Esma Mistefa/Qamişlo
Jina pêşeng hebûna xwe di hemû beşên civakê de îsbat dike û birêve dibe. Bi taybet hebûna jin di nava partiyên siyasî de bi sîstema Rêveberiya Xweser re diyarker bû. Vê yekê jî jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digrin, piştrast kirin.
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinan rol û misyona xwe di hemû warên jiyanê de ji siyaset û leşkerî bigre heyanî xebatên civakî bi pêşengtî cihê xwe digrin. Ev tê wê wateyê ku şopa Şoreşa Rojava xwe di nav hemû jinan de bi kok kiriye û berhemên wê jî em niha dibînin. Bi taybet di nava xebatên siyasî de ku berê pir kêm me dîtiye jinan pêşengtî tê de kiriye û xebatên siyasî li kêlek mêr da bû meşandin. Ev wêne di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate guhartin. Di hemû partiyên ku di Herêmê Rêveberiya Xweser de hatine avakirin de rola jin tê de diyarker tê dîtin. bê guman ev jî encama keda ku di Şoreşê ku ji aliyê jina Kurd û hemû pêkhateyan ve hatiye kirin, pêşketiye. Ji lewra me jî xwest em bale bikşînin ser rol û hebûna jin di nava partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Têkildarî vê mijarê ji Partiya Nûjen û Demokrat Heyfe Mehmûd her wiha ji Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Mîdiye Eko ji rojnameya me re axivîn.
‘Têkoşîna Tevgera Jina Azad mîraseya serkeftinên îro ye’
Heyfe destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Jina Azad bingeha destkeftiyên ku îro hatine avakirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de divê em balê bikşînin ser Şoreşa Rojava ku di warê pêşxistina jin de xwediyê rola sereke ye. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi navê Şoreşê jin hat naskirin û jinê erk û berpirsyartiya vê şoreşê hilgirt ser xwe. Di destkeftiyên ku em niha dibînin de, gavên gelek mezin tê de jin avêtin. Her wiha rastiyeke Rojava hebû ku civakeke birêxistin kirî bû û jinê jî xwe tê de birêxistin kiribû û tevlîbûna wê ji civakê re diyarker bû. Bi taybet di civaka Kurd de hinek jin xwediyê rol û sekna serbixwe ye û di demên berê de me didît ku jina Kurd di hin aliyên siyasî de cihê xwe girtiye.
Divê em mîrasa ku Tevgera Jina Azad di gihandina asta jinê ji roja îro re ji bîr nekin. Bi sala ye ji bo jinan têkoşîneke pir bi heybet li hember hişmendiye civakê a mêr û li hember tundiyê birêve biriye. Di heman demê de sîstema ku hatiye avakirin ji hevserokatiyê bigre heyanî rêxistin û saziyên xweser hatine avakirin. Ji lewra Têkoşîna wan bingehek bû ku li ser ev şoreş û destkeftî hatin avakirin”.
‘Sîstema Rêveberiya Xweser bandora xwe li hebûna jin di partiyên siyasî de jî kir’
Heyfe bal kişand ser tevlîbûna jinan di nava partiyên siyasî de û wiha got: “Em Partiya Nûjen û demokart ji destpêka avabûna partiyê 1996’an ve heta roja îro yek ji xalên sereke doza jin bû, mafê jin û çawa jin bikaribe xwe di nava civakê de birêxistin bike. Di nava partiyê de hejmarek mezin ji jinên çalak, pêşeng û siyasetmedar di asta herî jor de cihê xwe digrin û aktîvin. Jin bi nêrîn û îradeya xwe di nava partiyê de nîqaş dike, proje avadike û xebatên siyasî dide meşandin.
Bi giştî em dibînin ku di hemû partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine avakirin de rola pêşengtiya jinê di asta herî jor de ye. Îro jin dibe navenda birêvebirina siyasetê bi hundir û derve re. Ger em bixwazin hevrûkirinekê di navber beriya şoreşê û piştî şoreşê bikin, em ê bibînin ku guhartineke bingehîn di rewşa siyasî de hatiye çêkirin ku hebûneke sereke a jin tê dîtin. Bi taybet di hundir sîstema Rêveberiya Xweser de serkeftinên mezin jin bidest xistin, vê yekê jî bandora xwe li hebûna jin di nava partiyên siyasî de jî kir”.
‘Zihniyeta ku berê jinê pê siyaset dikir ne li gor jina niha bû’
Her wiha Mîdiye diyar kir ku jin ji demên kevin de cihê xwe di nava siyasetê de digrin lê ne bi vî awayî bû û got: “Hebûna jina Kurd di nava siyasetê de ne tiştekî nû ye ji salên 1957’an de û berê jî hebûn, lê ew jin bi kîjan hişmendiyê bi çi erkê tevlî xebatê dibû ew girîng bû. Ji ber serweriya zihniyeta zilam û danasîna siyasetê bi zilam, ev yek rola jin weke cewher ji holê radikir. Lê belê bi avabûna sîstema Rêveberiya Xweser re ev zihniyet, ev terzê jinê a li gor mêr bi temamî hate guhartin. Helbet ew yek jî ne sûcê jinê ye, zihniyeta mêr û civakê hêştibû ku jin wiha nêz xwe bibe û girîngiya xwe nas neke. Bêhtir jin di nava xebatê siyasetê de cihê xwe girt û bû navenda hemû xebatan. Em dibînin ku hin jin di nava Rêverberiya Xweser de hene, pêşengtiyê ji pêvajoya Sûriyê û herêmê re dikin, ev jî cihê çanaziyê ye. Divê jinên din jî li gorî wê cihê xwe di sazî, partî û xebatên ku didin meşandin de bigrin”.
Mîdiya di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Jin bi hêza xwe dikare cihê xwe di her derê de bigire û dikare bêhtirî karekî bide meşandin. Ev yek jî ji xwezaya jinê tê. Jin him dikare bi karê mal re mijûl bibe û him jî dikare bi siyaset û xebatê din re mijûl bibe. Ji lewra erka li ser jinê ne hindike û barê wê hîn girantir dibe”.






