Argêş Viyan/Qamişlo
Parêzer û parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal bilêv kir ku azadiya Rêber Apo ji bona serkeftina pêvajoyê mercekî sereke ye û wiha got: “Rêber Apo çarenûsa gelan dide diyarkirin, lê hîn di bin tecrîdekê mayinde de tê dîlgirtin.”
Di 18’ê Adara 2014’an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê girtiyê heta heta yê a girankirî ya Rêber Apo bêyî mafê berdana bi şert (mafê hêviyê) li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. DMMEyê ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de rêziknameyan çêbike.
Di derbarê mafê hevîyê û azadiya Rêberê gelan Rêber Apo de, parlementera DEM Partiyê yê Şirnexê û parêzer Newroz Uysal ji rojnameya me re axivî.
‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gehiştiye qonaxeke girîng’

Newroz Uysal da diyarkirin ku pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye didome, lê tecrîda li ser Rêber Apo hîn berdewam e û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya piştî banga 27’ê Sibatê dest pê kiriye, niha bi avakirina desteya edeletê ya bingeha perlementoya Tirkiyê didome. Hevdîtinên di asta hemû beşên civakê digirin di nava xwe de û di heman demê de jî ji bona avêtina pêngavên zagonî jî didomin. Dema ku ew Desteya Edeletê hate avakirin, ji bona asta fêmkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bingehekî pir mezin bû. Piştî Banga Rêber Apo û ragihandina Tevgera Azadiyê ya agirbesta mayinde û di heman demê de merasîma şewitandina çekan ya komên gerilayên azadiyê cihê rêzgirtinê bû. Lê beramberî wê hikumeta Tirk ti gavên berbiçav ne avêtiye û mafê hêviyê ya ku serokê Partiya Netewperest ya Tevger (MHP) Dewlet Bahçelî anî li ser ziman hîn ne hatiye çalakirin. Berovajî wê hîn tecrida li ser Rêber Apo û girtiyên azadiyê didome. Raste peyama Rêber Apo ya bi dîmen piştî 26 salan û di heman demê de hevdîtinên li gel Imraliyê tên kirin girîng in, lê ne têrker e. Gavên baweriyê didin xuyakirin û nîşaneya çareserî û demokrasi ye. Civîna Desteya Edeletê ya yekem da nûnerên me yên DEM Partiyê destpekê ku xala civînê de anî bûn li ser ziman mafê heviyê û rewşa girtiyên doza siyasî bû. Lê hîn encamên xebatên wê komisyonê ne diyar in. Di heman demê de jî berpirsyariyên dewleta Tirk jî anîn bîra wan. Di meha Îlona 2024’an de jî DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa) jî di wê aliyê de li ser dewleta Tirk doz vekiribû û ji bona mafê hevîyê Rêber Apo bê dayin, lê rûxmê wê jî jî ti pêngavên zagonî nehati bûn avêtin. Disa di heman mijarê de, Cîvina DMME di meha Îlona 2025‘an de rojeva mafê hevîyê dê kom bibin û di derheqê mafê hêvîye de biryarekê dawî bê dayin. Ev encama ku wê dozê de derbikeve dê ji bona dewleta Tirk neçar bib e ku hin gavan biavêj e. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya gelên azadîxwaz û welatparêz e.”
‘Di her çalakiya ku tê kirin daxwaza gelan azadiya Rêber Apo ye’
Newroz bibîrxist ku azadiya Rêber Apo ne tene ji bona Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gelan rêya rizgariyê ye û wisa domand: “Piştî pêvajo hat destpêkirin, ji ber ku pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye, pêwist e Rêber Apo azad be û derfetên wî yê danûstandinê bê zêdê kirin. Bê guman dîsa jî pêvajoyeke wisa neba jî, hertim di rojeva me de azadiya Rêber Apo ye. Em berê jî gelek caran ji bona mafê hevîyê Rêber Apo û girtiyên siyasî yên azadiyê gelek caran hewildanên me çêbûn. Komisyona ku hatiye avakirin zêdetir li ser vegera gerilayên ku çekên xwe şewitandi bûn, vegera wan ya welat rojeva sereke digir e. Raste, ev jî hemaneke bingehîne ji bo çareserî û demokrasîyê lê, ji ber ku Rêber Apo pêvajoyê rêve dibe, xala yekemin pêvîste azadiya Rêberê gelan Rêber Apo be. Tecrîda mayin de, ya ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin, li gorî zagonên Tirkiyê û navnetewî jî tomet û zexteke mezin e. Lê ji ber ku li ser gelê Kurd tê meşandin zêde nayê rojevkirin. Rast e li gor berê zêde astengiyên li pêşiya hevditînên Rêber Apo nîn e, lê dîsa jî tecrîd berdewam e. Pêvajoya Aşitî û Çareseriya Demokratîk ji bona hemû gelên azadîxwaz re bû hevîyekê mez in. Serkêş û maxutabê wê pêvajoyê herî sereke jî Rêber Apo ye. Em azadiya Rêber Apo weke ne kesayetî weke azadiya gelên azadîxwaz digirin û ji bona wê xebatên xwe didomîn in. Mînakên ku li Kolimbiya û Efrîqa Başûr jî hat dîtin hen e. Rêber Apo jî Mandelayê Rojhilata Navîn e.”
‘Azadiya Rêber Apo, divê demildest pêk bê’
Newroz diyar kir ku azadiya Rêber Apo pêwîst e were pêkanîne û wiha axaftina xwe qedand: “Berdewamkirina tecride, nakokiyekê mezin e ku ji bona welatekê ku xwe re dibêje zagonî. Ji bona ew nakokî ji ber pêvajoya ku dimeşe de, nebe asteng pêwîst e demildest bê rakirin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo demildest pêwîst e pêk bê. Pêwiste rêyen ji ber çareserkirina pirsgirikên li Tirkiyê jî neye girtin û ew jî tenê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber zelalkirina rewşa tecridê, dê bib e, pêşeroja çareserkirina gelan. Dîsa jî em ê, heya dawiyê ku azadiya Rêber Apo û girtiyên Tevgera Azadiyê pêkan be kar û xebatên xwe bidomîn in.”






