Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdullah diyar kir ku armanca wan rawestandina xwekuştinê û bikaranîna madeyên hişbir e. Nîvsgeha jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê di 8’ê Tebaxê de bi dirûşmeya “Jiyan Layiqê jiyankirinê ye”dest bi kampaniya hişyariyê kir.
Di 10’ê Tebaxê de Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya ”Jiyan Layiqê jiyankirinê ye” bi hemahengiya ofîsa jin û mecilsa cîbicîkar dest bi kampaniya hişyariyê kirin. Armanc ji vê kampanyayê ew e ku li hember rewşên xwekuştinê û bikaranîna madeyên hişbir were seknadin, piştgirî û hişmendiya derûnî û civakî ji bo jin û jinên ciwan û zarokan bê dayîn. Di heman demê de, Kampaniya hişyariyê heta mehekê berdewam dike. Lewma kampanya xwe dispêre hevkariya bi komîn, dibistan û zanîngehan re, da ku misoger bike ku peyama hişyariyê gihaştiye beşeke fireh ji civakê.
Li gorî organîzekirina kampaniyayê, di vê dema dawî de gilîkirin û raporên ji şênî û saziyên civaka xwecih de der barê rewşên xwekuştinê û bikaranîna madeyên hişbirê de zêde bûne. Wê jî hişt ku destwerdana were kirin ku hişyariyeke giştî hebe da ku sedemên wan diyardeyan ji binî de werin çareserkirin, ji nû ve bi xwe bawerbûn û hevgirtina civakî çêbe.
Di derbarê mijarê de hevseroka Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdela ji Rojnameya me re axivî.
‘Armanca me hişyarkirina civakê li ser rewşên xwekuştinê ye’
Îlham Ebdela da zanîn ku bi armanca li hemberî rewşên xwekuştinê û bikaranîna madeyên hişbir werin rawestandin bi dirûşmeya “Jiyan Layiqî Jiyankirinê” wan dest bi kampaniya hişyariyê kir û wiha got: “Di 10’ê Tebaxê de me bi dirûşmeya ”Jiyan Layiqî jiyankirinê ye” dest bi kampaniya hişyariyê kir. Di heman demê de, ev kampaniya bi hemhengiya ofîsa jin û mecilsa cîbcîkar hate destpêkirin û em dixwazin ku ev kampaniya di nava civakê de were belavkirin. Ji ber ku xwekuştin neçareserî ye û xwekuştina ku niha di nava civakê de tê kirin, ji kêmbûna perwerdeyê ye.”
‘Pêwîst e bikaranîna madeyên hişbir û xwekuştinê di nava civakê de were rakirin’
Hevseroka Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdela axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên ku werin lidarxistin mîna semînerin û ev semîner jî di komîn, dibistan û zanîngehan de wê werin dayîn. Herwiha pêwîst e rewşên xwekuştinê û bikarînana medeyên hişbir ji nava civakê de werin rakirin. Di heman demê de, ez bi hêvî me ku bi riya vê kampaniyayê rewşên xwekuştinê di nava civakê de were rawestandin.”





