Birûc Resûl/Qamişlo
Pêngava 15’ê Tebaxê derbeyek li dijî hişmendiya desthilatdar a qirker bû, gelê Kurd ji mirinê rizgar kir, rêya azadiyê ronî kir û hebûna nasnameya Kurdî misoger kir.
Pêngava herî bi heybet, çalakiya herî mezin a mirovên ku ji tinebûnê hebûn afirandin Pêngava 15’ê Tebaxê bû. Ji Geliyê Bekaayê ku ne ava xwe ne jî dar lê hebûn, yên ku ber bi çiyayên Kurdistanê meşiyan, vê carê wê xaka xwe ya lanetkirî veguherandibûna cihekî pîroz. 15’ê Tebaxê mîna darekî efsûnî bû ku ya lanetbûyî veguherand a pîroz. Mîna agirê meşaleyê ku her tiştên qirêj dişewitîne, xweliyên ji ber agir mayî wê ji aliyê avakarên serdemê ve jinûve bihatina afirandin, ya baş, bedew û rast wê bihata afirandin. Ji ber vê yekê roja 15’ê Tebaxa 1984’an tê wateya serdemeke nû ya têkoşînê. Ji aliyê gelê Kurdistanê ve weke ‘Cejina Vejîna Neteweyî’ tê binavkirin.
Pêngava 15 Tebaxê
Di bin pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) de bi pêngava 15`ê Tebaxê 1984`an de û destpêkirina şerê çekdarî li Kurdistanê dîrokek nû hate nivîsandin. Ev dîrok destpêka vejîna netewî ya gelê Kurd bû. bi vê pêngavê carekê gelê Kurd kefenê mirinê çirandin û gula destpêkê ya 15`ê Tebaxê li mêjiyê xwe xistin. Ji ber destpêkê ew kesayeta ku li dijî metîngeh û zilma li Kurdistanê na rabê kuştibû. Ya herî rast jî ev bû. Eger gelê Kurd destpêkê qereqolê dagirkeran yên di mêjiyê xwe de ne rûxandiba, zanî bû ku ne mumkine qereqolên dijminê Kurd û Kurdistanê karibin bidin ruxandin.
Bi fîşeka yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an hatibû teqandin de jiyana gelê kurd ji nû ve hat sererastkirin. Di cîhana kurdan de hişmendiyeke nû, giyaneke nû û ramaneke nû afirand. Êdî tu tiştek weke berê nebû. Jiyaneke azad û civakek nû hat afirandin. Betona ku li ser gora kurd hatibû rijandin, bi vê fîşekê hatibû parçekirin.
Ji ber bexwedana zindana Amedê ku di sala 1982 de banga vegera Welat û destpêkirina şerê rizgariya Kurdistan bû. Heval Mazlum berî çalakiya berxwedanê bi nivîsa ku gihande Rêbertî de di got pêwiste ev dengê me hemû cihan bibihîzê. Dengê Mazlum, Xeyrî û Kemalan jî bi destpêkirina pêngava şerê gerîla ku wê li Kurdistanê werê destpêkirin ancax li hemû cihanê hatina belavkirin. Ji ber vê Rêber APO rûxmî hemû ferasetên şaş yê hem hûndir hem jî derve di destpêkirina pengava şerê gerîla de israr kir. Di rastiya xwede dawî jî baş hat famkirin ku bi pêngava 15`ê Tebaxê dengê berxwedana zindana Amedê li tevahî cîhanê belav kir. Ev deng tenê bi belavbûna cîhanê jî nema bû û ji bo rizgariya netewa gelê Kurdistan û tevahî gelên Rojhilata Navîn zêmîneke xurt avakir.
Di bingeh de rihê 15 Tebaxê li Kurdistanê bû xeta ewlehî û parastina rewa ji tevahî civak û di serî de ji jinên Kurd re. Bi teqandina fîşeya yekemîn a li hemberî hişmendiya dagirkeriyê hat teqandin, bingehê tevgera azadiya jinên Kurd hat avêtin. Li ser vê esasê fîşeka yekemîn a li dijî feraseta dagirkeriyê hat teqandin, bû bingehê artêşbûna jinên Kurd û Kurdistanê û têkoşîna azadiya jin jî a ku li hemberî feraset û hişmendiya pergala baviksalarî tê meşandin.
