Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû cejna vejînê

16/08/2025
in ROJEV
A A
Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû cejna vejînê
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Di dîroka Kurdistanê de cara yekê ye ku gelê Kurd bi tevgereke weke PKK’ê re nasnameya xwe ya yekîtiya neteweyî qezenc kiriye. Niha jî em qala 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, destana PKK’ê ya 52 salan dikin û derbasî serdemeke nû dibin. Teqez divê were zanîn ku rabirdûya PKK’ê tijî qehremantî û berxwedan e.

Eger îro qala pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê kirin ew jî berhema keda Rêber Apo û ezmûna têkoşîna wî ya 52 salan e. Em derbasî sala 53’yemîn a têkoşîna aştî û civaka demokratîk dibin. Rêber Apo di têkoşîna xwe de ji dil û can hewl dide keda xwe, ya şehîdên qehreman û gelê berxwedêr bi serketineke mayînde bi encam bike.

Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka neteweya Kurd dest bi qonaxeke nû kiriye. 9’ê Tîrmehê bi peyameke dîtbarî derket pêşberî raya giştî û ragihand ku pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk derbasî qonaxa xwe ya duyemîn dibe.

Rêber Apo di daxuyaniya xwe de bang li gerîla kir û got ku gerîla bi rengekî guncav çekên xwe tine bikin û beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Di heman demê de bang li rayedarên Tirk jî kir û got ku teqez divê her kes bi erka dikeve ser mile xwe rabe da ku pêvajo bi rengekî asayî berdewam bike.

Daxuyaniya Rêber Apo ya dîtbarî di dilê her kesî de kelecan û coşeke mezin çêkirin. Peyam bi qasî nûjen bû, ewqasî jî xwedî bandoreke dîrokî bû. Li pey wê bangê bi du rojan  11’ê Tîrmehê me şahidî ji daxuyaniya koma gerîlan re kir. Me dît ku gerîlayên sozdarên Rêber Apo û dilxwazên azadiyê bi heybet û kelecana pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk ji çiyayên bilind xwe berdan deştê û li pêşberî Şikefta Caseneyê ya xwedî wateyeke dîrokî ye daxuyaniya xwe dan û çekên xwe şewitandin.

Tevahî gelê Kurd jî daxuyaniya gerîlayên Kurdistanê şopandin û hinekî jî hestiyar bûn. Ji ber wan gerîlayên qehreman bi salan e bi wan çekan şerê xweparastinê dikirin. Her kesî ew rêbazê gerîla qebûl kir. Banga Rêber Apo ya çekdanîna gerîla û li beramberî wê daxwaza gerîlayan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  ji bo pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk siyasetê bikin, ji hêla hemû civakê ve hat erêkirin.  Wateya şewitandina çekan a ji hêla gerîlayan ve ew e li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê şer bisekinin û dawî tundiyê were.

Gelê Kurd ji zû ve, baweriya xwe bi Rêber Apo û pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk aniye. Kurd û dostên wan bi xwepêşandan, tilîlî û dirûşman xwedî li pêvajoyê derdikevin. Helwesta gelê Kurd gelekî girîng e. Divê vê sekna hîn xurtir bikin. Ji ber ku mijar pêşeroja wan e. Hewce ye bi her awayî xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo derkevin.

Eger em îro qala pêvajoya nû dikin bi saya berxwedana zindanan, pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna bêman a bi ruhekî feddaî yê Apoyî hat pêşxistin e.

Em dikevin 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê. Bi vê wesîleyê di serî de, heval û fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz), dîsa fermandar Koçero û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî  bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna ditewînim. Em ê li ser şopa şehîdan ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn bikin. Dîsa ez salvegera 41’emîn a cejna vejînê 15’ê Tebaxê, li Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê û gelên azadîxwaz pîroz dikim.  Ez bi hêvî me salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bibe wesîleya çareseriyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.