heye. Ji ber netewdewlet bixwe jî berdewamiya vê yekê bû. Lê rêvebirina îdarî ew îdariya xwezayî ye ku civak bixwe xwe ava dike û birêve dibe.
Sîstema navendî û nenavendî çi ye û kîjan ji van sîsteman demokrasiyê di nava xwe de dihewîne?
Sîstema navendî; şêwazê kar û xebata wê ji yek navendê tê bi rêve birin, biryar û zagon ji yek navendê têne standin. Di hindirê sistemê navendî de nabe çi alî, beş an jî herêm bi serê xwe biryareke biçûk an mezin, çi civakî, siyasî, aborî û leşerî be, bide. Tenê biryar wê ji navendê bê derxistin û belavkirin, her kes jî pêwîste ku pêkbîne. Ev jî li gorî destûr tê birêve birin, ez bawernakim gelekî ku destûrê xwe baş fêm bike, were sîstemeke navendî ji xwe re deyîn û li gorî wê xwe bixwe têxe nava zindanê de. Ji ber dema navendîbûn tê gotin, demokrasî li holê namîne û tenê desthilatdarî serwerdibe.
Sîstema nenavendî bi xwe jî rengê xwe hene, wekî nenavendîbûna îdarî û nenavendîbûna siyasî. Nenavendî ew e ku biryar, kar û siyaste hemû ne ji navendekê tenê derdikeve, lê bi rengekî hemahengî ji gelek navendan û bi rengekî hevbeş ku hevdû temam bike derdikeve. Dema em dibêjin nenavendî nayê wateya ku navend tune, lê ew navend ne serwer û desthilatdar e, her herêm û kantonek dikare biryara xwe bistîne, lê hemahengiya wan bi navendê re heye. Mînaka vê yekê jî niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin ku sîstema wê nenavendî ye, lê navenda wê heye, lê her kantonek li gorî rewş, erdnîgarî û pêkhateyên xwe, karê xwe dike û biryarên xwe derdixin û jiyana xwe birêve dibin.
Cudahiya di navbera nenavendiya îdarî û nenavendîbûna siyasî de?
Dema em dibêjin nenavendiya îdarî bêtir îdara herêmî ye. Berê jî di destûra Sûriyê de îdarî hebû, mînak hevserokê şaredariyê ji herêmê bi xwe bû û biryar bixwe derdixistin, lê dîsa jî girêdayî navendê bû, ji ber ne darayiya wê û ne biryarê wê serbixwe ye.
Lê dema em bêjin nenavendiya siyasî ew rengek ji rengê fedraliyê ye. Jixwe ferdralî û konfedralî heye, dema gelek fedraliyat bi hev re hemahengiyê dikin, em jêre dibêjin konferdarlî ku ne cihek û erdnîgeriyek tenê ye, lê gelek in. Fedralî bixwe jî sîstemeke nenavendî ye bêtirî xwe nenavedîbûna siyasî ye. Cihê ku nenavendîbûna siyasî tê de hebe, ew cih dikare biryara xwe bistîne, mînak dikare hevpeymanekê bi hêzê in din re çi di hundir an derve de be, yan herêmî û nenavendîbî bin jî pêk bîne û biryarên siyasî dikare bistîne, wê demê heta beşê parastin, darayî û derve tê de hene. Sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nimûna herî berbiçave ji bo nenavendîbûna siyasî ye ku her kantonek karê xwe yê leşkerî, aborî û civakî dike, ev hemû jî dikeve bin çarçoveya sîstema nenavendîbûna siyasî de.
Sîstema herî guncaw ji bo siberoja Sûriyê pêwîste çi sistem be?
Di rewşa Sûriyê ya niha de sîstema navendî wê gelekî şaş be, ji ber Sûriyê ne ji netewekî tenê pêk tê, lê pir netew di Sûriyê de hene mîna Kurd, Ereb, Ermen, Xiristiyan, Çerkez, Turkmen û hwd… hemû jî ji netewên Sûriyê yên resen in. Lê kiryarê ku di Sûriyê de çêbûn û heya niha piştî hikumeta veguhêz jî nêzîkîbûna wê ji jiyana siyasî û civakê re, nêzîkatiyên desthilatdariyê ye ku dixwaze yekalîbûnê bide meşandin, lewma jî vê hikumetê meclis ava kir ku hemû kesên di meclisê de yên girêdayî wane, hem jî ragihandina destûrekî kir ku wan bi xwe nivîsandibû û li gel venegeriyan, bi van hewildanên xwe yên yek anî tu pîvan ji azadî û demorasiyê re nehiştin.
Ji bo wê sîstema nenavendîbûna siyasî ya herî guncawe ku pirsgirêkên Sûriyê pê çareser bibin. Ev sîstem tenê dikare vê rewşa niha ku bi dehê salan tê jiyankirin û hatiye komkirin heta ku gihaye vê encamê çareser bike. Ji ber bi sîstema niha ya ku li Sûriyê tê meşandin û bê ku vîn û hebûna pêkhateyên heyî li ber çavan were girtin, wê tu çareserî pêkneyê. Ji bona siberoja Sûriyê pêwîste gelê Sûriyê tev biryara xwe bixwe bistînin û bi rengekî aktîf cihê xwe di avakirina Sûriyê de bigre.
Mînak Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek pêkhateyan pêk tê, ji bo wê tu nikarî sîstemekî li ser wan feriz bike ku ne sîstemeke pirrengî be, lê divê sîstemekî ku gel pêş bixe, nimûneya wê jî li pêşiya çavê me ji sala 2012’an ve û heta niha. Herwiha di sala 2014’an de dema ku Rêveberiya Xweser hat avakirin û herêma herî bi ewle ku tevî ewqas şer, êriş û di nav de jî şerê taybet li ser tê meşandin ev herême. Sîstema nenavendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû nimûne ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re û bû sîstema herî guncaw ya ku tê qebûlkirin ji aliyê civakî, aborî, siyasî û hwd… ve.