Nerxandinê Rêber Apo ji bo pêngava 15`ê Tebaxê wiha bûn:
Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de wekî îro bi tenê bi aliyê xwe yê leşkerî ve sînordar nedihate nirxandin. Armanc jê ew bû ku nasnameya kurdî bide zanîn ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin. Bi taybetî di demekê de ku piştî 12’ê Îlonê siyaseta îmhayê ji bo tevgera PKK’ê zêdetir li ser zindanan û gel hate meşandin, di heman demê de armanc dikir ku nîşan bide ku şoreşgerî nikare bi dawî bibe û li hemberî îşkenceya sîstematîk êdî bê bersiv nemînin. Zêdebûna tundiyê ku ji hêla serdestan ve hatiye ferzkirin, ji destpêka damezirandina tevgerê ve û bi 12’ê Îlonê re, hewcedariya parastina çekdarî derxist asta pêngaveke bi vî rengî.”
Her çiqas bi destpêkirina pêngava 15 Tebaxê û şunve şoreşa vejîna gelê Kurd pêşketibê jî lê di roja mey îro de li Kurdistanê rihê 15 Tebaxê bi serkeftina mezin tacîdar nebûye. Îro hê jî gelê Kurd û destkeftiyên wî li her çar perçê Kurdistan rastî êrîşên mezin tên û talukê ji bo gelê Kurd xelas nebûne. Bi taybêt bi piştgiriya hêzên modernîta kapîtalîst tifaqa li dijî Kurd ku ji aliyê dewleta AKP û hevalbendên wê ve hatiye çêkirin pewîstî bi berxwedaneke Kurd ya dîrokî dikê. Ji ber AKP û dewleta Tirk pêşengiya ve tifaqa xêrnexwaz dikê. Din nav vê tifaqê de îro dîsa Tirkiye-Îran-Irak heye. Bi piştiriya hêzên wek Emerîka jî dixwazin pêşiya yekitiya netewa Kurd bigrin û li ser vê bingehê jî, rewşa bê statûya Kurdan berdewam bikin. Bi operasyenên Tirkiye û Îran ku hevpar pêktên jî dixwazin vê rewşê mîsoger bikin.
‘15’ê Tebaxê bersiva qîrîna di zindana amedê de bû’
Rêber Apo diyar dike ku 15’ê Tebaxê bersiva îşkenceya li zindana Amedê û qîrîna “em ê dest ji hebûna xwe bernede” bû û wiha rave dike: “Her wiha gotinên Mazlûm Dogan ên ‘divê dengê me ji cîhanê re bê ragihandin’, gotinên Mehmet Hayrî Durmuş ên ‘hûn nikarin hebûna me bidin înkarkirin’ û biryardariya Kemal Pîr a ‘rizgariya gelê Tirk jî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dibe’ ji bo bersivandina van gotinan şerekî pêwîst bû. Ev hemleya şer bersiva wê ye ku li ser esasê ‘serdema we ya bindestî û kedxwariya bêsînor a li ser gel derbas bûye û dema me ya ji bo jiyana azad hatiye’ li dijî hêzên olîgarşîk û despot ên din, bi taybetî hêzên olîgarşîk ên Tirk û Kurd. Ji bo ku hemdemî û bi rûmet bijî, bedeleke pêwîst e. Ev bedel şerê gel bi xwe ye. Wekî din, ne mimkun e ku ji hêzên olîgarşîk û despotîk ên ku ew ji çar aliyan ve dorpêç kirine, rizgar bibin. Heta ku li dijî her cure hêzên olîgarşîk û despot şerê xwe yê xweser bike, dê bibe gelekî birûmet û azad.”
15’ê Tebaxê ne tenê gelê kurd ji tinebûnê rizgar kiriye
Pêngava 15`ê Tebaxê roj bi roj bandora xwe zêde dike. Gava yekemîn ya gelê kurd, ew e ku fişeka yekemîn di pêşengtiya fermandar Şehîd Egîd li hemer dagirkeyiyê hat avêtin. Piştî vê jî xebateke rêxistinî, siyasî, civakî û hunerî hat avakirin. Di nav wê tevgerê de jî rastiya tekoşîna ku bûye civakî û feraseta azadiyê yê ku tevahî gelan bandor dike derxistiye hole. Her wiha pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê gelê kurd ji tinebûnê rizgar kiriye. Pêngavê rê li ber gelek pêşketinên girîng ên navneteweyî jî vekiriye. Beriya her tiştî Şoreşa Vejînê afirandiye. Li ser bingeha şoreşa ramanî, civakî û jinê. Civaka Kurdistanê ji nû ve afirandiye. Di destketiyên çar parçeyên Kurdistanê de roleke mezin ya Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê ger şerê li bakûrê Kurdistanê nebûya, îro destketiyên li başûrê Kurdistanê jî Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî wê nebûna.






