Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd dîrokeke nû ava kir

14/08/2025
in ROJEV
A A
15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd dîrokeke nû ava kir
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Mêrdîn

Di çêbûn an jî avabûna civakan de rojên girîng û pîroz hene. Çend sal û dewran jî di ser re derbas bibin bila derbas bibin, ew roj girîngiya xwe wenda nakin û her tim zindî û mîna xwe dimînin.

Pir civakan ew rojên xwe bi motîfên mîtolojîk û olî neqişandine, kî zane dibe ku guman dikirin rojekê bên jibîrkirin an jî wateyên xwe wenda bikin  pîrozkirin û bilindahiya wan rojan hinekî din derxistine merheleyeke jortir.

Ji bo Kurdistan û gelê Kurd jî rojek wiha heye ku têde hebûn, afirînerî û vejîna xwe dibînin. Welat û gelê ku ber bi tunebûn û helandinê ve diçû di wê rojê de zindî bû, çavên xwe vekir, toz û axa bi salan ji ser xwe avêt, rabû ser piyan û ber bi azadiyê ve kete rê. Ev roj 15’ê Tebaxê bû.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku di pêşengiya Fermandar Egîd de dest pê kir,  ji bo gelê Kurd dîrokeke nû ava kir. Gelê Kurd di aliyê leşkerî, siyaset, çand, felsefe, bîrdozî û heqîqetê de xwe nas kir.

Li hember her cureyê neheqiyan, bi awayekî rêxistinkirî ku pişta xwe dide çiyayan bi bawerî, hêz û hêviya ji wir digirt dengê xwe bilind dikir û her çû wek civak, gel û netewe ne tenê ji bo xwe êdî roleke ku careke din pêşengiyê ji mirovatiyê re bike girt ser milê xwe.

Lewma her ku salvegera 15’ê Tebaxê nêz dibe, di nav her beşên civaka Kurd de coş û heyecan her diçe zêde dibe. Nifşên nû ji bo fêr bibin wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê ji yên temen mezin  pirsan dikin. Û her ku fêr dibin hîn zêdetir zana  û têgihiştî dibin.

Di ser Pêngava 15’ê Tebaxê re 41 sal derbas bûn. Di nav wan 40 salan de gelê Kurd bû xwedî derfetên ku civak û neteweyek bi sedê salan ancax bi dest bixe. Di aliyê zîhniyetê de gelê Kurd, di lêgerîna heqîqetê de gelek merhele derbas kirin, di afirandina pergala xwe de gavên girîng avêtin, di cîhana siyasetê de bi ya heyî qîma xwe neanî û bi siyaset û polîtîkayeke nû ya ku Rêber Apo bi felsefe, perspektîf û îdeolojiyeke nûjen afirand û wek alternatîfa tevahiya  pergalên heyî dest nîşan kir; cihê xwe di nav gelên cîhanê de çêkir.

Gelê Kurdistanê, îro ji her deman zêdetir nêzî azadiyê bûye. Azadiyeke wiha ye ku li ser esasên Xweseriya Demokratîk xwe bi rê ve dibe. Li hemberî hemû zext, êrîş û lîstikên hêzên dagirker û serwer bi kamilbûneke bêhempa bûyer û diyardeyan digire dest, analîz dike û li gorî wê gavên xwe diavêje.

Êdî ti hêz heya gelê Kurd neke hesabê, ne li Kurdistan, ne li herêma Rojhilata Navîn û ne jî li cîhanê nikare ti plansazî, stratejî û taktîkan pêş bixe. Ev hêz û dînamîzma gelê Kurd û Tevgera wê ya azadiyê bê gihiştiye çi astê nîşanî her hêzê dide.

Îro gelê Kurd li her cihên ku lê dijî bi îrade û hêza xwe, xwe bi rê ve dibe û bê ka xwedî çi qudretê ye daye diyarkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.