Birûc Resûl/Qamişlo
Mamosteyên Zanîngeha Rojava diyar kirin ku mijarên ku niha Rêber Apo di Manefêstoya xwe de dinrxîne mijarên nûjen in, li ser vê bingehê ew hewil didin ku bi piratîkî û wijdanî fêm bikin û pêk bînin.
Perwerde yek ji bingehên sereke yên pêşketina civak û mirovan e perwerde ji bo mirovan hêviya naskirin û xwenasînê ye. mirov bi perwerdekirinê xwe ji tarîtiyê rizgar dike. Di heman demê de bi perwerdeya rast, mirovan fêm dikin ku çawa xwedî li maf û wekheviyê derkevin. Civakeke bê perwerde, wek dareke bê av û zuha ye, bê guman wê demê ti xwşkbûyina wê namîne, perwerde xweşkbûyina civaka axilaq û polîtîka ye. Lê civakeke ku di navbera xwe de perwerdeya rast dike, dibe sedema aştî, pêşketina demokiratîk. Di roja me ya îro de ku pirtûkên Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ji bo tevahê gelan bûya cihê xwe rizgarkirinê û çareseriyê.
Di derbarê perwerde û Manefêstoya Rêber apo a ‘Aştî û Civaka Demokiratî’ berdevka beşê Jineolojî Zozan Mihemed, Mamosteyê Peymangeha Bilind a Ragihandinê Serkeft Hisên û Mamosteyê Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf ji rojnameya me re axivîn.
‘Armanca perwerdeyê bilindkirina asta mamosteyan e’

Zozan Mihmed da zanîn ku perwdeya wan heta 15 rojan berdewam bike û wiha got: “Perwedeya me hefeteya yekemîn li ser manêfestoya Rêber Apo a nû bû ku hat xwendin. Herwiha hefteya duyemîn jî nîqaş li ser vê manêfestoyê berdewam dike. Di nava vê pirtûkê de gelek nêrîn û analîzên nû hatine derxistin û kesên tevlî vê perwerdeyên bûne hemû mamosteyên zanîngehê ne. Hem mamosteyên zanîngeha Rojava û hem jî mamosteyên bajarê Hesekê û bajarê Girkê Legê ne. Armanca ji vê perwerdeyê bilindkirina asta akademîk ji bo mamosteyan û hem jî afrandina mijarên nû ên ku di nava pirtûka Rêber Apo de hate nîşandan e. Di heman demê de, ji bo mamosteyên me yên ereb bi zimanê erebî hat şîrovekirin. Em dixwazin mijarên ku Rêber Apo pêşniyar kiriye di nava pirtûkên xwe de, bi rengekî piratîkî di nava civaka Rojava de pêkbînin.”
‘Em hewil didin ku bi piratîkî û wijdanî fêm bikin û pêk bînin’
Zozan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çiqas mamoseteyên me di asta akademîk de bin, lê perwerde ji bo wan pir girîng e. Em bi riya van perdewedeyan li pêş dikevin û asta zansta me dewlemd dibe. Mijarên ku niha Rêber Apo di pirtûka xwe dinrxîne mijarên nûjen in, li ser vê bingehê em hewil didin ku bi piratîkî û wijdanî fêm bikin û pêk bînin. Di herî dawî de jî daxwza min ew ku tevahî mamoste tevlî perwerdeyan bibin. Bê guman perwede ji bo bilindkirina asta mamosetyan û ji bo danûstandinên wan bi şagirtan re jî girîng e.”
‘Em ê zanisteke demokiratîk di nava civaka xwe de pêk bînin’

