Esma Mistefa/Qamişlo
Hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel a Wergeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Filîz Budak da zanîn nameya Rêber Apo ji bo Mexmûr kêfxweşiyeke cuda ava kir û got, “Cihê Rêbertî ji me re diyar bike wê weke ku perçeyekî ji buhiştê hatiye veqetandin be.”
Rêber Abdullah Ocalan herî dawî ji bo gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) nameyek şand. Gelê Mexmûrê ku 31 sal in ji koçberiyê jiyan dikin, tîna dilê xwe bi nameya dîrokî a Rêbertî av dan. Ev name ne tenê weke nameyekê bû û hat xwendin, ji bo gelê Mexmûrê weke perspektîv, xurtkirina tîkoşînê û hêviya vegerê hate pêşwazîkirin. Têkildarî nameya ku Rêber Apo ji gelê Wargeha Rustem Cudî re şandiye, hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel a Wargeha Rustem Cudî (Mexmûr) Filîz Budak ji rojnameya me re axivî.
‘Nameya Rêber Apo hêviya vegera welat xurt kir’
Filîz Budak wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî dehê salan di vê pêvajoyê de yekemîn care ku Rêbertî bi dîmen bi nameyên xwe derdikeve pêşberî gel û em dengê wî dibihîsin. Helbet ev yek di nava gelê wargehê de coş û moraleke mezin da avakirin, bendewarî û hêviyên heyî geştir û bilindtir kir. Ji bo gelê Mexmûrî ev ket sala 3’yemîn çalakiyên nobetê yên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dabûn destpêkirin, tên berdewamkirin. Têkoşîna gelê Mexmûrê a 31 salan hemû li ser bingeha avakirina welatekî azad, Rêbertiyekî azad û nasnameya Kurdê azad dihat kirin. Ji ber wê yekê ev name di demeke wiha de ji gelê wargehê re şandin, bû hêza têkoşîn bilindkirinê, moral bikindikirin û peymana xwe nûkirin bû. Coş û moreleke mezin da avakirin her wiha hêviyên serkeftinê, hêvyên vegera welat di me de xurt kir. Bi taybet di demeke wiha de ji bo Mexmûr wext veqetandin, rewşa Mexmûrê girtina dest, name û silav şandin, di gel de kêfxweşiyeke cuda da avakirin”.
‘Rêbertî bi rewşa vegera penaberan de têkildar e’
Filîz diyar kir ku bi vê nameyê re tê dîtin ku Rêbertî di rewşa vegera penaber de bi dewletê re eleqedar dibe û wiha pê de çû: “Rewşa penamberan Rêbertî bi xwe têkildar dibe, vegerekî çawa çê bibe, gel li wir jiyaneke çawa avakirin, daxwazên gel wê çi bin, li ser van bingehan Rêbertî bi dewletê re nîqaşa wan dide meşandin her wiha Hiquq û qanûnê wê dê çi be ev yek tê kirin. Dema em wiha difikirin gelê Mexmûrê ji bo me pir cuda ye, cihê ku em ê lê jiyan bikin weke erdnîgarî Rêbertî dibêje ez ê diyar bikim. Cihê Rêbertî ji me re diyar bike weke ku perçeyekî ji cennetê hatiye veqetandine. Dema hatiye ragihandin ku name ji Rêbertî hatiye weke ku coşa cejnê di wargehê de hate avakirin. Hemû gelê wargehê kom bûn û name hat xwendin û pêşwazîkirin”.
‘Bi keda Şehîd, Rêbertî û Gerîlaya veger bi fermî dikeve nîqaşê’
Filîz wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di aliyê polîtîk û siyasî de girîngiya Mexmûr di têkoşînê de dide diyar kirin, Rêbertî dibêje “Stûna bingehîn ya têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng”. Di vê têkoşînê de birêxistinbûna Mexmûr, dibistan, komîn, sazî û meclisên xwe avakirin ne hêsan e. Rûxmî ku du dewlet bi ser de diçin him Tirkiyê û him jî hikumeta Îraqê, lê dîsta jî sîstema xwe a rêveberiyê dane avakirin. Di çarçoveya vê nameyê de ev bi awayekî şênbertir û bi gotina Rêbertî derket holêm, helbet xwedî girîngiyeke cudatir e.
Ev name di vê pêvajoyê de hestên ku em vegerin welat êdî nema weke xewn û xeyalekî be. Ew hest di gel de hêviya herî nêz a vegerê derdixîne pêş. bi taybet însanên ku derketine ji welat ew êşa ku dîtine her wiha zarok û ciwanên ku li vir gihîştine, hesreta vegera welat di dilê wan de zindî dike. Welatê ku di oxira wê de û ji bo azadiyê me têkoşîn kir, me bedel da, me 7-8 war guhartin. Îro bi kedar Şehîdan, Rêbertî û Gerlîlayên azadiyê ber bi serkeftinê ve diherike, her wiha veger bi awayekî fermî dikeve nîqaşê.”
‘Di vê pêvajoyê de erka gelê Kurd girantir e’
Hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel a Wargeha Rustem Cudî (Mexmûr) Filîz Budak Filîz axaftina xwe wiha qedand: “Ji vê demê û pêve divê gelê Mexmûr hîn zêdetir xwebirêxistin bike, têkoşîna hevpar divê hîn zêdetir bilin bikin, ji ber banga Rêber Apo di vê çarçoveyê de ye. Ev Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” e, em ê vê civakê çawa demokratî bikin û aştî wê çawa pêk were, di asta giştî de rola gelê Kurd e. Gelê Kurd wê çawa vê pêvajoyê bi gelên cîran re lihevbike, bi netewên heyî re lihevbike ku her kes bi çand, ziman, nasname, ol û baweriya xwe jiyan bike û liberamber hev du rêz bigire. Li ser wî esasî em bikaribin vê rêxistinbûyîna xwe berdewam bikin û di çarçoveya Parêznameya Aştî û Civaka Demokratîk de xwe perwerde bikin û bikin rêbazê jiyana xwe, mirov bi vî awayî ancax pêvajoyê bibe serkeftinê. Di vê pêvajoyê de divê em rê nedin provakasyonê, rê nedin xêrnaxwazên ku naxwzin ev sîstem bi ser bikeve.”






