Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

13/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

 Hunermend Wehîd Murad, dengê kelepûra Kurdî ji Dêrikê ber bi cîhanê ve. Deng wî, tevgerên wî bûne pirek di navbera nifşan de ku bi wan re bîra bav û kalan radighîne.

Hunera Kurdî ne tenê vegotinek bedewîyê ye, lê ew vedenga êş û xemgîniya neteweyekê ye û neynika nasnameya wê di rûyê hewldanên jêbirin û piştguhkirinê ne.

Bi awaz û gotinan, hunermendên kurd bîrdanka gelê xwe parastin; stran veguhertin zimanekî berxwedanê û huner kirin çeperek ji bo parastina ziman û dîrokê, di dema ku çîrokên fermî bêbextî li wan kir bû, û bêdengiyê deng vedabû. Di vê rê de, navê Wehîd Murad wek yek ji dengên hilgirê xatîreya nasnameyê diçirisî, stranên wî ne tenê hunerekî xweşxuyî bûn, lê ew kiryarek çandî û berxwedanî bûn, ku di riya wan re ruhê gelê xwe dest nîşan kir û bi stranên xwe yên ku bi xweparêziyê zindî, tovê hişmendiyê di nav nifşan de çand, dengê xwe kire amûreke berxwedanê û ziman û muzîka kurdî kire mertalek di rûyê çewisandinê de. Stranên wî bûn sembolên pêdariyê û bîrdankek zindî di rûyê jibîrkirinê de .Hunermend û stranbêjê kurd Wehîd Murad di sala 1983’an de ji dê û bavek kurd (Ebdullah û Wasfiya) li gundê Girê Şêra yê gêrêdayî herêma Dêrika Rojavayê Kurdistanê, kaniya hunermend û rewşenbîran ,navenda çand û  hunera kurdî, Keleha leheng û şoreşgeran, ew di nav malbatek kurdperwer a neteweyî ya xizan û evîndarê azadiyê de ku ji pênc zarokan pêk tê (sê xort û du keç) mezen bûye.

Wî xwendina dibistana seretayî li gundê Til Xenzîr (Girê Şêra) û ya navîn li bajarê Dîrêkê xwend, lê nekarî perwerdehiya xwe bidomîne, ji ber kêşeya aborî û rewşên dijwar ên jiyanê ku malbata wî tê re derbas dibû, bi taybetî jî piştî wendakirina bavê xwe, ku wê gavê hîn temenê wî pênc sal derbas nekir bû. Hewes û evîna wî ya ji bo stran û muzîka kurdî di temenekî ciwan de dest pê kir, dema ku ew hêj xwendekarê qonaxa navîn bû, di bin bandora şêwaz û dengên hunermendên Kurd mîna Mihemed Teyîb Tahir û Eyaz Yûsif de, ku di wijdana wî de şopeke berbiçav hiştin, destpêka wî ya yekemîn di riya beşdariya wî di komên hunerî yên kurdî de ku bi vejînkirina şahiyên Newrozan radibûn, van beşdariyan, gavên wî yên yekem li ser riya hunerê pêk anîn.

Di sala 2001’an de, bi hevkariya hevalê xwe û kurê gundê xwe, hunermend Mustafa Hesen, koma “Dîcle” damezrand, ku bi vejînkirina konserên stranbêjiyê û dawetên gelêrî li herêma Cizîrê radibû, da ku bibe dengê şahî û neynika mîrasa Kurdî di xuyangiya xwe ya stranbêjiya resen de. Di sala 2001’an, koma “Dîcle” yekem albûma xwe ya stranan weşand, ku di nav de komek stranên  ku tê de şêweyên folklorî yên kevnar û hestên nûjen bi hev re hevpar bûn, hebûn, û gotinên helbestvanê nemir Lorî Tildarî jî di nav de bi hêz dihat xuyang kirin.

Ji stranên herî navdar di vê albûmê de :

1- Çavê Reş Me Kilda

2- Bilbilo Hejaro

Bandora van herdû stranan gelekî di nav gelê kurd de hebû. Piştî 2003’an, wî hilbijart ku riya xwe ya hunerî bi rengekî taybet bişopîne û wî komek bi navê xwe damezrand, da ku ew rêwîtiya xwe ya hunerî  bi şêwazê xwe yê cuda berdewam bike.

