Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê Nebîha Mihemed diyar kir ku ji ber kar û xebatên wan berfireh bibû, wan pêwîstî dît ku ew navendeke mezintir li bajarê Hesekê vekin.
Tevgera Hîlala Zêrîn sala 2021‘an navenda xwe li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê vekir, ji ber firehkirina xebatên tevgerê pêwîstî hate dîtin ku navend mezin bibe, ji ber vê yekê tevgerê navenda xwe veguherand li taxa Azadî ya navenda bajar a ku berê bi navê çargoşeya ewlekariyê dihat nasîn.
Rêvebera Tevgera Hîala Zêrîn a kantona Hesekê Nebîha Mihemed ji Rojameya me re axivî.

Nebîha Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Meha Tebaxê tijî bîranîn, berxwedanî, êş û serkeftin in ji bo gelê Kurd, meha hebûnê ye ku guleya yekemîn hate teqandin ji hêla fermandarê efsûnî Egîd“Mehsûm Qorqemaz”.
Nebîha Mihemed diyar kir ku berê jî navenda Hîlala Zêrîn li Hesekê hebû ku di sala 2021’an hate vekirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku kar û xebatên me berfireh bibû me pêwîstî dît ku li cihekî berfirehtir em navenda xwe vekin, gelek beşên Hîlala Zêrîn hene lewre em ê kar û xebatên girêdayî jin tê de bimeînin.”
Karê û xebatên navenda Hesekê
Nebhîda Mihemed derbarê kar û xebatên navendê de wiha anî ziman: “Em li navendê perwerdeyan didin jinan derbarê kar û xebatên çand û hunerê, ji gundê JINWAR girûpeke heye em wan perwerde dikin, girûpeke guvendê, def, koma Gera Stêrk ji 9 endama pêk tê, girûpeke zarokan, şano û gûrpeke a wênekariyê ji xwe ev du beş hene girûpeke temenê wan 15 û 16 salî ne û ya din temen wan 12 û 13 salî ne.”
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê Nebîha Hesen destnîşan kir ku navenda wan a li bajarê Hesekê kar û xebatên berfireh dimeşîne û wiha bidawî kir: “Bi rastî kesên ku di beşên navendê de perwedeyê dibînin ji hemû beşan piraniya wan jêhatî û zîrekin, dixwazin fêr bibin û çalakin herwiha dixwazin bibin şopdarên çand, huner û şoreşê, hêviya me di wan de pir mezin e.”






