Amara Baran/Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker bi salan e li Bakûrê Kurdistanê xwezayê talan dike, bi taybet cihên ku herî zêde qirkirina xwezayê lê tê kirin, Şirnex e. Daristanên ku tên tunekirin ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û li metrepolan tên firotin.
Dewleta Tirk ku bi salane xwezaya Kurdistanê bi hemû şêwazan tune dike, li milekî li ser axa Kurdistanê qereqolan çêdike, li milê din jî darisitanan dişewitîne, niha jî li herema Botanê darên Kurdistanê qut dike û li metrepolan difroşe.
Derbarê qirkirina xwezaya Kurdistanê de, endamê Platforma Ekolojî ya Şirnexê Ehmed Başak ji rojnameya me re axivî.

‘Aşitî bi talana xwezayê pêk nayê’
Ehmed Başak di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Piştî banga Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de ji bo aşitî û civaka demokratîk kir, li Rojhilata Navîn û di nav gelê Kurd û Kurdistanê de hêviyeke mezin afirand. Bi destpêkirina pêvajoya aşitiyê re dewleta Tirk li Kurdistanê bi taybet li herêma Botanê dest bi qirkirin û talankirina xwezayê kir. Dewleta Tirk di salên 90’î de di bin navê ewlehiyê de daristan dişewitandin, îro jî bi heman kiryarê waliyê Şirnexê îhalê didin cerdevanan û xwezayê talan dikin. Darên ku tên qutkirin li metrepolan têne firotin.”
‘Bi talankirina xwezayê jiyana zindiyan di xeteriyê de ye’
Ehmed diyrkir ku bi talankirina xwezayê re jiyana hemû zindiyan dikeve xeteriyê de û wiha anî ziman: “Ev hefteyeke ku platforma ekolojî ya Şirnexê dest bi standa komkirina îmzeyan kiriye ku hişmendiyekî di serê gelê xwe de bidin avakirin, ku edî berteka civakê li hemberê cerdevanan derbikeve. Ruxmê ku gelek çalakî hatine lidarxitin û heyetên ku ji Ewrûpa hatibûn rapor ji bo wan hat ragihandin jî, lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn.”
‘Dewleta Tirk buhişta Kurdistanê dike dojeh’
Ehmed balkişand li ser talana ku li herema Gabarê pêk tê û wiha got: “Li çiyayê Gabarê jî heman kiryar tên domandin, di bin navê komirê de xweza hatiye talankirin, gel nikare derbasî gundên xwe bibe, nêzîkî 400 km rê birine çiyayê Gabarê û bi hemû şêwazan xweza tê talankirin. Ger dibêjin aşitî lazime, aşitî di pratîkê de pêk bînin. Dewleta Tirk di kiryarên xwe de hîla dike ger bixwaze aşitiyê pêk bîne lazime dev ji kiryarên xwe berde, aşitî bi talana xwezayî ne pêkane. Bi salane gel tekoşînek bê hempa da meşandin lê îro dewleta Tirk û cerdevan bax, baxçe û rezên gel talan dike.”
‘Tenê rêjeya kuştin û birîndaran tê dayîn kes behsa talana xwezayê nake’
Ehmed da zanîn ku armanca dewleta Tirk talana xweza û qutkirina dara ye û wiha pê da çû: “Di pêvajoyên şer de jî, ji aliyên dewletan ve tenê rêjeya têkçûna aborî û rêjeya kuştin û birîndaran tê dayîn, heta niha tu dewlet talankirina xwezayê nabînin. Kurdistan ji aliyê dewletê ve bûye weke çolistaneke zuha. Li gor rejeyên ku beriya çar salan ketine destê me de, ji sedî 44 ji axa Kurdistanê daristanbûn, di nav 7 mehan de li gorî biroya Şirnexê ji sedî 8 daristan hatine talankirin. Ji ber ku waliyê Şirnexê 15 rojan carek qedexeya derketinê dide raberkirin, ji ber wî jî em nikarin biçin rêjeya darên ku hatine birîn derbixin. Rojê 50 qamyon darên ku hatine qutkirin derbasî metrepolan dikin, li ser medya civakî rûpel hatine vekirin bazirganiya darên Kurdistanê dikin. Heta niha kes nikare biçe ku çiqas zirar gihaştiye heremê. Ruxmê ku çend dosya hatin vekirin jî hemû bê bersiv man.”
Hêjayê bibîrxistinê ye ku herêma Botanê yek ji wan herêmên ku bênavber dar lê tên birîn û heta niha li 82 qadan daristan hatine hedefgirtin.
Qadên ku daristanên wê hatine hedefgirtin wiha ne:
Herêma Cûdî
Avgamasya, Divîn, Dûvyan, Şilerût, Cifana, Akît, Gundikê Sipîndaro, Gundikê Remo, Gilindûr, Nêvava, Bilga, Girê Çolya, Şaxahevler, Hesana, Sorbitna, Bêşêrê, Bawîte ,Bestabeleka, Gawîte, Gite, Bêstin, Cilbiya.
Herêma Gabarê
Navyana Şêxan, Turkiz, Deştika Osu, Xarê Bizo, Xuhdan, Mendikera, Dihok, Kendalya, Giver, Banê botyanê, Gurdila, Bêsûke, Nanîv, Cinêt, Berkever, Bîrava, Zivingo, Qernê Êrê, Dêrşew, Sipîvyan, Deştalela, Berêmirê, Harûnreşit, Basret, Ewîna, Bênata, Çiyayê Bizina, Meydîn, Şerefiyê, Bertû, Darayê, Geliyêbinefş, Şiyan.
Herêma Besta
Bîşyêreş, Beraza, Girêxarso, Gihiştî, Bêmga, Berêbiya, Bestakanîferşkê, Besta bêloze, Çemêqizil, Rêriya bagere, Deşta, Misila, Baniyê Umer axa, Kûrtetoze, Xaşîxanê, Girêgêsin, Avtehlgê
Warê biye, Mêrgomarê, Xerbgê Bestê, Cinîwer, Işte Reşa, Xarê kona, Şehrevan, Keniya Mîr, Zirvîn, Çemê mezin