Roleke girîng ya Lorî Tildarî di piştgiriya wî de hebû, wî gelek stranên folklorî yên giranbuha diyarî bo wî kirin, di nav wan de, strana “Huplerî” bû nîşaneke cuda di rêwîtiya wî de, evê stranê dengdanek berfireh veda û heta îro jî di bîra gel de dimîne. Piştî du sala ji destpêkirina wî di koma Dîcle de, helbestvanê nemir merî Lorî Tildarî gurzekî nû ya stranan ji gotin û awazên xwe pêşkêşî wî kir, bi baweriya wî bi hinêra wî û bi rûmeta dengê wî ku ruhê axê di xwe de hildigire, ji nava wan stranan:

1-kerwanê Evîndara

2- Em hatin xwazgînî

3-Kaniyê Me çikane

4- Nakim nakim

5-Ma kanî tu kanî

Evan stranan şehla folklorê û germiya hest û hisa kurdî bi xwe re hildigirtin .Ew niha li ser vegerandina wan stranan dixebite, bi rêya tomarkirin û nûkirina wan di nav albûmekê yekgirtî de û were diyarkirin bo giyanê helbestvanê nemir Lorî Tildarî wekî nîşanê wefedariyê ji bîranîna wî re û spasnameyek ji keda wî re.

Hunermend Wehîd Murad di nav devereke ku bi kovan û hestên kurdî tije bû, hate dinyayê, li wir, stran ne tenê wekî amûrê kêfxweşiyê bû, lê mîna arşîvekî zindî bû ji bîra gelekî, ku êş û rewşa gundan, çîrokên dayikan û çîroka neteweyekê ku ji mafê xwe bêpar maye ku derbirîna xwe bi zimanê xwe bike. Ji destpêka gavên xwe di riya hunerê re, Wehîd Murad nas kir ku deng ne tenê amûreke ji bo hestên mûzikê, lê ew pêbaweriyek welatparêziye û peyamek neteweyî ye divê ji bo parastina wijdana mirovan were parastin. Dema ku peyva kurdî wekî serhildanekî tê hesibandin, an jî di hin cihan de wekî sûcekî tê rêzkirin, Wehîd hilbijart ku bi wê bistirîne, ew qet du dilî nebû, ji ber ku wî stranên kurdî tenê wekî awazekê ku kêfxweşî bide nedît, lê wekî peyamekê hebûnê, banga gelekî dît, ku hewl dida dengê xwe yê wenda ji nû ve bigire dest, di rûyê siyasetên jêbirinê û zordestiyê de. Wî ji bo mîrasê stran got da ku ji bîr nebê, ji bo azadîyê da ku were zayîn, û ji bo welatê ku di bîrdank û ziman de dimîne, ne di nexşe û sînoran de .Rola Wehîd Murad tenê bi stranbêjiyê re sînordar nema, lê ew bû parêzvanekî rastîn yê folklora kurdî bi hemû şêwazên wê ve, wî hewl da ku govend û stranên gelêrî yên ku ji serdema berê ve ku nifşan bi devikî ji dest hev digirtin vejîne û ji nû ve stranên kevin ên ku nêzikî ji bîrçûnê bûne zindî bike, wî ji devên kalemêran parçeyên hêja yên ji bîranîna stranbêjê berhev kirin, ji nû ve sererastkirin û bi şêwazekî nû ku zindî bimîne pêşkêşkirin; bi vê karî, ew bû pirek di navbera nifşan, ku mîrasa bav û kalan digihîne torînan, bi zimanê evîn û melodiyekî ku qet nayê qut kirin. Hunermend Wehîd di sala 2007’an de zewicî û ew bavê çar zaroka ye (sê law û keçek). Di sala 2010’an de jî, Wehîd albûmekî stran weşand ku di nav de komek stranên Şêxanî hebûn ku bi dengê xwe wî zêdeyek taybetî da vê rengê folklorê gelêrî.

Bi destpêka şoreşa Rojava û êrîşên ku piştî wê ji hêla komên çete ve li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê hatin kirin, herêm veguherî wargehek bi ewleh ji bo giropên terorîst û hêzên tarî, êdî li wir tevlîhevî, nebûna ewlehî û aramiyê destpêkir, Wehîd  Murad neçar ma ku bi malbata xwe ve di sala 2013’an, ku bajarê xwe bihêle û berê xwe bide herêma Kurdistanê, li wir jî, wî çalakiyên hunerî berdewam kir, gelek dewat û konser lidarxist û bi vî awayî, tevî zehmetiyên dûrketin û belavbûnê jî, wî hebûna xwe di qada stranbêjiyê de parast û rêwîtiya xwe ya hunerî domand.

Piştî salên xerîbiyê, hunermend Wehîd vegeriya bajarê xwe “Dêrik”, yê ku jê hezdikir û her gav di stranên xwe de li ser bedewiya wê distirand, lê şahiya wî dirêj nekir; guriya agirê şer derfet neda wî li wir bimîne û pêtên wê ewlehî û aramiya heyî dadqurtand.

