Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mazlûm Ebdê: Nûreddîn Sofî di sîstematîzekirina şoreşa Rojava de bû fermandarek pêşeng

14/08/2025
in ROJEV
A A
Mazlûm Ebdê: Nûreddîn Sofî di sîstematîzekirina şoreşa Rojava de bû fermandarek pêşeng
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê destnîşan kir ku Fermandarê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî  di sala 2013’an de, ji  Şoreşa Rojava yê Kurdistanê re pêşengtî kir û got: “Ezmûnên ku di tekoşîna azadiya Kurd de bi dest xistibû, bi ezmûna xwe ya leşkerî, siyasî û di sîstematîzekirina şoreşa de bû fermandarek pêşeng.

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê li ser jiyan û tekoşîna Fermandarê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî axîvî û wiha got: ” Naskirina min bi heval Nûreddîn Sofî re berya ku em tevlî şoreşê bibin naskirinekî me yê civakî hebû. Heval Nûreddîn di nava malbatekî welatparêz û bi çanda xwe ve girêdayî mezin dibe. Fermandar Nûredîn Sofî  bi wan taybetmendiyên xwe di nav jiyana şoreşê de jî dide pêş û heta dawiyê xwedî kesayeteke bibandor bû.

Di pêvajoya xwendinê de naskirinekî me ji nêz ve çêbû, li zankoya Heleb demekî hem tekîliyê xwendinê hem jî tekiliyekî xebatên siyasî me bi hevdûre da meşandin. Fermandar Nûreddîn li zankoya Helebê fakûlteya R.F.K dixwend, di demek kurt te di nav xwendekarên Kurd de hat naskirin. Di nav ciwanên Kurd yên xwendeven de hemû xebat û çalakiyan de rola pêşengtî de dileyîst. Wek çalakvaneke siyasî û xwendevan dihat naskirin. Di wir de tekîliyên xwe yê civakî bi awayekî xurt bi kar dianî, di demeke kurt de gelek ciwan li derdora fikrê wî yê şoreşgerî kom bûn.”

‘Fermandar Nûreddîn şoreşgerekî rewşenbîr û zanistî bû’

Mazlûm Ebdê diyar kir ku Fermandar Nûreddîn ji derveyî xwendina fermî li ser zanista Kurdî jî xebat dimeşand û got: ”Fermandar Nûreddîn Sofî bi tevlibûyîna xwe ya di nav şoreşê de bi rihekî weletparêzî di dawiya sala 1990’î de biryar da ku xwe bitevahî bide şoreşê û ji bo tekoşînê xebat bide meşandin. Di salên 91’an de di xebatên çapemeniyê de cîh girt, ji ber ku xwendin û nivîsandina wî ya Erebî xurt bû di kovarên siyasî yên ku bi zimanê erebî ( Dengê Kurdistan) de bingehekê xurt avêt. Heman wextê de nivsandina çend pirtûkên ku bi fikrê şoreşgerî de jî kedekî xwe hebû, xwestek û hezkirina wî li ser rewşenbîrî, helbest û edebiyatê re pir li pêş bû. Hezkirinekî wî li hember zanistê hebû. Di nav tevgera azadiyê de wek şoreşgerekî rewşenbîr dihat naskirin, di her perwerdeyekê de xwedî gotin bû û ji aliyê hemû hevalan fikrê wî esas dihat girtin. Hertim bi keseyeta xwe ya zana dihat naskirin û pê re jî xurt dikir. Di pêvajoya şoreşa Rojava de jî hertim hewil dida ku çîroka şoreşa Rojava bike Roman.”

‘Fermandar Nûreddîn Sofî di avakirina şoreşê de rolek berpirsiyar girt ser milê xwe’

Mazlûm Ebdê wiha behsa kar û xebatê pêşengê şoreşa Rojava Nûredîn Sofî kir: ”Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re rolek pêşeng girt ser milê xwe, bi ezmûnê xwe yê xurt rol leyîst,  pêwîstiya Şoreşê bi pêşengê xwedî ezmûnên civakî, siyasî û leşkerî hebû, li ser daxwaz û pêşniyarên me, fermandar Nûreddîn Sofî di sala 2013’an de derbasî qada şoreşê bû û rola pêşengtî leyîst. Bi hatina xwe ya Rojava re di nav xedbatên sîyasî û civakî de cîh girt, bi rêxistinkirina civakê di nav şoreşê de, Komîn, Meclîs û gelek xebatên piralî yên ku bi navê şoreşa Rojava tên naskirin de kedekî wî hebû. Heman demê de bingeha Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariya hundirîn jî wî rêxistin kir û şopand. Herdem xwedî proje bû. Pêşketinên ku di sala 2013- 2014’ an de çêbûn destpêka avakirina sîstema civakî li Rojavayê Kurdistanê de roleke girîng  leyîst.  Bicîhkirina pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûryan di nav sîstemê de xwedî rolek pêşeng bû.”

