Navenda Nûçeyan
Nûredîn Sofî di nava 24 salên gerîlatiyê û 8 salên li şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke bêhempa meşand û navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê nivîsand.
Şehîd Nûredîn Sofî ji sala 2013’an heta roja şehîd bibe fermandarî û pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir. Ji hêla leşkerî, siyasî û civakî de gelek berpirsyariyên mezin da ser milê xwe.
Nûredîn Sofî yek ji wan lehengan e ku navê xwe li dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê nivîsandiye. Şehîd Nûredîn Sofî di salên xwe yên dirêj yên di nava têkoşînê de bû xwedî cihekî gelek girîng û ji heval û hevrêyên xwe re bû mînakekî bêhempa.
Nûredîn Sofî li gundê Mişêrfê yê Qamişloyê çavên xwe li jiyanê vedike. Şehîd Nûredîn ku li Qamişloyê mezin de, ji bo xwendina zanîngehê diçe Helebê. Ew li wê derê tevgera Apocî nas dike û beşdarî nava tevgera ciwanên şoreşger û welatparêz dibe. Di meha Tebaxê ya sala 1990’î de jî bîryar dide ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Piştî ku beşdar dibe diçe cem Rêber Apo û li Akademiya Mahsûm Korkmaz ya li Bekaa’yê perwerdeya we ya ewil dibîne. Şehîd Nûredîn Sofî di raporeke ku di sala 2006’an de dinivîse li ser pêvajoya xwe ya naskirina PKK’ê û wiha dibêje,
“PKK, tevgera ji nûve afirandina Kurdan û afirandina mirov e ku bi hêvî li pêşeroê dinêre. Vê yekê bi pêşdîtina Rêber Apo û zanebûna wî ya dîrokî di şehîdên me de îfadeya xwe dîtiye. Ji ber ku em bûne xwedî şan û şerefa leşkerî ya Rêber Apo, divê em xwe dahurînin û rexne li xwe bikin. Dibe ku ez ji bo PKK’ê nehatime afirandin lê PKK’ê ji bo min hatibû afirandin. Piştî ku ez beşdarî PKK’ê bûm, ez bi mirovbûna xwe hisiyam, min zehmetî têk bir û kêfxweş û bextewar bûm.”
Nûredîn Sofî bi perwerdya Rêber Apo hêz, moral û danehevê digire û ji Bekaa’yê derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Paşê jî derbasî herêma Qilebanê ya Botanê dibe û li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike. Piştî ku di nava pêvajoyê de dibe xwedî ezmûn sala 1991’ê li herêmên Zagros, Avaşîn, û sala 1994’an jî li Elbak, Payîzava û Kelareşê fermandariyê dike. Di nava du salên ku fermandariyê dike de, li van qadan gelek çalakiyên leşkerî pêk tîne.
Sala 1996’an careke din derbasî qada Rêber Apo dibe. Li Akademiya Rêber Apo du deman dimîne û erka rêveberiyê digire. Piştî ku vedigere welat erka fermandariya Zagrosan digire. Di şerê başûr yê sala 1997’an de weke fermandarê tabûrê şer dike. Di sala 1999’an de derbasî Qendîlê dibe. Li Qendîlê jî di sala 2000’î de li hember êrişên li ser hêzên gerîla bi roleke girîng radibe û tevî hevalên xwe êrişan têk dibin.
Di sala 2003’an de weke fermandarê eyaleta Amedê berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Di pêngava dîrokî ya 1″ê Hezîrana 2004’an de li Amedê pêşengiyê dike. Li vê derê heta sala 2007’an erka xwe ya fermandariya eyaletê dimeşîne û di dilê gelê Amedê de cihekî girîng digire.
Di sala 2005’an, ji nûve avakirina PKK’ê de ji bo Meclisa Partiyê tê hilbijartin û dibe Endamê Komîteya Navendî. Di sala 2007’an de ji Eyaleta Amedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û ji bo pêşengiya xebatên gel bike beşdarî Kongra Gel dibe. Di pêvajoya Kongra Gel de ji xebatan re pêşengiyê dike. Li ser daxwaza xwe sala 2008’an careke din derbasî HPG’ê dibe.
Ji sala 2009’an heta sala 2013’an wezîfeya Fermandariya Bîryargeha Navendî ya HPG’ê dimeşîne. Di sala 2012’an de ji bo pêşxistina şerê gel yê şoreşgerî li bakur, weke Fermandarê Bîryargeha Navendî ya HPG’ê derbasî Botanê dibe. Di vê salê de jî, di pêşxistina şerê gel yê şoreşgerî û têkbirina êrişên dewleta Tirk de bi roleke mezin radibe. Şehîd Nûredîn Sofî herdem weke zarokekî bi coş û kelecan, weke ciwanekî çalak tevdigere û weke mîlîtanekî fedayî yê Apocî dibeze her wezîfeyê.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jî li ser daxwaza xwe di sala 2013’an de ji qadên gerîla berê xwe dide qada şoreşê û dibe yek ji pêşengên wê. Nûredîn Sofî di nava 24 salên gerîlatiyê û 8 salên li şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîneke bêhempa dimeşîne û navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê dinivisîne. Ew di têkoşîna xwe ya 32 salan de ji bo gelê Kurd nirxên giranbuha diafirîne. Bi sedan ciwanên ku ji gerîlatî û fermandartiya wî bi bandor dibin beşdarî nava refên gerîla dibin û bi fedayî têdikoşin û şehîd dibin.





