Azadî Helebce
Piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn û encama Peymana Sykes Picot de Kurdistan di navbera çar dewletên netewe de hat parvekirin. Ev mîna xençerekê li dilê Kurdan hate xistin. Kurd bi înkarê re rû bi rû man. Her çiqas hinek serhildanên Kurd çêbûn û berdêlên giran hatin dayîn jî, ji ber çarçoveyeke sînordar a eşîr an jî tevgeran derneketin serkeftineke berbiçav bi dest nexistin. Di serhildan û pêngavên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û hwd, de vê rewşê bi awayekî şênber xwe da der. Piştî pelçiqandina wan serhildan û tevgeran, di encama komkujî, darvekirin, zext û sirgûnan de Kurd li her çar parçeyên welêt ketin rewşa mirinê.
Li Rojava Kurdistanê rejîma Baas, Kurd rojane bi asîmîlasyonê re rû bi rû dihiştin. Ji bo Kurdan tine bikin, çi ji destê wan hat kirin. Ji Kembera Erebî heya, di Sînemaya Amûdê de şewitandin û qetilkirina zarokan, bênasname hîştina mirovan pêkûtiyên dijmirovî hatin pêşxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî Kurd rastî komkujî û qirkirinan hatin. Enfal, Helebce û hwd. bi dehan komkujî hatin kirin. Li Başûr partî û tevgerên heyî jî nikarîn Kurdên li wir biparêzin. Tenê ketibûn pey berjewendiyên xwe. Bi heman rengî li Rojhilatê Kurdistanê rejîma meleyan bi her cure polîtîkayên zext, îşkence û îdaman nedihiştin Kurd nefesê bistînin. Li parçeyê herî mezin ê welat ango li Bakurê Kurdistanê Kurd û Kurdistan bibû mijareke reva ji mirinê. Kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar hatibûn hiştin. Polîtîkayeke înkar û îmhayê ya herî dijwar li ser civaka Kurd dihat meşandin.
Rêber Apo piştî gelek lêkolîn û lêgerînan sala 1973’yan yekemîn car bi dengekî hêdî û nizm li ber guhên hevalên xwe peyva “Kurdistan mêtingeh e” anî ziman û şûnde têkoşîn û berxwedaneke bêeman li tevahiya welêt dest pê kir. Li dû şehadeta heval Hakî Karer avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê ya sala 1978’an êdî merheleyeke nû ya dîrokî pêş diket. Milîtanên Apoyî ji bo bersiveke herî rast bidin şehadetan têkoşîneke muezem meşandin.
Her çiqas PKK weke tevgereke îdeolojîk û siyasî hewl da rola xwe pêk bîne jî êrîşên dewleta Tirk ên li hember pêşengên Tevgera Apoyî û zilma li Zindana Amedê nîşan dida ku bêyî têkoşîna çekdarî parastina gel û tevgerê ne mimkun e. Bi taybet berxwedana li zindanan a bi Mazlûman, Çaran, Kemal û Xeyriyan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi hemû heybeta xwe pêş bikeve.
15’ê Tebaxa 1984’an di pêşengiya Fermandarê Mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de bi çalakiyên Erûh û Şemzînanê re qonaxeke dîrokê ya nû ji bo gelê Kurd, jinan û tevahî bindestan pêş ket. Ew pêngava ji bo dijmin bû şoqeke mezin, ji bo mirovên Kurd êdî serdemeke ku tirs têk diçû derdiket holê. Dengê guleyên ji namlûya çeka gerîlayan derdiket, bi tilîliyên dayik û jinan, bi dirûşmên ciwanan ên li qad û kolanan re dibû yek.
Di encama berxwedana zêdetirî 52 salan a Rêbertî û têkoşîna çekdarî ya bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest pê kir, gelê Kurd li her çar parçeyên welêt bû xwedî destketiyên herî mezin. Di roja me ya îro de ti hêz bêyî Kurdan nikarin li ser Rojhilata Navîn siyasetê bimeşînin. Bêguman ev bi saya têkoşîna mezin a Rêbertiya me, bi xwîna bi hezaran şehîdan, bi berdêlên mezin ên gaziyên şer û keda mezin a gel û jinan pêk hat.
Êdî hebûna Kurdan li tevahiya cîhanê hatiye qebûlkirin. Ti dewleteke dagirker nikare vê hebûna qedîm a dîrokî ji nedîtî ve bê û înkar bike. Rêber Apo li ser vî esasî 27’ê Sibatê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî kir. Gerîlayên azadiyê 11’ê Tîrmehê bi şewitandina çekan piştgiriya xwe ya ji vê banga Rêber Apo re nîşanî hemû cîhanê dan. Gerîlayan diyar kirin ku kesên şer dikin, dikarin aştiyê bikin.
Bi vê wesîleyê 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê fermandarê nemir Egîd, pêşeng û sembola Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heval Nûreddîn Sofî û Fermandarê Fedaî Koçero de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Di rêya şehîdan û pêşengiya Rêber Apo wê têkoşîna azadiyê teqez bi serketinê bi encam bibe.