‘Fermandar Nûreddîn Sofî di bingeha şoreşê de xwedî ked bû’

Ebdê got ku Fermandar Nûreddîn Sofî di her xebatekî ku pêşengtî jê re dikir cîhê hêzê bû, pirsgirêkên civakê re eleqeder dibû û li gor hêvî û daxwazê gel çareser dikir. Di avakirina xebatên civakî û îdarî de bandoreke xwe hebû, di bingeha şoreşê de kedeke bê hempa da meşandin. Bi hevalên xwe re jî di nav konseptekî de bû. Em îro li giştî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mêyze bikin helbet xebat an jî pêşniyarekî fermandar Nûreddîn heye.

Piştê ku şerê me li dijî DAIŞ’ê fireh bû di sala 2017’an de li gor pêwîstiyên qada leşkerî bi awayek xurt, di hemleyên li dijî DAIŞ’ê de bi fedekarî  beşdar bû. Rûxmê ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê ji xwe re kiribû kelha dawiyê ( paytext)  û gelek tedbîr girtibûn ku Reqa bernedin, her çiqas hemleyên zor û zehmetbûn jî,  fermandar Nûreddîn Sofî  bi israr û baweriyek xurt serde çû. Rûxmê ku cîh bi cîh xitmandin çêdibûn, lê hertim jêr e çareserî didît û dihîşt ku bê derbaskirin. Baweriyekî xurt di nav hevalan de dabû çêkirin hertim xwedî pêşniyarên xilûkar bû.”

‘Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mînetarê berxwedana fermandar Nûredîn Sofî ye’

Ebdê diyar kir ku yek ji pêşeng û fermandarên ku li Dêyrezorê di têkçûyîna DAIŞ’ê de rol leyîst  fermandar Nûreddîn bû û wiha domand: “Derbeya dawiyê ya ku li Baxozê li DAIŞ’ê hat xistin hîşt ku carekdin têk biçe di bin fermandariya wî de çêbû. Mohra xwe lêxist û encamên girîng bi dest xist. Heman demê de operasyonên ku li dijî Bexdadî hatin meşandin de rola fermandar Nûreddîn tê de hebû. Mijara operesyona li dijî  Baxdadî jî heval Nûredîn bi israr serde çû, hîşt ku bibe biryarek giştî yên QSD û koalîsyonê heta ku ew operasyon bi ser ket, her di navde cîh girt û şopand. Heval Nûredîn di berxwedana Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê de jî cîh girt û bû xwedî rol. Di sala 2018’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Efrînê kir fermandar Nûreddîn careke din cîhê xwe di berxwedaniyê de girt. Gelê me û tevahiya pêkhateyên ku îro  li Bakûr û Rojhilatê sûriyê jiyan dikin di xilaskirina ji terora DAIŞ’ê de mînetarê berxwedana heval Sofî Nûredînin.”

‘Şahadeta fermandar Nûreddîn cîhê xemgîniyê ye’   

Mazlûm Ebdê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şahadeta pêşengê Şoreşa Rojava Nûredîn Sofî ji bo na me û tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê cîhê xengîniyê bû. Fermandar Nûreddîn Sofî ji bo karekî derbasê Başûrê Kurdistanê bûbû li wê derê di êrîşeke hewayî ya balafirên dewleta Tirk de şehîd ket. Ji ber hindek sedeman heta niha nehat îlankirin, îro guncav hat dîtin ku ji bo gelê kurd û raya giştî bê ragihandin. Em wek rêhevalên wî yên tekoşînê ku 35 sal xebat bi hevdûra da meşandin heta dawiyê laîqê bîranîna wî bin, armanca ku ji bo wî tekoşîn kiriye, jiyana xwe fedayê wî kiriye, ji bo ku bi ser bikeve û xeyalên wî pêk bînin emê heta dawiyê tekoşîn bikin

Tekoşîna ku Fermandar Nûredîn Sofî kiriye, ya  bi navê şoreşa Rojava û bi navê xebata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin em îro hewildidin ku bi rêya dîyalog û hevdîtinan lêhevhatinekî bi rûmet ji bo pêşeroja gel û heremê mîsoger bikin bi bîranina heval sofî re serkeftin encam bikin.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.