Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bingeha jiyana bi hev re komun e

13/08/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Îro, pevçûn, polarîzasyon, newekheviyên aborî û cudakariyên li ser bingeha nasnameyê yên li seranserê cîhan û bi taybetî jî li erdnîgaiya me ya Rojhilata Navîn ber bi pirsgirêkên dilsoj ên ku ji her demê girîngtir ve dibin. Di rewşeke wiha de em wekî mirov û civak jiyaneke çawa hêvî dikin, dixwazin û ji bo wê têdikoşin? Bersiv, dibe ku di forma xwe ya herî hêsan de, ev e: Jiyanek li ser bingeha komunalîteyê bi hev re, wekhev, azad û bi rûmet. Ji bo wê jî heke em bi mijara xwe ve dakevin dê encameke çawa derê pêşiya me?

Belê jiyana komun û wekhev ne tenê parvekirina hevpar a kelûpelan e, lê belê wijdanek hevpar, berpirsiyariyek hevpar û vîzyonek hevpar a pêşerojê ye. Ew şêwazek jiyanê ye ku tu kes nayê dûrxistin û her kes dikare xwe îfade bike û her kes piştgiriyê dide hev. Ew mirovan dixe navendê, mirovan wekî tevahî qebûl dike, ne tenê xerîdar an hilberîner.

Fonksiyona herî di cih de û saxlem a jiyana civakî bi belavbûna vê giyanê komunî ve girêdayî ye. Lewre di civakbûyîna rastîn de ne “ez”, “em” hene. Ev pîvana sereke ya bi hev re jiyanê ye û bi vê pîvanê civakbûyîn pêkan e. Li ser heman axê û erdnîgariyê jiyîn, nabe pênaseya civakbûyînê. Ji bo jiyana bi hev re pêwîstî bi nirxên hevpar heye. Ew nirx jiyan û civakbûyînê diyar dike. Lewma jî mirov dikare behsa nirxên civakî yên jiyana bi hev re bike ku bigihêje wateya xwe. Ev jî bi rêya “jiyana demokratîk” mimkun e.

Demokrasî ne tenê dengdana li ser sindoqên dengdanê ye. Demokrasî toreke têkiliyan e ku divê her roj ji nû ve were avakirin. Ew şêwazek jiyanê ye ku li malê, li kar, li kolanan, jin û mêr, hemû netew, bawermend û bêbawer, ciwan û pîr, dikarin bi wekhevî biaxivin û guhdarî bikin û bijîn. Yanî şêwazê jiyanê ye û ev şêwaza jiyanê bi azadiyê wate digire. Azadî ne tenê azadiya ji bindestiyê ye; ew qada pêkanîna potansiyela mirov e. Bê tirs axaftin, jiyana li gorî pîvanên civakî û etîkî jiyîn, hebûna bi nasnameya xwe û hwd. pîvanên rastîn ê jiyana civakekê ye. Lê bêyî aştiyê tiştek ji van ne mimkun e. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, aştî axaftina bi wêrek a ji dil e. Aştiya rastîn bi avakirina edaletê mimkun e. Lê belê, edalet divê ne tenê li dadgehan, di her aliyê jiyana rojane de were hîskirin. Di nan de, di kar de, di gotinê de, di evîn û hezkirinê de divê edalet were hîskirin.

Ji ber vê yekê divê wekhevî ne tenê wekî li ser hebûna mafan were nirxandin. Divê li ser hemû şaneyên ku jiyanê dihafirîn in bê nirxandin û hesibandin.  Lewre dibe ku her mirov ne li ser xeta destpêkê ya pêşbirkê be. Lê divê mafê her kesî hebe ku xwe bigihîne xewn û xeyalên xwe û ev xewn xewnek e ku mirov dikare bi hev re ava bikin. Dema ku gelên cuda, çand û zimanên cuda têne cem hev, rengîniyeke xweş û civakî derdikeve holê. Ev cihêrengî ne gef e, lê dewlemendiyek e. Tişta ku neteweyek an jî civakekê xurt dike, ew gihiştina hev a pirengiya civakê ya li ser bingeheke hemwalatîbûneke wekhev e.

Bi kurtasî, jiyana komunî ne utopya ye. Ew “pêdivî” ye ji bo her kesê ku banga xwezayê, dîrokê û mirovahiyê dibihîze. Ji ber ku ev cîhan a me hemûyan e û li vê cîhanê heke em dikaribin bi hev re bijîn, wê demê tê wateya rast a bi hev re jiyanê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.