Kemal Necim
Me berê di vê qunciknivîsê de behsa wêjeya ji bo zarokan kiribû, ango wêjeya ku ji bo zarokan tê nivîsandin û afrandin. Ji xwe ew cureyê wêjeyê ne zarok dinivîsin, lê mezinên pispor dinivîsin.
Lê gelo zarok jî dikarin wêjeyê binivîsin an jî nivîsîna afrênerî bikin, eger dikarin çi girîngiya wê ji bo zarokan heye? Li gorî gelek çavkanî û ezmûnan, fêrkirina nivîsandina wêjeyê ji bo zarokan dibe alîkar ji bo pêşxistina jêhatî û behremendiyên wan ên ziman û zanînê. Herwiha karîna wan a afrînerî û derbirînê bihêz dike û dibe egera çasipandina nirxên exlaqî û berfirehkirina asoyên wan ên zanînê.
Di hêla ziman de afrandin û nivîsandina deqên wêjeyî, yên ji celebên cûrbecûr, dibin alîkar ku ferhenga zarokan a ziman dewlemend bibe, pergal û avahiyên zimanî yên nû fêr bibin û karîna wan a afrênerî, derbirîn û rewanbêjiyê zêde dike.
Herwiha ji hêla raman û hişmendiyê ve jî nivîsandina wêjeyî dibe egera pêşxistina raman û hişê rexnegir û jêhatîbûnên zarokan ên çareserkirina pirsgirêkan pêş dixe û alîkariya zarokan dike ku raman û hestên xwe bi awayekî afirîner û rêkûpêk derbirînin. Ji xwe nivîsandin û derbirîn rê li ber zarokan vedike ku xwestekên xwe yên zanebûnê têr bikin û asoyên fireh ji bo zarokan vedike û wan bi çand û cîhanên nû dide nasîn û hewesa wan a ji bo fêrbûnê zêde dike.
Bi rêya nivîsandina çîrok û berhemên wêjeyî, zarok nirxên girîng ên wekî hevkarî, rêzgirtin, rastgoyî, berpirsiyarî û têkiliya bi kesên din re fêr dibin. Ji aliyekî din ve jî nivîsandin li ba zarokan hestên serkeftinê pêş dixe û dihêle ku baweriya wan bi kesayeta wan xurtir bibe. Aliyekî din ê pir girîng jî ku nivîsandina wêjeyê deriyê xeyala berhemdar li ber zarokan vedike, zarokan têvedide ku ramanên nû û nûjen biafirînin, û karîna xwe ya ramana afirîner zêde bikin.
Di vê derbarê de mirov dikare behsa çalakiyeke girîng a ji bo pêşxistina afrêneriya wêjeyê ya zarokan bike, ew jî pêşbirka bi navê Nivîskarê Pêşerojê ye ku ji sala 2020`an ve ji hêla Desteya Çanê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin. Her çiqas ev çalakî girîng û bi wate ye jî, lê awayê pêkanîna wê ji gelek hêlan ve qels û lawaz e. Pêşbirk li ser 3 pêvajoyan tê lidarxistin, destpêkê zarok ji xwe re pirtûkekê (çîrok-hlbest) hildibirêjin û dixwînin, paşê tişta jê fêm kirine ji komîteya nirxandinê re vedibêjin. Di qonax duyem zaroka kurtiya naveroka çîrokê dinivîsin, di qonaxa sêyem de ji zarokan tê xwestin ku ji xeyala xwe çîrokekê binivîsin.
Lê piraniya wan zarokan cara pêşî ye ku ji wan tê xwestin berhemekê ji xeyala xwe binivîsin, ew bi ti awayî şêwe û rêgez û hêmanên nivîsînê fêr nebûne. Lewma ev pêşbirk qels û lawaz dimîne.
Divê hin gavên din bêne avêtin, yek ji wan ku berî zarok pirtûkekê hilbijêrin û bixwînin, wan têxin kors û komxebatên sivik û kurt. Di wan komxebatan de zarok fêrî hêmanên sereke yên nivîsîna wêjeyî bibin, paşê ji wa were xwestin ku bixwînin û binivîsin.