Serkeft Hisên diyar kir ku di manefêstoya nû ya ‘Aştî û Civaka Demokiratî’ de rêbazên çareseriyê li pêş in û wiha domand: “Di 27`ê Sibata 2025 ji gereva Îmralî ji aliyê Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan ve bangewaziya dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokiratîk’ hat kirin, di vê çarçoveyê de rojeva cîhanê tevahî hat guhertin. Wek tê zanîn ku li Rojhilata Navîn û li tevahî cîhanê di nava şer û pevçûnên pir sîstematîk re derbas dibin, ji aliyekî din ve jî hêzên hegemonîk û sermeyedar dixwazin vî şerî kûrtir bikin û tevlîheviyê di nava civakê de çêbikin. Belê ji bo serxistina vê pêvajoya nû Rêber Apo manefêstoya ‘Aştî û Civaka Demokiratîk’ pêşkêş kir, da ku çaresereî hesan be, di manefêstoya nû de rêbazên çareseriyê li pêş in. Ji ber vê yekê em niha girîngiyê didin vê pirtûkê û en hewl didin ku Rêber Apo û nerxandinê wî baş fêm bikin, da ku em zanistekî Demokiratîk di nava civaka xwe de pêk bînin.”
‘Manefêstoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk’

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser xweperwerdekirinê û wiha got: “Li Zanîngeha Rojava her sal di miha Tebaxê de piştî betlaneyê perwerde tên dayin, mîna semîner, pirtûkxwendin, nerxandin û girêdayî mijarên zanîngehan nîqaş tê kirin. Belê di vê salê de jî me perwerde ji bo mamosteyên Zanîngeha Rojava da destpêkirin, herwiha li ser asta 15 rojan e. Wek tê zanîn ku perwerdeya îsal di çarçoveya manefêstoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, ev manefêsto jî nêzî 180 rupelan e, di hindirê wê manefestoyê de ango tişta lê hatiye zêdekirin ku çima Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye fesixkirin. Bê guman ev perwerde ji bo asta zanebûn û xwendinê hîn bêtir pêbşikeve, em dibînin ku çawa civaka cîhanê guh didin xwendinê û jê hezdikin, ew derfet niha li cem me jî çêbûye, qeyd û qedexekirin li ser me rabûye, êdî pêwîst nake ku em dûrî ziman û dîroka xwe bikevin. Di roja me ya îro de derfetên pir mezin û berfereh hene ku ti tişt li pêşiya xweperwerdekirinê û xwendinê nabe asteng. Lê mixabin yê ku dibe asteng li ber perwerdê û zanebûnê, mirov bi xwe ye. Pêwîst e her kes û bi taybet wekî gelê Kurd asta zanebûna xwe bilind bike. Ji ber ku îro em xwe perwerde nekin û nas nekin, helbet wê hebûna me tenê fîzîkî be, bê guman yên ku bihêle tu bibe zane û nasîn, xwendine û lêkolîn e.”
‘Em fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bikin heval’
Beşîr Mele Newaf di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mirov çiqasî ji bo xwepêşxistinê vekirî be, ewqasî jiyan jî li pêşiya wî rê vedike, herwiha pêwîst e her kes xwe bike hevalên zanistan û feylesûfan, ji ber ku tu îro hevaltiya kî bike tê bibe wek wan. Mîneka herî nêz û berbiçav ku em wekî gelê Kurd fikirê Rêber Apo bingeh digirin û wek ku tê dîtin em niha perwerde li ser fikir û felsefeya wî dibînin. Em fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bikin heval û her dem bixwînin. Di Rojhilata Navîn de dewletên hegemon mêjiyê gel dabûn cemidandin û hiştibû ku ew asta parvekirin, şîrovekirin û analîzkirinê kêm bimîne. Lê em vê yekê tekez dikin ku fikir û felsefeya Rêber Apo dihêle ku mijiyê mirov were vekirin û ronak bibe.”
‘Em niha derbasî qonaxekî nû dibin’
Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em niha di pêvajoyekî nû de ne, em derbasî qonaxekî nû bûne. Bê guman ew qonax jî qonaxekî siyasî ye. Mixabin yê ku niha li ser desthilatdariya Şamê dike mêjî û zehniyeteke pûç û kilasîk e, ji ber vê yekê em niha bi riya perwerdan xwe pêş dixin ku mêjiyekî wiha kilasîk bandorî me nebe û em wekî mamosteyên zanîngehan bikarîbin civakê ji wiha zehniyet biparêzin, herwiha em xwe bispêrin fikir û felsefeya Rêber Apo.”





