Ayşa Silêman/ Dêrik
Berdevka Meclisa jin a Şaredariya bajarê Dêrikê Fatima Hacî diyar kir ku armanca Ofîsa jin ji vekirina navendan ew e ku xizmeta civakê bikin û alîkariyê bidin wan.
Di Şaredariya Bajarê Dêrikê de ofîsek taybet bi jinê heye tê de jin pirojeyên taybet digre ser milê xwe û kar û xebatan dide meşandin. îsal jî 4 pirojeyên wê hene û li ser kar dike; Bexçeyê Zarokan, Hembêzgeha Zarokan, Navenda Ada ya zimanan û Şitilgeha Jinê ye.
Di derbarê kar û xebatên ofîsa jin a di şaredariyê de Berdevka Meclisa jin a Şaredariya bajarê Dêrikê Fatima Hacî ji Rojnameya me re axivî.
Pirojeyên ofîsa jinê

Fatima Hacî da zanîn ku zarokên temên wan ji 3’ê sal û nîv heya 5 salî cihê xwe di hembêzgehê de digrin û wiha got:” Ev hembêzgeh ji bo xizmeta civakê hatiye vekirin, malbat ji bo her zarokekî 20 hezarî dide. Têde 4 mamoste û rêveberek jî cihê xwe digrin, ev mamoste bi zarokan re dibin alîkar û pêdiviyên wan pêk tînin. Her wiha zarokên ku temenê wan ji 3’ê sal û nîv heya 6 salî cihê xwe di Berxçeyê zarokan de digrin, ev berxçe tenê ji bo lîstokê ye, da ku wextê zarokan vala derbas nebê, em zarokan fêrî xwendinê nakin têde ji ber ku Bexçeyên zarokan ên ku desteya perwerdeyê vedikê ew yê fêrkirinê ne ya şaredariyê tenê ji bo lîstokaye. Li Navenda Ada em zarokan fêrî zimanê erebî, Ingilîzî û bikaranîna kompîterê dikin, di heman demê de mamosteyên fotoşop û zimanê elmanî jî li wir hene, heger zarok ji bo wan navê xwe qeyd bikin em bang li wan mamosteyan dikin da ku werin, armanca me ew e ku bingehê zarokan çêbibe. Divê havînê de me perwerdeyeke taybet ji bo zarokên şehîdan jî vekir. Tevî ku em van perwerdeyan bi bihayekî kêm ji zarokan re vedikin, lê hijmara zarokan kême her kes zaokên xwe rêdikin navendên taybet. Armanca me ji vekirina van navendan ew e ku xizmeta civaka me bikin û em bi wan re bibin alîkar.”
Berdevka Meclisa jin a Şaredariya bajarê Dêrikê Fatima Hacî axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Niha jî me dest bi çêkirina Şitilgeha jinê kiriye destpêkê beşê Ekolojî li ser disekinî niha jî ofîsa jin li ser disekine. Di dema berê de keda ku karkeran bi vê şitilgehê re dida gel li ber çavan derbas nedikir. Karkeran ew dar xwedî dikirin û bê buha didan gel lê gel tu guhdan bi wan daran nedikir. Niha me sîstema wê guhert û hin guhertin xistin di cihê wê de jî, me endamên wir zêde kirin û me rêvebereke din danî wir ku ji karê çandiniyê fêm dike. 4 hezar û 500 dar li şitilgehê hene û nêzî 2 hezar bizir jî hatine çandin. Her wiha darên ku em diçînin jî bêtirî xwe yên fêkiyane ji ber ku gel daxwaza wan dike, heya demeke din em ê hin cûreyên din ji bizran bînin û biçinin. Heya ku kar hebe helbet wê astengî jî hebin, lê bidemê re em çareseriyê jî dibînin.”