Bi kesereke kûr a ku ji kûrahiyên dilê wî derketiye, bi çavên ku xwînê dibarînê û bi dilê ku ji êşan tê givaştin, Wehîd Murad careke din ji Rojava xatir xwest û di Tîrmeha 2013’an de ber bi Ewropa ve çû. Tevî malbata xwe li Danîmarka bi cih bû, tevî dijwariya xerîbiyê û dûrbûna ji xwedan û welat, lê birînan ew ji dengê wî ne daxist, ne dûriya erdnîgariyê û ne jî xemên di dil de, nikarîbûn wî dûr bikin ji evîna wî ya bi hunerê re. Herwiha kariyera xwe li wir domand, vejîna û li welatên cuda yên Ewropa yê beşdarî dewat û konsertan bû. Ji ber pirbûna dawatan û dijwariya veguheztinê hunermend Wehîd di sala 2018’an de vegeriya Almanya, da ku nêzî welatên Ewropayê be û tevgera xwe hêsantir bike û bikare hebûna xwe ya hunerî bidomîne di nav revendên kurdî de.

Di sala 2021’an de, hunermend Wahîd albûmeke taybet ku ji pênc stranên Koçerî yên ji folklora kurdî ve hatibûn hilbijartin weşand:

1- De bêje

2- Nava Sengê Te

3-Gula Zer

4- Ji teviya zê te mo

5- Huplerî

Herwiha di albûmê de jî stranek taybet ji awaz û gotinên hunermend Nûhad Yûsif hebû, bi navê “Nava Sengê Te”. Di sala 2024’an de, wî stranekî bihîstbar ji awaz û gotinên hunermend Şivan Cizirî tomarkir bi navê “Toba nakim”. Niha, hunermend Wehîd dixebite li ser weşandina gelek klîpên stranên ku ji gotin û awazên hunermendê nemir Şevger Mîrza, di nav de:

1-Yara min çav beleke

2-Hat nîva govendê

3-Dewer govendê

Herwiha jî albûmek nû amade dike ku ji pênc stranên Bajarî pêk tê, ew jî ji gotin û awazên hunermendê nemir Şevger Mîrza ne :

1-Hey wey lê

2-Bawer bike

3-Bela xwe ji min veke

4-Tu dînî

5-Evîna te gelek zore.

Ev tev niha li Hewlêrê tên tomarkirin û dê di yek klîpê de tev werin bi cih kirin.

Hunermendê kurd Wehîd Murad yek ji navdartirîn hunermendên ku ji bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye û tê zanîn bi tevlîbûna xwe ya ji gelek konsertan û şahiyên kurdî, bi taybetî li Ewropa. Ew hunermendekî kurdî yê hevdem e ku bi şêwazên xwe yên zindî di govendên gelêrî  yên kurdî de wek “Şêxanî”, “Du gavî” û “Koçerî” xwe nîşan derketiye pêş; vê yekê hiştiye ku hezkirin û dengvedaneke wî ya berfireh di nav revenda Kurdî de çêbibe. Wehîd Murad bû sembolek ji nîşanên folklora kurdî, ne tenê di hundirê welat de, lê her wiha di nav revendên kurdî ên belavbûyî li cîhanê jî.

“Nav û dengê Wehîd Murad tenê bi herêma Rojavayê Kurdistanê ve sînordar nema, lê ew gihişte tevahî Ewrûpayê jî. Ji ber wê yekê ew tê hesibandin wekî yek ji kesayetên navdar ên hunerê di dawetên kurdî de, li ewropa ew beşdarî gelek konser, festîval û dawetên kurdî yên ku di piraniya welatên Ewrûpayê de tên lidarxistin dibe.

Deng wî, tevgerên wî bûne pirek di navbera nifşan de ku bi wan re bîra bav û kalan radighîne. Bi karên xwe, Wehîd Mûrad bûye sembolek çanda gelêrî nemaze di çavê ciwanên kurd de yên ku di nav tora guhertinên siyasî û civakî de li nasnameya xwe digerin. Şêwaza wî di pêşkêşkirina hunera kurdî de ew nêzîkî dilên mirovan dike û bûye neynika rastîn ku ruhê civaka kurdî nîşan dide. Hunermend Wehîd Murad ne tenê stranbêjek yê hunera gelêrî ye, lê belê ew balyozê çanda kurdî ye ku barê wê daniyê li ser milê xwe di her bûneyê de, bi lêdana defê, bi zingila dengê xwe û bi govenda pêkan,  çîroka gelê xwe vedibêje, çîroka kêfxweşî û êşê, hêvî û berxwedanê.

Bi pabendbûna wî bi mîras ve û beşdariya wî ji bo parastina wê, navê wî hêja ye ku bikeve di nav lîsteya wan kesên ku bi dilsozî û afrînerî xizmeta çanda kurdî kirine.

Ez ji wî re serkeftin, afirîner û geşedanê di rêwîtiya wî ya hunerî de dixwazim

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.