Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengvedana konfiransa yekhelwesta pêkhateyan

16/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Dengvedana konfiransa yekhelwesta pêkhateyan
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kûtê diyar kir ku lidarxistina konferansa pêkhateyan di vê demê de xwedî giringiyeke taybet e, û got,“ Konferansa Pêkhateyan bersivekbû li hemberî komkujiyên li ser gelê Sûriyê hatine meşand.”

Di 8’ê Tebaxê de Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan bi dirûşmeya “Bi Hev Re Ji Bo Pirrengiyeke Ku Yekîtiya me xurt Dike” li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di heman demê de, hemû pêkhateyan helwesta xwe ya aşîtî, wekhevî û demokrasiyê nîşandan. Herwiha tekezkirin ku modêla Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê çareseriya pirsgirkên ku li Sûriyê jiyan dikin û hembêzkirina hemû gelan e.

Di derbarê girîngiya konferansa Yekhelwesiya pêkhateyan de, hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kûtê ji Rojnameya me re axivî.

Giringiya konferansa pêkhateyan

Yûsiv Kûtê da zanîn ku lidarxistina konferansa pêkhateyan di vê pêvejoya niha de xwedî girîngiyeke mezin e, û wiha got: “Rewşa ku niha Sûrî tê re derbas dibe rewşeke pir xirab e. Herwiha rojane komkujî li dijî gel û pêkhateyên Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve tên kirin û heta vê demê ev komkujî berdewam dikin. Di heman demê de, hikumeta veguhêz a Şamê hejmareke mezin ji civaka Elewî û Dûrzî qetilkirin û gelek komkujî li dijî wan pêkanîn. Ev kiryarên hikumeta veguhêz a Şamê Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe. Ji bo ku Sûriyeke Demokratîk û ne navendî were avakirin, pêwîst e Serokê hikumeta veguhêz a Şamê Ehmed El- Şera hişmendiya xwe biguherîne û êdî bes komkujiyan li dijî gelê Sûriyê pêk bîne. Lewma pêwîst e Ehmed El- Şera banga yekîtî û aşîtiyê bike û hişmediya ku niha Sûriyê birêvedibe, wê Sûriyê negihêje azadiyeke rast. Ji bo vê yekê ev Konferansê pêkhateyan ku di 8’ê Tebaxê de hate lidarixistin gaveke pir girîng e, ev konferans bû bersivek ji bo komkujiyên ku di derheqê gelê Sûriyê de hatin meşandin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêxên Elewî di konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan de beşdarbûn.

‘Tevahiya pêkhateyên herêmê piştgirtiya xwe ji bo konferans nîşandan’

Kûtê axaftina xwe wiha berdewam kir:“ Em dibînin ku li seranserî Sûriyê rojane û di serî de jin, zarok û li ser civakê tevahî komkujî, kuştin, revandin û îşkence tê meşandin. Helbet ev yek ji bo civakê xeteriyeke pir mezin e, ji ber vê yekê civak berê xwe dide herêmên bi ewle yên ku hebûna wan diparêze. Ji bo vê yekê pêkhateyên herêmê bi tevahî vê rastiyê nas dikin û li ser vî bingehî piştgirtiya xwe ji bo konferansa pêkhateyan dan nîşandan. Pêkhateyên ku beşdarî konferasê bûn bang li cîhanê kirin û gotin em hemû yekin, herwiha kesên ku tevlî konferansê bûn, gotin ku hikumeta veguhêz a Şamê temsîla me nake.”

‘Konferansa pêkhateyan cihê şanaziyê bû’

Yûsiv Kûtê eşker kir ku konferansa Pêkhateyan di Sûriyê û tevahiya cîhanê de deng veda û wiha pêd çû:“ Cîhan bi tevahî dibîne ku ev 14 salin Sûrî di nava şer û xwînê de jiyan dike. Herwiha destê hemû hêzên hegemonîk di şerê Sûriyê de heye. Cîhan bi tevahî komên tûndrew yên mîna DAIŞ’ê û tehrîr AIşam HTŞ’ê ku niha rêveberiya wê Ehmed El- Şera dişopîne. Ji bo vê yekê lidarxistina konferansa Pêkhateyan ji bo Sûriyê û tevahiya cîhanê cihê şanaziyê bû, li ser vî bingehî tevahiya dostên Rêveberiya Xweser piştgirtiya xwe ji bo konferansa pêkhateyan nîşandan.”

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yûsif Kûtê axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Pêwîst e di vê demê de  rewşenbîr bi erkê xwe rabin, ji ber ku rewşenbîr pêşgeng û ronakbîrên civakê ne. Em weke rewşenbîr erkê me yê bingehîn ew e, ku pêşengtiya civaka xwe bikin, da ku em karibin bi ruhê hevaltî jiyaneke hevbeş bidin meşandin. Di heman demê de, avakirina Sûriyeke Demokratîk erkekî bingehîne li ser milê me tevan û ji bo wê yekê pêwîst e em xebatên xwe bê navber bidin meşandin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.